23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Komîteya Diyaloga Navxweyî ya KNK’ê banga diyalogê

Komîteya Diyaloga Navxweyî ya KNK’ê têkildarî aloziya li başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de hat xwestin ku bi awayekî lez û bez hêzên kurd dawî li şer û rageşiya heyî bînin û bang li hemû hêzên Kurdistanî kir ku hîn bêhtir diyalogê bikin.

Daxuyanî wiha ye: “Dijwarî û aloziya di navbera çend hêzên Kurdistanî gihîştiye asteke metirsîdar. Vê rewşê xelkê Kurdistanê xistiye nav fikaran. Şerê medyayî û dijbertiya di navbera hêzên Kurdistanî de gelê Kurdistanê xistiye rewşeke wiha kambax, ku rojên tarî yên şerê navxweyî bi bîr tînin. Bêguman ev rewş ji neyarên Kurdistanê re derfetek e.

Di şert û merceke wiha de şerekî navxweyî dê ji bo kurdan xetereyek pir mezin ava bike. Destkeftiyên ku bi bedelên giran bi dest xistinê ew ê winda bikin.  Wê demê dê  kesek ji dost û hevalên me jî bi dengê me ve neyê.

Li aliyekî din gelek derfet ji bo gelê kurd û hêzên wê yên siyasî hene. Heger ku ev derfetana baş binirxînin dê serfeftinên mezin bi dest xistin.

Me, weke Komîteya Diyaloga Navxweyî ya ku ji çend dezgeh û kesayetiyên her çar beşên Kurdistanê pêk hatiye, dest bi hewldana navbeynkariyê û xweşkirina zemîna diyalogê kir.  Şandeya  komîteyê serdana her du aliyan û piraniya aliyên Kurdistanî yên din kir. Em ê vî karê xwe bidomînin û ji bo aştî û aramiyê çi bikeve ser milê me em ê bikin.

Em daxwazê ji rêxistin û partiyên hemû beşên Kurdistanê dikin ku ew ji bo aramkirina rewşê helwesteke ji dil nîşan bidin û bikevin kar û xebatê

Em ji endam û dilxwazên her dû hêzan û xelkên Kurdistanê bi giştî daxwaz dikin ku ew bêhtir bi berpirsiyarî tevbigerin û  li ser medyayên dijital û kenalên tevna civakî êrîşên li dijî hev rawestînin û agirê nekokiyê bêhtir geş nekin.

Ji me hemû kurdistaniyan tê xwestin ku em bi şêwazên  demokratîk li dijî nakokiyan dengê xwe hildin.”