18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Eyşeşanan heta Hêlînan

Sedsal guherîn lê dengê jinan neguherî. Eyşe Şan di sedsala 20’an de ji bo bikaribe bistrê ji mal revî û berê xwe da bajarên din di nav gelek zor û zehmetiyan de got û lorand heta bimre her di nav têkoşînekê de bû,  Hêlîn jî di sedsala 21’emîn de ji bo bikaribe bistrê ket rojiya mirinê û çavên wê vekirî çû.

Eyşeşan di sala 1938 an de li Amedê hat dinyayê. Bavê wê dengbêjekî navdar bû ji ber wê emreke biçûk de mûzîkê re got merheba lê dema ew neh salî bû bavê wê jiyana xwe dest da ,piştî bavê xwe tenê dikarîbû di mewludan de qesîdeyan bibêje û quranê bixwîne lê nexwest qesîdeyan bibêje ,dixwest stranên kurdî bibêje. Rojekê dîwana dengbêjan de kilamek xelet hat gotin lê Eyşeşan nikarî bû dengê xwe derbixe ji ber ku ew jin bû û mafê wê tunebû kilamekî sererast bike, di wê rojê de biryara xwe da ku li hember feodaliteye dê şerek bike û got ez ê li pey kilamên kurdî biçim. Bi vê avayê jiya  û bi zorê hat zewicandin lê  piştî demekê revî û berê xwe da bajarên din gelek caran bajar û welat guherand ji ber ku feodaliteya jê revî  li derve jî berdewam dikir ji bo karibe bistrê bi civakê re ketibû tekoşînekê.  Eyşeşan gelek zor û zehmetî kişand, li hember fodaliteyê û civaka girtî ya li hember jinan şerek da bû destpêkirin di şerê xwe de bi tena sere xwe bû, lê serbilind bû  heta bimre ev şer her berdewam kir .

Hêlîn Bolek eslê xwe ji Amedê ye di sala 1992 yan de li Stenbolê hatiye dinyayê. Di ciwaniya xwe de bûye endama Grup Yorumê wek solîst dest bi muzıkê kiriye. Emreke ciwan de bi dehan caran derketiye li ser sahneyan û gelek klamên cur be cur gotiye lê 2016 an de operasyonek dest pê kiriye  û  ji Navenda Çanda Îdîlê Hêlîn û heft hevalê wê hatine girtin piştî opersayonê hemû konser û bernameyên wan hatine betalkirin. Ji bo vê rewşê biguherînin û zexta li ser wan bişkê 17’ê gulana 2019’an de Hêlîn û çar hevalên wê dest bi greva birçîbûnê dikin û pişt re dibe rojiya mirinê. Daxwaziyên wan pir zelal û hêsan bûn bila qedexeya li ser konserên wan rabe û bikaribin bibêjin û bistrên di sedsala 21’emîn de laşê xwe li ber mirinê raxistin û gotin em dixwazin stranên xwe li her derê bibêjin. Di roja 288 an de Hêlîn bi çavên vekirî jiyana xwe dest da. Rojiya mirinê  hêjî ji bo hevalên wê berdewam dike..

Dema mirov her du jinan dinihêre Eyşeşan li hember feodaliteyê û civaka girtî bi serê xwe ket nava tekoşînekê, Hêlîn jî weke her mirovekê xwest li her derê karibe bistrê û azad bijî  ket nava tekoşînekê. Sedsal çiqas biguherin jî têkoşina jinan ji bo bikaribin bistrên û azad bijîn neguhurî. Ev jin ji hêza hunere haydar bûn dizanîbûn bi rêya hunere û stranên azad dikarin civaka xwe biguherînîn û ji bo jinên din jî rêya azadiyê vekin. Erê êdî bi me re nîn in lê tekoşîna wan hunermendan dê tim rêya jinên hunerhez veke û ji bo wan bibin sembolên tekoşînê, ji bo  jin bistrên bibêjin dê her li ber xwe bidin. Ji civakê Eyşeşan û Hêlîn dê tim derkevin lê jin ji bo azad li her derê bistrên hêj divê çiqas berdêl bidin?