Rojnameya Heftane

Ji karên ziman re komxebat pêwîst e

Em hemû rexneyan li cem xwe qeyd dikin û arşîv dikin. Di demên bihê da em dê ji bo nirxandina wan, dîsa civînan çêbikin. Eger tiştên hewceyî guhertinê hebin ku xwedî palpiştên xurt bin, çi lazim be em dê bikin

Koordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bilbil

Hevpeyvîn: Rizoyê Xerzî

Der barê kar û xebatên zimanê kurdî û nîqaşên dawî yên der barê Rêbera Rastnivisînê ya kurmanciyê de me bi koordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bilbil re ev hevpeyvîn ji xwînerên xwe re amade kir. Fermo em bi hev re li pirs û bersivan binêrin.

Em dixwazin bi vê pirsê dest bi hevpeyvînê bikin; ji ber şewba vîrusa koronayê gelek xebat hatine rawestandin û yan jî xebatonline yan jî li malê tên kirin. Gelo Weqfa Mezopotamyayê di demeke wiha de xebatên xwe çawa dike?

Vîrusa koronaya wekî her kesî tesîr li rêbaza xebatê me jî kir. Niha em hinek xebatên xwe li malê dikin û yên wekî kurs û perwerdeyê jî me sekinandine. Wekî mînak, me dest bi kursa rêzimana kurmancî ya nûjen kiribû lê niha me navber dayê. Van rojan em dinirxînin ku bi awayê online dîsa dest pê bikin.

Gelo dikarî hinekî behsa armanc û xebatên Weqfa Mezopotamyayê bikî? Heta niha weqif çiqasî gihîştiye armanca xwe?

Weqfa Mezopotamyayê bi armanca ku zanîngeheka li ser bingeha kurdî ava bike, di 2013an da hatibû damezirandin. Wê demê atmosfera sîyasî jî hinekî guncan bû. Lê piştra, wekî hûn jî dizanin rewşa sîyasetê xerab bû û zemîna ku zanîngeheka bi kurdî li ser ava bibe, nema. Karê avakirina zanîngeheka bi kurdî, eger rewşa polîtîk xerab be pir zehmet e û mimkun nîne. Lewra daxwaza avakirina zanîngeheka bi kurdî, di heman demê da daxwazeka statuya zimanê gelekî ye jî. Lê herçend niha ji bo avakirina zanîngehê şert û merc ne baş bin jî, weqif nasekine û gelek xebatan dike. Niha em li ser standardîzasyona kurmancîyê, folklora kurdî, ferhengên curbicur, materyalên dersan û hwd. dixebitin ku evana hemû ji bo danîna bingeha zanîngehekê jî girîng in.

Ez dixwazim têkildarî Rêbera Rastnivîsê ku ji aliyê weqfê ve hatiye amadekirin çend pirsan bikim. Gelek rexne li ser hatin kirin ku hinek jê di kovar û rojnameyan da bûn, hinek jî di medyaya civakî da. Tu van rexneyan bi giştî çawa dibînî?

Belê, nîqaş û rexne li ser Rêbera Rastnivîsînê çêdibin û çi erênî çi neyînî rexne tên kirin û ev tiştekî baş e. Jixwe em jî dixwazin nîqaş çêbibin. Em dê guh li wan bikin, tesbîtên ku xwedî palpiştên xurt in bêhtir mihîm in ji bo me. Em dixwazin ji bo vî zimanî xizmeteka baş bikin. Jixwe armanca me ew e ku bi konsensuseka baş, em rêz û rêçikên rastnivîsîna zimanê xwe daynin. Berî ku em çap bikin jî, me ji zêdetirî sed û bîst kes, dezgeh û sazgehan ra şand û me xwest ew bi çavekî rexneyî Rêbera Rastnivîsînê bixwînin û eger hebin pêşnîyazan xwe bikin. Piştra me dîsa civîneka berfireh çêkir û pêşnîyazên ku hatibûn nirxandin û li gor hin tiştên di cih da bûn, me tiştin guhertin. Eger em vegerin ser nîqaşên niha, em dibînin ku bala gelek kesan kişandîye û hin xalên Rêberê bûne sedema rexneyên wan. Bi şertê ku ne heqaret, kêmdîtin û hwd. bin, em kêfxweş dibin ji bo rexneyan. Hinek kes carcaran rexne û heqaretê tev li hev dikin û di zemîneka ne rast da van nîqaşan dikin.

Gelo di amadekirina Rêbera Rastnivîsînê de we çi zehmetî kişandin? Tiştê herî zehmet li gor te çi ye?

