Rojnameya Heftane

Ji her demê bihêztir û bibiryar

Navenda Nûçeyan

Mêrê serdest ku di serî de jinan, xwe wek xwediyê gerdûnê dibîne, di her serdemê de êrîşê hemû nirxên jinan kiriye. Hewl daye bi van êrîşan serî li jinan bide tewandin û rêxistinbûna jinan belav bike. Mêrê serdest bi taybetî êrîşê jinên birêxistinkirî kiriye; jinên ku hay ji rastiyên wan heye. Ji ber ku jinên birêxistinkirî ji bo pergala xwe xetere dîtiye û bi êrîşên xwe yên hovane xwestiye vê rêxistinbûnê belav bike û bi temamî bike bin kontrola xwe.

Pergala heyî bi taybetî bi qasî ku di vê serdemê de li her qadê bi awayekî aşkera êrîşê jinan dike, di tu serdemê de ewqas êrîş nekiriye. Di roja me ya îro de, ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn, Amerîka, Awûstralya, Afrîka û heta Asyayê, mêrê serdest asta êrîşên xwe yên hovane li dijî jinan bêyî ku veşêre yan jî hincetan nîşan bide bilind kiriye.

Berovajiyê vê yekê, di vê serdemê de bi qasî ku berxwedan, têkoşîn û rêxistinbûna jinan li dijî pergala heyî derket asteke jor di tu serdemê de jî evqas bilind nebûbû. Bi qasî ku jin di vê serdemê de tên gel hev, xwe birêxistin dikin û dengê xwe li polîtîkayên li dijî xwe bilind dikin, di tu serdemê de ev tişt nehatibû kirin.

Bi taybetî herî zêde di serî de jinên Kurdistanê, jinên ku di nav şerê mêrê serdest ê ji bo berjewendiyên xwe daye destpêkirin de dijîn, li ber xwe didin û xwe birêxistin dikin. Ev jinên ku di nav şerê desthilatdariyê de hewl didin xwe, jinan û civaka xwe biparêzin û her wiha birêxistin bikin; bi avakirina platform, înîsiyatîf, koordînasyonan û bi destpêkirina pêngavan dixwazin hemû jinan bînin ba hev û xwe bigihînin hemû jinên cîhanê.

Em dikarin bi du mînakan rêxistinbûna jinan nîşan bidin. Yek ji vana pêngava TJA’yê ye ku beriya mehekê hatibû destpêkirin û ya din jî înîsiyatîfa ku ji aliyê jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ve hat destpêkirin û di vê înîsiyatîfê de jinên ji Iraq, Libnan, Misir, Tunus û Lîbyayê hene.

Pêngava TJA’yê

Tevgera Jinên Azad (TJA) beriya mehekê li dijî tacîz, tecawiz, destdirêjî, qeyûm, tecrîd, talankirina xwezayê û her cureyên êrîşên li ser jinan pêngava ‘Em Xwe Biparêzin’ ji bo 4 mehan da destpêkirin. Jinên TJA’yê di çarçoveya vê pêngavê de gelek çalakî pêk anîn; bi jinan re hatin gel hev û der barê pêngava xwe de jinan û civakê agahdarkirin. TJA dixwaze bi vê pêngava xwe hemû jinên Kurdistanê ji tacîz û tecawizê, li dijî her cureyên polîtîkayên desthilatdariyê biparêzin. Wekî ji navê pêngavê jî tê fêmkirin, jin hêviya xwe bi pergal û qanûna wê girê nadin; dixwazin bi vê pêngava xwe peyamê bidin jinan ku hêz jî hêvî jî ew bi xwe ne; ne pergala ku bi hezar salan e êrîşî nirxên wan dike.

TJA bi vê pêngava xwe dixwaze jinên ciwan û civakê li dijî polîtîkaya şerê taybet ku bi salan e bi destê desthilatdariyê li Kurdistanê tê meşandin, agahdar û birêxistin bike. Heta niha pêngava TJA’yê rastî eleqeyeke baş hatiye lê divê ji 7 salî heta 70 saliyan di serî de jin hemû civak xwe tev li vê pêngavê bike û erka ku dikeve ser milê xwe pêk bîne.

Înîsiyatîfa jinan

Înîsiyatîfa ku rêxistinên jinan ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî di nav de, beriya çend hefteyan bi dirûşma ‘Ji bo ewlekarî û aştiyê, li dijî dagirkirin û qetilkirina jinan têkoşîn’ bi hevkariya jinên Iraq, Libnan, Misir, Tunis û Lîbyayê hate avakirin.

Jin di daxuyaniya xwe de diyarkiribûn ku pergala kapîtalîst li ser kaos, şer û krîzan emrê xwe dirêj dike û destnîşan kiribûn ku zêdebûna tundiya li ser jinan bi zanebûn e û yek ji polîtîkayên herî girîng ên pergala kapîtalîst e.

Jinan diyar kiribû ku ji ber bêdengiya saziyên navneteweyî binpêkirin zêdetir dibin û ev tişt gotibûn: “Di şerê li herêmê de çand, siyaset, raman û di warê tenduristiyê de piranî jin tên hedefgirtin. Li Sûriyeyê qetilkirina Sekretera Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef û yên li gel, endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û hevalên wê, li Iraqê li çiyayê Şengalê êzidî Dunya Hesen, li Silopyayê qetilkirina endama meclisa HDP’ê Sêvê Demîr û hevalên wê, li Filistînê Semah Mubarek û li Lîbyayê Selwa Bûgîgîs bi van polîtîkayan hatin hedefgirtin û qetilkirin.”

Cuda lê wekî bedenekê

Ev her du bûyerên ku me wek mînak nîşan dan, bi me dan nîşandan ku çareseriya her tiştî jin bixwe ne. Rizgariya jinan û civakê bi rêxistinbûna jinan ve girêdayî ye. Divê tu jinên cîhanê ji bîr nekin ku serkeftin encax bi hevgirtin û birêxistinbûnê pêkan e. Çawa hebûna mêrê serdest girêdayî parastina pergalê ye, divê hemû jinên cîhanê û civakên ku ji aliyê pergalê ve tên eciqandin jî bizanibin, hebûna wan jî girêdayî rêxistinbûnê ye.

Divê hemû rêxistinên jinan ên cîhanê bên gel hev û her tim di nav têkiliyê de bin. Divê rêxistinên jinan li gorî şert û mercên civaka xwe, cuda cuda xwe birêxistin bikin lê her tim wek bedenekê tevbigerin; yanî ji di her demê de bêhtir hêz û biryar divê.