18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji hev re bilbil ji mamoste re lal

Weşanên Weqfa Mezopotamyayê di tebaxa 2020’an de pirtûka bi navê ‘Duzimanî – Zarok û Perwerdehî’ çap kir. Nivîskarê pirtûkê mamoste Cemîl Guneş e û bi 24 mamosteyên li dibistanên seretayî yên pola yekemîn ên Dêrika Mêrdînê dixebitin, li ser pirsgirêkên zarokên kurd ên ji ber perwerdeya yekzimanî, hevpeyvîn kiriye. Di pirtûkê de tenê pirsgirêk nehatine diyarkirin, her hiwa wek alternatîfa çareseriyê, perwerdeya duzimanî bi lêkolîna lîteraturî û mînakên cîhanê hatiye vegotin û pêşniyarkirin. Ji ber vê xebata wî ya girîng, me hevpeyvîna vê hejmarê bi mamoste Cemîl Guneş re kir.

Çi bû sedem tu xebateke bi vî rengî ya akademîk û lêkolînî bikî, armanca te çi bû?

Kurdên dixwazin hînî zimanê xwe bibin û zimanê xwe bidin hînkirin, pêşîn hînî rêzimanê dibin. Heger pêşketinek hebe wek mamostetî, dersdarî didomînin. Ez bixwe jî mamosteyê dibistana seretayî me; her tim di nav zarokan de me. Di wextekê de min ev tişt bi bîr anî; yanî min got ji bo ku tu ji tiştekî fêm bikî divê tu bi destpêka wî tiştî bizanibî. Tu di nîvî de şano an jî filmekê temaşe bikî, tiştekî jê fêm nakî. Meseleya me ya ziman a kurdan jî ev e; divê em ji zarokan dest pê bikin. Jixwe xebatên min li ser ziman hebûn. Min got min di nîviyê vî karî de dest pê kiriye, heger ez ji nîvî dest pê bikim, dibe negihîjim armanca xwe; tiştên di tarîtiyê de mane nikaribin ronîtir bikim. Ji ber vê min got divê ez herim destpêkê. Bi min destpêk jî zarok bûn.

Mesela heta beriya serdema navîn jî zarok bi tiştekî nehatine hesibandin; ji ber ku zarok zêde mirine û nexweş ketine. Heta 5-6 salî jî zarok wek endamên malê nehatine hesibandin. Piştî sedsala 16’an êdî zarok jî bûn endamên malê û zarokatî jî bû têgeheke modern. Ewropî jî êdî li ser vê xebitîn. Wan jî ji bo avakirina civak û neteweya xwe bi naskirina zarokên xwe dest bi vî tiştî kir. Ev ji min re bû feyzek. Ji bo ku em bigihîjin azadiyê an jî pirsgirêkên heyî çareser bikin, divê pêşîn em bi derdê xwe bizanibin. Derdên me yên herî mezin jî derdên zarokên me ne. Ji ber vê min dest bi vî karî kir da ku pêşî pirsgirêkên zarokên me yên di dibistanan de fêm bikim. Ka bi rastî jî ev dikare bibe rêyek ku me bibe çareseriyê.

Tu dibêjî ewropî li zarokên xwe vegeriyan û civaka xwe bi wî awayî saz kirin. Di vê meseleyê de çavdêriya te çi ye; kurd zarokên xwe baş nas dikin an jî çiqas girîngiyê didin zarokên xwe?   

Qet ne bawer im! Em ji zarokan pir dûr in. Yanî hem wek mirov hem jî bi taybetî wek kurd em ji zarokên xwe pir dûr in. Bi rastî jî her zarok stêrkek, dinyayek e, lê her ku em dixwazin nêzîkî wan bibin hingê em fêm dikin ku em ji wan dûr in. Gelek dê û bavên kurd nizanin zarokên wan diçin dibistanê an naçinê. Em bi karakter û hunerên zarokên xwe baş nizanin. Ji ber ku van tiştan nizanin, nizanin wê çawa nêzîkî wan bibin. Derd neyê zanîn, derman jî nayê zanîn. Meseleya ziman, zarok û perwerdeyê ne meseleyên rojane ne; ev mijarên me yên her timî ne. Divê her tim berê me li zarokan be.

Piraniya dê û bavên zarokên kurd bi zimanê xwe perwerde nebûne û zarokên wan jî bi ziman û nasnameyeke din perwerde dibin. Di rewşeke wiha de, wê dê û bav û zarokên xwe, çawa rûbirû werin û ji hevdu fêm bikin?

