23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze bangewazî

Operasyona ku artêşa tirk di 23’ê nîsanê de li Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin didome. Di êrîşên ser herêmê de gelek gund hatin valakirin û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Herî dawî SÎHA’yên Tirkiyeyê li gundê Gelale yê navçeya Şarbajêr a Silêmaniyeyê wesayîteke sivîl bombebaran kir û du kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû. Înîsiyatîfa Navnetewî ya Kurdistanê Biparêze ku li Silemaniyê hin hevdîtin kirin, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da û bang li raya giştî ya navnetewî kir ku li dijî êrîşan bêdeng nemînin.
Înisiyatîfê, têkildarî êrişa SÎHA’yên Tirkiyeyê ya li gundê Gelale yê navçeya Şarbajêr a Silêmaniyeyê wiha got: “Tirkiye bi vî awayî dixwaze axa Kurdistanê dagir bike. Di serî de Amerîka, Almanya û welatên NATO’yê li dijî kurdan û kêmnetewan piştevaniya Tirkiyeyê dikin. Şandeya Aştiyê îro nîv saetê beriya êrişê,  ji Kunamasiyê vegeriya. Me li wir serdana malbateke ku beriya salekê di êrişa artêşa tirk de birîndar bûbû kir. Bi teknolojiya eskerî ya Ewropayê van êrîşan dike. Hikumetên Bexda û Hikumeta Federe ya Kurdistanê bêdeng dimînin. Em li organîzasyonên Ewropayê vê bangê dikin. Li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Destûr nedin ku dewleta we çeka bifiroşin Tirkiyeyê. Tirkiye, ji bo ku îro Osmaniya nû dîsa ava bike her tiştî dike. Em li vir bi gelê kurd re ne û bang li hemû cîhanê dikin ku alîkariya vê piştevaniyê bikin.” Înisiyatîfê, ji bo daxuyaniya îro bi girseyî li Silêmaniyê were dayîn, banga tevlîbûnê kir.