16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji civînên Viyanayê daxuyaniyên bi nakokî belav dibin

Civînên ji bo diyaloga bi Îranê re û vegera li peymana nukleerî li Viyanayê hîna jî bê encam e. Der barê van civînan de her aliyekî daxuyaniyeke cuda parve dike. Li gor hin çavkaniyên dîplomatîk ên Ewropayê Îranê şertên wan qebûl kiriye û ji daxwazên xwe yên heftiya dawî ên civîna heftan bi paşve gav avêtiye. Lê li gorî rayedarên Îranê tiştekî wiha nebûye û hîna daxwzên wan ên civîna heftemîn tên nîqaşkirin.

Der barê mijarê de serokê heyeta Îranê Alî Baqirî daxuyanî da û wiha got: “ Ew daxuyaniyên ku tên kirin ji rastiyê dûrin û dixwazin atmosfereke din a sexte û dûrî rastiyan belav bikin, di rastiya xwe de hîna diyalog berdewam dike û hîna nîqaş der barê daxwaz û şertên Îranê de berdewam dikin”.

Li gorî çavkaniyên Îranê hîna 7 xalên cihê nakokiyê di navbera Îranê û welatên din de heye û niha nîqaşa wan tê kirin.