Ji bo ku pêşî ev tişt çêbibe, divê em bizanibin, bi rastî ka perwerde çi ye. Heta niha ji bo çi hatiye bikaranîn û li welatê me armanca perwerdeyê çi ye? Mirov bixwe dikare wan derfetan ava bike lê bi serê xwe zêdetir nikare bi pêş bixe. Bi pênaseya xwe ya herî hêsan, em dibêjin perwerde ji bo pêdiviya civakê pêk were, mirov tên dizaynkirin lê li gorî çi, li gorî kîjan îdeolojî û rastiyê, li gorî pêdiviyên kîjan civakê? Divê pêşî ev tesbît bê kirin. Mixabin em her tim ji vî tiştî bêpar mane. Ku perwerdeyî pêdiviya civakê be, divê ew perwerde li gorî pêdiviyên civaka kurd be; divê mifredat li gorî civaka kurd be. Loma jî ancax bi perwerdeya zimanê kurdî pêdiviya civaka kurd dikare bê bicihanîn. Mixabin ev tişt niha tune ye û ji ber vê jî gelek pirsgirêk dertên holê. Herî zêde jî bandor li zarokan dibe, piranî jî zarokên nifşa niha, çimkî bi rastî jî êdî ne xwedî hafizeyekê ne. Tecrûbeyên bav û kalan venaguhezin zarokan.  Çand û hunera kurdî êdî xwe baş nagihîne zarokan.

Dema xebatê, çi pirsgirêk û astengî derketin pêşiya te?

Ez vê pirtûkê wek derdnameya zarokên kurd bi nav dikim. Ew derdname ye ku di pirtûkê de dermanê xwe jî dide xuyakirin. Rewş ne baş bû, pêvajoya çareseriyê ji binî ve xerab bûbû. Min di hişê xwe de plansaziyek amade kir. Min got ez tiştekî zanistî bikim ku her kes qanih bibe ku heger ev zarok bi zimanê xwe perwerde nebin, ew ê tu carî baş nebin; hem mirovî hem akademîk. Min 12 mamosteyên kurd, 11 tirk û 1 jî ereb hilbijartin. Nîvî mêr nîvî jin in. Min bi têkiliyên xwe yên şexsî ev xebat kir. Tevî vê jî ji ber rewşa siyasî mamoste bi aşkerayî fikrên xwe baş ji min re nedigotin.

Heger mamoste tiştên jiyane, dîtine rasterast negotibin ev ji aliyê zanistî-akademîk ve ne pirsgirêk e?

Bivê nevê ji ber atmosfera polîtîk ne rehet bûn. Mesela digotin rast e ev modela perwerdeya heyî ji zarokên vê derê re nabe. Min digot yanî hûn dixwazin ev zarok bi zimanê xwe kurdî perwerde bibin? Nedigotin erê. Tenê digotin ev model ji zarokên vê derê re nabe. Min dixwest ez bi wan bidim gotin, lê aşkera nekirin. Mesela ji têgiha duzimaniyê fêm nedikirin. Min bixwe bi wan dida fêmkirin.

Têgeha ‘nîvzimanî’ heye di pirtûkê de. Tê gotin, ev kêmbûn an jî pirsgirêka  pêşketina zimanî ye. Tu dikarî hinekî behsa vê têgihê bikî; çi ye nîvzimanî û rewşa zarokên kurd, bi vê têgehê çawa dikare bê şîrovekirin?

Xetereya herî mezin a li ser zarokên kurd ev e. Di vê pirtûkê de tişta ez dixwazim balê bibim ser jî nîvzimanî ye. Di demên pêş de ez ê zêdetir li ser nîvzimaniya zarokên kurd bixebitim. Paşxaneyeke nîvzimaniyê heye. Ez ê bi gazinekê dest pê bikim. 100 sal berê di kovara Hetawî Kurdê de nivîsek heye, ez ne şaş bim di hejmara 4’an de ye, di wê de qala nîvzimaniya zarokên kurd tê kirin. 100 sal di ser re çûye lê xetereya nîvzimaniyê hê jî li ser kurdan heye û mezinên kurd ji vî derdî re nebûne derman. Bi min rewşenbîriya kurdan hê jî negihîştiye asta rewşenbîriya komeleya Hêviyê. Bi kurtasî behsa nîvzimaniyê bikim. Dema zimanekî din li zimanê zikmakî zêde bibe ew dibe duzimanî. Avantajên duzimaniyê hene. Mesela pirçandî dibin, xweştir xwe îfade dikin, zimanê din bêtir hîn dibin, dereng bi alzheimerê dikevin… lê haya zarokên kurdan pir ji van avantajan çênabe. Çima? Wexta zimanê zikmakî, bi perwerdeya bi zimanekî têk diçe êdî nîvzimanî dest pê dike. Zimanê zikmakî nîvco dibe bandora xwe li zimanê duyemîn jî dike. Zarokên kurd li malê bi zarokên xwe re bi kurdî diaxivin diçin dibistanê ji mamosteyên xwe fêm nakin; piştî wextekê xwe nikarin bi dê û bavên xwe bidin fêmkirin. Yanî bi demê re zarok dibin nîvzimanî. Hem ji dêrê hem jî ji mizgeftê dibin! Mirov çawa dizane nîvziman in? Mesela kesên nîvziman ji aliyê rêzimanê ve qels in, herikbar naaxivin, dîksiyona wan xerab e, gotinên pêşiyan û biwêjan qet bi kar naynin; yanî di axaftina wan de palgehek tune ye, ne dewlemend e. Di lîteraturê de zimanê yekemîn zimanê zikmakî ye lê li cem kurdan ev têgeh carna cih diguhere; carna tirkî dibe zimanê me yê yekemîn, kurdî dibe yê duyemîn. Mesela, kurdên li metropolan dijîn, yên qîma wan bi kurdî nayê, bêtir bi tirkî diaxivin, kurdî bûye zimanê wan ê duyemîn. Di nav gelên bindest de ev têgeh carna cih diguherin.

