20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo yekitiyê sekneke hevpar

Li dijî parçekirin û dijminatiya kurdan êdî sekneke hevpar hewce ye û ev tişt jî bi avakirina yekitiya neteweyî ya kurdan pêkan e

Li her çar parçeyên Kurdistanê her çiqas geşedanên ku rojevê diguherînin derdikevin holê jî, dîsa jî ji bo kurdan yekitî mijara herî girîng e. Di demên borî de xebat, civîn, konferans û komxebat li Ewropa, Başûr, Bakur û Rojava hatin kirin. Van xebatan bandor li raya giştî kir ku êdî li her qada jiyanê qala girîngiya yekitiyê bê kirin.

Yekitiya neteweyî rojeva sereke ya gelê kurd e. Ligel geşadanên her çar parçeyên Kurdistanê dîsa jî nîqaşên der barê yekitiya neteweyî de didomin. Jin, ciwan, pîr û kal êdî dixwazin xewn û xeyalên xwe pêk bînin û dixwazin kurd bên cem hev. Her kurdek êdî di ferqê de ye ku wekî av û nan yekitî hewce ye. Li dijî êrîş, dagirkerî, polîtîkayên bişaftinê, nenaskirina nasnameyê û tunebûna statuyê divê êdî sekneke hevpar bê nîşandan. Rojnameger Jîno Mihemed, Dilêr Ebdulrehman, endama Desteya Tevgera Azadiyê Şehên Mihemed û çalakvanê xebatên civakî yên sivîl Saman Celal bal kişandin ser girîngiya yekitiyê.

Di nav civakê de qurbanên sereke her tim jin in û desthilatdar jî li hemberî jinan û bi taybetî jî li hember jinên kurd polîtîkayên taybet diafirînin.  Endama Desteya Tevgera Azadiyê Şehen Mihemed jî bal kişand ser vê mijarê û got: “Li dijî polîtîkayên desthilatdaran divê yekitiya jinan xurt bibe. Dema yekitiya jinan xurt be dê bandorê li ser yekitiya neteweya kurd jî bike. Jinên kurd her tim dikarin pêşengiya yekitiya neteweyî bikin.”

Rola jinên başûrî girîng e

Di demên dawiyê de li başûrê Kurdistanê hewldana jinan girîng e. Jin bi xebat û têkoşîna xwe dixwazin di qada siyaset, aborî, tenduristî û hwd. de xwe bi rêxistin bikin û temsîliyeta jinan derxin holê. Mihemed, di axaftina xwe de destnîşan kir ku ligel hewldana jinan a temsîliyetê hewldana wan ji bo yekitiya neteweyî jî girîng e û wiha dom kir: “Hêza jinên Başûr jî heye ku pêşengiya yekitiya neteweyî bikin.”

Li Başûr jin ji bo pêkanîna yekitiya kurd gelek çalakî û bername li dar xistin û her wiha tev li xebatên yekiyê jî bûn. Rojnamegera jin Jîno Mihemed jî wekî Şehen Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser pêngava yekitiyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Tirkiye dizane ku dema yekitî pêk were dê bandora  xwe ya li ser kurdan wenda bike. Ji ber vê jî êrîşên xwe bi her awayî didomîne. Hêza me jinan heye ku em bibin pêşengên yekitiyê, hêzê bidin xebatên yekitiyê û li dijî êrîşan bisekinin.”

Li her çar parçeyên Kurdistanê polîtîkayên cuda tên meşandin. Rojnamegerê başûrî Dilêr Ebdulrehman jî mijara êrîşê û yekitiyê wiha nirxand: “Yekitiya neteweyî ya kurdan li dijî dagirkerî û parçekirinê gelek girîng e. Pêkanîna yekitiya neteweyî erkeke niştimanî ye.” Ebdulrehman, di axaftina xwe de bang li rêxistin, sazî û partiyên siyasî kir û got: “Divê rêxistin, sazî û partiyên siyasî dev ji berjewendiyên xwe yên hizbî berdin û li dijî hemû gefan ji bo pêkanîna yekitiyê bixebitin.”

Erka sereke yekitî ye

Li ser girîngiya yekitiyê jî çalakvanê xebatên civakî Saman Celal jî diyar kir ku heke yekitî pêk neyê kurd tu carî nikarin bigihêjin armancên xwe. Celal mijar wiha nirxand: “Parçebûna niha ya di nav kurdan de, ziyanê dide kurdan. Dijmin jî ji parçebûnê sûd werdigire. Ji bo vê jî erka sereke ya partiyên siyasî û rêxistinan ew e ku yekitiya neteweyî pêk bînin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê