25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji şandeya RJAK’ê tu agahî tune ye

Şandeya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya salvegera 7’emîn a Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, serdana Şengalê kirin. Endamên şandeyê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen dema ji Şengalê vedigerin li Hewlêrê, ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelekê ve hatin binçavkirin. Ji her 3’ê endamên RJAK’ê heta niha jî tu agahî nehatiye wergirtin.

Têkildarî girtina du rêveber û endameke RJAK’ê de berdevka RJAK’ê Soma Ferhad axivî û diyar kir ku ‘ger agahî ji hevalên me neyê dayîn em ê şêwazên cûda bi kar bînin.’

Sedema girtina wan çiye?

Berdevka RJAK’ê Soma Ferhad diyar kir ku gelek kom di salvegera Şengalê de amade bûn ku balkêş e tenê endamên wan hatine girtin û wiha got: “Li başûrê Kurdistanê gelek saziyên jinan hene. Divê li Şengalê ev hemû saziyên jinan kom bûbana, lê mixabin ji derveyî hevalên me kes amade nebû. Saziya me li başûrê Kurdistanê û Iraqê fermî ne. Bi fermî em dikarin herin her bajarî. Hevalên me bi çi sedemê hatine girtin? Heya niha çarenûsa wan ne zelal e. Em ê du rojên din bisekinin, ger agahî ji me re neyê dayîn, wê demê em ê rêyên cuda bi kar bînin. Heya hevalên me neyên berdan em ê xwepêşandanan li dar bixin û her li ser piyan bin.”

‘Rewşa zarokên wan ne baş e’

Ferhad destnîşan kir ku du endamên wan dayîk in û zarokên wan yên biçûk hene û ev tişt anî ziman: “Rewşa zarokên wan ne baş e. Em hewl didin di vê dema zehmet de li gel zarokên wan bin. Tenê dizanin ku li Kelekê ne û heya niha sewqî cihekî nekirine. Em texmîn dikin ku wê cihên wan bigûherin.”

Xwediya heman hişmendiya qirker in

Soma Ferhad anî ziman ku yên ku hevalên wan girtine xwediyê heman hişmendiya komkujiya Şengalê ne û wiha domand: “Bi van şêwazan dixwazin Şengalê bi tenê bihelin ku nehelin kes piştgiriya wê bike. Ev hişmendî li ser hemû başûrê Kurdistanê hatiye ferzkirin. Li Şengalê komkujiyek pêk hat, lê ev metirsî li ser hemû beşên Kurdistanê heye. Hewce ye rêxistinên jinan di salvegera Şengalê de serdana Şengalê bikira. Ji ber ku li Şengalê çend sal berê sûcên mezin pêk hatin. Îxtîmal e ku di demên pêş de ev hovîtî were pêşiya her kesî. Ji ber wê divê jin li dijî van siyasetan xwedî helwesteke şênber bin.”

Divê hemû jin xwedî li endamên me derbikevin

Soma Ferhad bang li hemû jinan kir ku li dijî vê siyasetê derbikevin û wiha got: “Em li bendê ne ku hemû jin xwedî li endamên me derbikevin. Girtina endamên me metirsiyek mezin li ser saziyên jinan ava dike. Ev girtin ne tenê li ser endamên me ye, lê belê ev kiryar encama siyaseta ku li dijî hemû saziyên jinan e.”