Piştî vê lêkolînê  tu gihîştî kîjan encamê? Çi ne pirsgirêkên sereke yên zarokên kurd ên bi zimanekî din bi zorê perwerde dibin û ji zimanê xwe yê zikmakî dûr dikevin?

Ez jî endamekî vê neteweyê me. Encamên wê ji min ne dûr in. Min xwe bi xwe piştrast kir. Min her tim ev digot, ziman aîdiyet e. Di mirov de aîdiyet tune be, mirov nikare tu tiştekî bike; nikare bi dilê xwe biafirîne, bikene, bigirî… ji ber ku zimanê te ji te hatiye standin, tu nikarî xwe aîdî cihekî bibînî. Yanî niha zarokên me, ne aîdî cihekî ne, çimkî wexta dest bi dibistanê dikin, zimanê xwe li pişt deriyê dibistanê dihêlin; zimankî din li wan tê ferzkirin; êdî ew zarok nizanin ka aîdî ku ne. Wexta mirov ne aîdî cihekî be rastî gelek pirsgirêkan tê. Mesela ji bo zarokek dest bi xwendin û nivîsandinê bike 3 meh lazim e. Zarokên kurdan carna 3 salan jî hînî xwendin û nivîsandinê nabin. Ev ne ji ber nezanîna wan e, pir jîr û jêhatîne lê ne aîd in. Ji bo xwendin û nivîsansinê du tişt hewce ne; naskirina peyvê û fêmkirina peyvê. Em ne nas dikin ne jî fêm dikin. Wexta ev nebe ragihandin pêk nayê. Zarokên kurdan derdên xwe di dilê xwe de dihêlin. Gotineke mamosteyek heye di pirtûkê de, ‘ji hevalên xwe re bilbil in ji mamosteyan re ker û lal in’. Zarokên kurdan îro di nav şînê de ne; xeber nadin, derd û kulên xwe ji mamosteyên xwe re nabêjin çimkî ne aîdî wê derê ne. Kirasekî din li wan hatiye kirin. Ev zarok ji aliyê pisîkolojîk ve ne baş in. Kesên derdên xwe nebêjin derman jî nayê dîtin. Derd bi zimanê xwe tê gotin. Zimanê wan qedexe ye û bi zimanê din jî nikarin bêjin.

Li gorî encamên lêkolînê, pergela perwerdeya yekzimanî ya niha dibe sedema gelek nexweşiyan û nikare were birêvebirin. Bi mamoste û lêkolerbûna xwe ji bo zarokên kurdan pêşniyarên te çi ne?

Yek ji armancên pirtûkê ev bû: ez bi dê û bavan bidim fêmkirin ku heger zarokên wan bi zimanê xwe perwerde bibin, wê gelekî baştir û jîrtir bibin. Divê pêşîn em jixwe dest pê bikin; ciwan, dê û bav, mamoste û rewşenbîrên me divê ji vê bawer bin. Ne wek tiştekî slogonîk an jî polîtîk; wek mirovên kurd em bi zimanê xwe perwerde bibin, em ê zêdetir bi kêrî mal, derdor, civak, welatê xwe û her wiha bi kêrî dinyayê werin. Piştre heger raya giştî çêbibe, em bi yekdengî bêjin bi xweşî an jî bi zorê em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Kar û xebatên tên kirin pir pîroz in. Ev pirsgirêk bi zarokan çareser dibe, nexwe divê em berê bibin zarokan. Divê bi dê û bavan re xebat bên kirin. Derdên wan ji wan re bêjin çimkî herî zêde dê û bav li ser zarokên xwe digirîn, lê haya wan ji derdên zarokên wan tune ye. Muhatab ne siyasetmedarên kurd in. Helbet wê karê xwe bikin, ne hewce ye em berê xwe bidin îdeojiyekê, bidin akademî an jî weşanxaneyan. Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê em pêşî bala xwe bidin zarokan û dê û bavên wan ji bo em bi wan bidin bawerkirin ku zimanê wan nebe wê tu carî zarokên wan serkeftî nebin. Bi hezaran Koçer Bîrkarên me hene, heger em wan ji wê tarîtiyê derbixin û em bi wan bihesin.

Cemîl Guneş kî ye?

Di 1989’an de li Dêrika Çiyayê Mazî çêbûye. Dibistana seretayî, navîn û ya amadeyî li Dêrikê xwendiye. Di sa 2011’an de ji beşa mamostetiya dibistana seretayî ya zanîngeha Sêrtê derçûye. Li zanîngeha Artukluyê di Beşa Çand û Zimanê Kurdî de, di 2014’an de lîsansa bilind a bêtez û di sala 2018’an de lîsansa bilind a bitez xelas kiriye. Ji 2011’an vir ve li dibistaneke fermî mamoste ye.