18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo veşartina li peyarêyê bi kes jî bê kes kirine

Di pêvajoya vîrusa koronayê de ji aliyê hikûmetê ve li dijî kurdan êrîşên dijwar pêk hatin. Destpêkê di meha adarê de çend şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin. Piştî vê desteserkirina vîna kurdan, di meha nîsanê de li hemberî goristanên zarokên kurdan ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn jî êrîş pêk hatin û li gelek bajaran goristan hatin hilweşandin. Cenazeyê Egît Îpek bi kargoyê ji malbata wî re hat şandin. Piştre di meha gulanê de dîsa çend şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin û qeyûm tayînî şûna hevşardarên HDP’ê hatin kirin.

Weke ku ev êrîş ne bes bin, derket holê ku cenazeyên zarokên kurdan ên di 19’ê kanûna 2017’an ji goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê hatibûn dizîn, li Stenbolê li peyarêya goristana Kîlyosê ya Bêkesan hatine veşartin. Li gel ku heta niha dihat zanîn ku 267 cenaze hatine dizîn jî bi rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê derket holê ku 281 cenaze hatine dizîn û ji van tenê 21 cenaze radestî malbatên wan hatine kirin.

Cenaze li ser hev in

Ji bo cenazeyan 18 gorên komî li peyarêya goristanê hatin çêkirin û hemû cenaze li van 18 gorên komî li ser hev hatine veşartin. Cihê cenaze lê hatine veşartin bi kûrahiya 3 metreyan hatiye kolandin. Li ber cihê ku cenaze lê hatine veşartin xebata kanalizasyonê hatiye kirin û ji ber ku ev xebat nîvco hatiye hiştin, borî bi awayekî berbiçav tê xuyakirin. Di dîmenên dema veşartinê de tê dîtin ku qabên plastîk ên cenaze tê de ne çawa avêtine ser hev.

Derket holê ku li peyarêya goristana Kîlyosê cenazeyên ruxsetên wan hene jî hatine veşartin.  Dozgerê Komarê yê Tetwanê angaşt kiribû ku goristana Xerzanê ne goristan e û cenazeyên li wir hatine veşartin ne diyar e cenazeyên kê ne. Lê li gel vê yekê jî gelek malbatên cenazeyên zarokên xwe li goristana Xerzanê veşartibûn ruxseta veşartinê standibûn. Yek ji van malbatên ruxseta cenazeyê kurê xwe girtiye malbata Serhat Arslanargun e.

Dengê xerab nabin xwe

Serhat Arslanargun, di sala 2014’an de li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî anîbûn navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Malbata Arslanargun, cenazeyê kurê xwe Serhat bi belgeya “Ji bo definkirin û neqilkirinê tu astengî tune ye.” Girtibû û li goristana Xerzanê ya Bedlîsê veşartibû. Bi hinceta ku testa DNA’yê ya Arslanargun bi dawî nebûye cenazeyê wî ji li peyarêya goristana Kîlyosê veşartine.

Xwişka Arslanargun Rojbîn Arslanargun, anî ziman ku li gel di destê wê de belgeya destûra definkirinê ya cenaze heye jî cenazeyê birayê wê nadinê û wiha got: “Me belge û ruxseta definkirin û neqilkirina cenaze ji ATK’a Rihayê girtin. Li gel ku em vê belgeyê pêşkêşî ATK’a Stenbolê û Dozgeriya Komarê ya Tetwanê dikin jî tu fêdeya wê tune ye. Ji bo em rapora otopsiyê bistînin, me serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê da. Lê 8 meh derbas bûn hêj tu bersîiv nedane me. Ji ber ku me encam negirt, serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da û me xwest gora dayik û bavê min vekin û mînaka DNA’ê bigirin. Lê mixabin heta niha Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî tu bersiv nedaye me.”

Jiyana bi hev re û aştî zor e!

Xwişk Arslanargun, da zanîn ku cenazeyê wan ne bê kes e û ev tişt anî ziman: “Em van tiştên tînin serê cenazeyan qebûl nakin. Dewlet dixwaze hafize û koka me tune bike. Ji ber vê yekê êrîşî gor û goristanan dikin. Em heta mirinê jî vê yekê ji bîr nakin. Cihê cenaze lê defin kirine ne goristan e. Cihekî sergo û çop e. Li wê peyarêyê tenê hestiyek bimîne jî em ê heta dawî têbikoşin. Heta ku hurmetê ji miriyên mirovan re nîşan nedin, jiyana bi hevre zor e. Heta ku cewherê demokrasiyê fêm nekin aştî jî zor e.”

Binpêkirina mafê mirovan û sûcê îşkenceyê

Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, veşartina cenazeyan a li peyarê nirxand û diyar kir ku derxistina cenazeyan a ji goristana Xerzanê û veşartina wan a li peyarêya goristana Kîlyosê binpêkirina mafên mirovan û sûcê îşkenceyê ye. Fincanci, da zanîn ku hemû cenaze ne bê nasname ne û wiha got: “Li Tirkiyeyê mirî jî wekî zindiyan rastî cudakariyê tên. Kesên jiyana xwe ji dest didin jî ji ber nasnameya xwe rastî cihêkariyê tên. Êrîşên li dijî cenaze û goristanan, di rastiya xwe de êrîşa li dijî malbat û xwediyên cenaze û goristanan e.”

Wê veşartina cenazeyan a li peyarêyê li NY û DMME’yê bê gilîkirin

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), piştî derketina holê ya bûyerê, li goristana Kîlyosê lêkolîn kir û têkildarî mijarê raporek amade kir. Endamê OHD’ê parêzer Serhat Çakmak, di nav hefteyê de der barê rapora amade kirine de axivî. Çakmak, diyar kir ku xebatên xwe yên hiqûqê yên tekildarî mijarê didomînin û amadekarî dikin ku veşartina cenazeyan a li peyarêyê bibin Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Çakmak, da zanîn ku di rapora xwe de daxwaz kirine cenazeyan bidin xwediyên wan û der barê kesên berpirsyar de jî lêpirsîn bê destpêkirin.