Amadekirina rêbereka rastnivîsînê karekî cidî û pir zehmet e. Ji ber ku referans û paşxaneyên her nivîskar, sazgeh, weşanxane, televîzyonekê û hwd. ji hev cuda ne, çêkirina konsensusekê li ser rastnivîsînê pir zehmet e. Eger desthilateka sîyasî û sazgehên navendî yên kurdan hebûna, jixwe ev kar di çerçoveya plansazîya zimanî da, ji alîyê otorîteya zimanî ve dihat kirin û ev zehmetî çênedibûn. Lê li ser navê weqfê, me ji gelek sazgeh û tradîsyonên cuda, mirov anîn cem hev û ev xebat derket holê. Hinek kes belkî kêm dibînin lê ji bo me girîng bû ku me hem endamên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û ya Stenbolê û hem jî zanîngehên Başûr û gelekên din, ji çar perçeyên welatî anîn cem hev û ev xebat bi dawî kir.

Di Rêberê da li ser bikaranîna daçekên “re” û “de”yê, bikaranîna “î”ya berî “y”yê û hwd. biryarên nû dane. Gelek rexne li ser van meseleyan tê kirin. Tu ji bo van meseleyan nabêjî çi?

Belkî ji sedî nodê kurdan “ra” û “da”yê bi kar diînin, ma çima em “re” û “de”yê bi kar biînin? Ji devoka berfiratî (Semsûr, Entab, Meletî, Mereş, Elezîz, Efrîn, Kobonê …) bigirin heta devoka Serhedê (Mûş, Wan, Qers, …), ji devoka Xoresanê (Qoçan, Deregez, Şîrwan, Meşed …) bigirin heta devoka Botanê (Şirnex, Sêrt, Zaxo …) û heta Tor Abdîn û Behdînanê (Hekarî, Dihok, Amedî, Akre, Şêxan …) daçekên “ra” û “da” dihên bikaranîn.Wekî tradîsyon, herweha di klasîkên kurdî da jî ji sedî nod weha ye, “ra” û “da” ye. Heke em ji alîyê nêzîkkirina zaravayan ve jî li meseleyê binêrin, dîsa “ra” û “da” li pêş in. Di nimûneyên folklorê da jî em vê yekê dibînin. Xulasegelek palpiştên xurt ên “ra” û “da”yê hene.Meseleya “î”ya berî “y”yê jî ji ber çend sedeman lazim e mirov wê neke “i”.Lewra di rastnivîsîna zimanekî da, prensîpeka xurt e ku mirov forma ferhengî ya peyvan biparêze û deforme neke. Çawa ku tu di zimanê nivîskî da nabêjî “melê gund” lê tu dibêjî meleyê gundî”, ev jî weha ye. Bi hezaran peyvên kurmancî bi “î”yê bi dawî dibin. Rast e ku dema dengê “î”yê berî “y”yê dihê, kalîteya dengê “î”yê dadixe û wê kurt dike. Lê gelek caran em dîsa wekî “î”yeka kurt bi lêv dikin. Dîsa divê mirov zaravayê kirmanckî ji bîr neke, ew berîya “y”yê “î”yê diparêzin. Axirê li ser ev tiştên ku te pirsîne û yên din, me bi rojan nîqaş kirine û gihîştîne van encaman û palpiştên wan ên xurt hene.

Rewşa zimanê kurdî û bi taybetî jî li bakur hejmara kesên bi kurmancî dinivîsin û dixwînin tê zanîn, tevî vê rewşê gelek kes difikirin ku li şûna ku hûn jî wekî zimannasên xelkî zimanê xwe hesan bikin we zehmetir kiriye, ji bo vê rexneyê tu çi dibêjî?

Ya rast, me ziman zehmettir û dijwartir nekirîye. Rêberên rastnivîsînê ji bo zimanê nivîskî ne lê ne ji bo zimanê axaftina rojane ne. Ez û tu, dema ku em sohbetê dikin qet ne problem e ku tu wekî xerzîyan ez jî wekî mêrdînîyan em biaxivin. Lê dema ku dibe zimanê nivîskî çênabe her kesek li gor gund, eşîr û bajarê xwe binivîse. Loma jî di zimanên nivîskî da hinek standard lazim dibin. Me jî hewl daye ku standardên zimanê nivîskî daynin. Em dizanin ku ji bo her kesekî devoka wî xweştir û hêsantir e. Lê çênabe ku her kesek li gor devoka xwe binivîse. Cudabûna di navbera zimanê standard û yê devokî da, hinekî mecbûrî ye û normal e. Herweha dema em li cudabûna zimanê standard û yê devokî dinêrin û berawirdîya wê bikin, em dibînin ku kurdî li gor gelek zimananne xwedî ewqas cudahîyan e û zimanê axaftinê û yê standard nêzîkî hev in.

