spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji kerba krîzê bi canê xwe ketin

Li Tirkiyeyê demeke dirêj e, ji hêla desthilatê ve polîtîkayên antîdemokratîk tên meşandin û mafên mirovan tên binpêkirin. Ev pêkanînên li Tirkiyeyê bandoreke neyînî li jiyana mirovan dikin. Hatiye wê astê ku mirov nikarin bixebitin. Ji ber ku çalakiyên demokratîk jî li welat hatine qedexekirin, mirov nikarin dengê xwe li dijî vê rewşê derbixin û daxwazên xwe bînin ziman.

Dawî li jiyana xwe tînin

Welatiyên ku ji ber qedexeyên ji hêla desthilatê ve nikarin li dijî krîza siyasî û aborî derbikevin, serî li întîharê didin. Di nav hefteyê de li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, nêzî 10 kesan ji ber krîza aborî û rewşa siyasî xwe kuştin.

Destpêkê, 16 sibatê li bajarê Konyayê ajokarê qamyonê M.Ç. ji ber pirsgirêkên aborî xwe kuşt. Di heman rojê de li navçeya Erdîşê ya Wanê jî welatiyê bi navê Geylanî Kamer, li mala xwe, xwe kuşt.

17’ê sibatê 3 kes

Rojek piştî van xwekuştinan, 17’ê sibatê li Şirnex, Amed û Stenbolê 3 kesên din xwe kuştin. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê welatiyê bi navê Nezîr Kiliç xwe ji avahiya qeymeqamiya Cizîrê avêt û mir.

Walîtiya Cizîrê têkildarî xwekuştina Kiliç daxuyanî da û angaşt kir ku Kiliç ji ber ku nexweş bûye xwe ji avahiya qeymeqamiyê avêtiye. Hevjîna Kiliç Kîbariye Kiliç got ku walîtî derewan dike û diyar kir ku hevjînê wê ji bo alîkariyê çûye qeymeqamiyê û ji ber ku rayedaran ew guhdar nekiriye xwe ji avahiyê avêtiye.

Li kolana Hunerê ya semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê jî çawişê pispor Kadîr Toskar bi çeka xwe, xwe kuşt. Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Hakan Taşdemîr jî li Stenbolê xwe kuşt.

18’ê sibatê 2 kes

Di 18’ê sibatê de jî xwekuştinan berdewam kir û 2 mirovan ji ber şertên welêt xwe kuştin. Li Stenbolê karkerê Şaredariya Zeytînbûrnûyê Yavûz Selîm û li Enqereyê jî mamosteyê bîrkariyê Înan Avşar jî dawî li jiyana xwe anîn. Avşar, beriya ku xwe bikuje dîmenek weşand û xwest ku malbat zarokên xwe neşînin dibistanan.

19’ê sibatê 2 kes

Di 19’ê sibatê de li Îzmîr û Antalyayê jî welatiyên bi navê Onûr K. û Halît Yilmaz xwe kuştin. 26 hezar û 450 lîra deynê Yilmaz ê banqeyê hebû. Yilmaz li pey xwe nîşeyek hişt û got ku ji ber ku nikare deynê xwe yê banqayê bide dawî li jiyana xwe aniye. Herî dawî 20’ê sibatê li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê karkerê bi navê Bayram Komurcu, li depoya kargeha ku lê dixebitî, xwe kuşt.

Balkêş e, ji bo xwekuştina van mirovan ji hêla desthilatê ve tu daxuyanî nehat dayîn. Li gel vê rewşa kambax jî desthilata AKP’ê di polîtîkayên xwe yên şer û antîdemokratîk de israr dike.