spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ji êrîşên Tirkiyeyê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyar e’

Gundên Elîşar, Til Hacib, Qeremox, Xanî, Serzûrî û Gultepe yên li rojhilatê bajarê Kobanê di 8’ê Çileyê de ji aliyê dewleta tirk ve hatin topbarankirin û di encamê de welatiyekê jiyana xwe ji dest da û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Têkildarî êrişên hovane yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ANHA’yê bi endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo re axivî. Rîhan Loqo sûcên dagirkeriya tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk welatiyên ku xwedî li projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan derdikevin, dike hedef. Di 23’yê hezîrana 2020’an de li Helincê ya Kobanê, dewleta tirk a dagirker 3 jin kirin hedef ku di nav de endamên Kongra Star şehîd bûn.”

Rîhan Loqo da zanîn ku Kobanê projeya xwe ya mirovahî û demokratîk ji hemû cîhanê re nîşan daye û ev tişt anî ziman: “Siyasetên çewisandinê, xewnên wê yên berfirehkirina serdestiya xwe û êrişên wê yên sîstematîk ên li dijî pêkhateyên herêmê bi giştî gelê kurd û bi taybet aşkere kirin.”

Rîhan Loqo êriş şermezar kirin û diyara kir ku hêzên garantor berpirsê van êrişane û wiha pê de çû: “Pêwîst e ev alî berpirsyariya xwe ya li hember sûcên dewleta tirk û komên çete bi cih bînin û van komkujiyan rawestînin. Dewleta tirk bi balafirên bêmirov û balafirên şer welatiyan dike armanc û bi rêya bejahî jî bi çeteyên xwe vê yekê pêk tîne. Bi wê re gefan li ewlehî û istîqrara herêmê dixwe.”

Endama Koordinasyonê Rîhan Loqo wiha lê zêde kir: “Bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî ya li hember kiryarên dagirkeriya tirk, nîşan dide ku ew şirîkê Tirkiyê ye. Qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin garantiya Koalîsyona Navneteweyî de ye.”

Loqo destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baweriya xwe bi Koalîsyona Navneteweyî ya li herêmê naynin, hemû hêvî û baweriya wan bi hêza xwe û projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tînin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê gelê herêmê têkoşîn û berxwedana li dijî sûcên dewleta tirk a dagirker mezin bike.