Wiha xuyaye ku dê ev nîqaş û gengeşiyên der barê Rêbera Rastnivîsê de demeke dirêj berdewam bikin. Gelo hûnê wan rexneyan bi çi awayî li ber çavan bigirin?

Rexne baş in û çiqasî Rêbera Rastnivîsînê bihê nîqaşkirin ewqas baş e. Em hemû rexneyan li cem xwe qeyd dikin û arşîv dikin. Di demên bihê da em dê ji bo nirxandina wan, dîsa civînan çêbikin. Eger tiştên hewceyî guhertinê hebin ku xwedî palpiştên xurt bin, çi lazim be em dê bikin.

Di serî de sazî û dezgehên ragihandinê çi ajans dibin, çi rojname, kovar, televîzyon dibin her yek li gorî xwe rastnivîsekê esas digire. Van sazî û dezgehan çiqasî Rêbera Rastnivîsê esas girtin gelo? Piştî weşandina pirtûkê guhertin çêbûn an na?

Jixwe armanca Rêbera Rastnivîsînê ew bû ku em çareserîyê ji bo van probleman bibînin ku em hemû bi heman awayî binivîsin. Piştî ku pirtûk çap bû hinek kes û weşanxane û zanîngehan dîyar kirin ku dê li gor wê binivîsin, lê ji bo ku bibe tiştekî giştî hîn wext heye. Prosesên standardîzasyonê demên dirêj dixwazin û weha di pênc deh salan da safî nabin. Em dizanin ku îro bi dehan weşanxaneyên kurdan hene û di alîyê rastnivîsînê da her yek bi awayekî ye, ev piştî wextekê dibe serêşî, bala xwe bidin dewlet û miletên din, miheqeq rêberên wan ên rastnivîsînê hene, lê ji bo kurmancîyê heta niha tiştekî weha nehatibû kirin, loma ewqas sergêjî hene. Divê em vê jî ji bîr nekin, şexs nikarin xebatên bi vî awayî bi tena serê xwe amade bikin. Divê komxebat bin û beşdarî û temsîl hebe.

Te gelek salan mamostetiya zimanê kurdî kiriye, pirtûkên te hatine weşandin û zimannas î, li gorî te mirov çawa û bi çi rê û rêbazan kurdî bêtir biparêze û bi pêş bixe?       

Di vê meseleyê da divê em realîst bin û zanibin ku eger bi awayekî qanûnî statuyeka kurdî çênebe, rewşa wê ne baş e. Ji bo vê yekê jî tevgereka xurt ji bo bidestxistina mafên zimanî lazim e. Tevger, partî û rêxistinên kurdan divê ji bo vê yekê xwedî polîtîkayên zimanî bin û plansazîya wan yên zimanî hebin.

Di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de xebateke we ya din jî ya ferhenga varyantan e, gelo ew xebat di çi astê de ye û kengî dê wekî pirtûk weke weşandin?

Belê, em ferhenga rastnivîsînê amade dikin ku ev du sal in em li ser dixebitin û eger em weha dewam bikin belkî heta salekê em xelas bikin. Rêbera Rastnivîsînê û ferhengên rastnivîsînê ji bo standardîzasyona zimanekî, xebatên pir girîng in. Ev xebat û Rêbera Rastnivîsînê dê hevûdin temam bikin.

Gelo çi xebatên we yên nû yên Weqfa Mezopotamyayê hene?

Niha çend xebatên me didomin, hinek xebatên me berxelas in û ji bo çapê amade dibin. Wekî mînak pirtûkên li ser folklora kurdî, ferhenga termên zimannasîyê, kovara Folkor û Ziman ku akademîk û bi hekem e, kovara me ya “Folklora Me” ku ji sê mehan carekê dertê, va li ber çapê ne.

Ji xwendevanên Xwebûnê peyama te ya dawîn hebe kerem bike

Hêvî dikim xwendevanên Xwebûnê li hember her cureyên vîrusan xwe baş biparêzin.

Ji bo hevpevyînê em spas dikin.

Di 1978’an de li gundê Mêrdînê Cirnikê çêbûye. Li Zanîngeha Çukurovayê beşa felsefeyê qedandiye. Mastera xwe di 2013’an de li Zanîngeha Artukluyê û doktora jî di 2018’an de li Zanîngeha Zaxoyê li ser sentaksa kurmancî kiriye. Niha li Amedê li Weqfa Mezopotamyayê wekî koordînator dixebite.