23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Konferansa Jinan ya HDK’ê banga têkoşînê

Meclîsên Jinan a Konferansa Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma ‘Em li dijî dewleta mêr serî hildidin em ê bi ser bikevin’ 11’emîn Kongreya Jinan ya Giştî ya Awarte li darxist. Konferans bi axaftinê jinan didome.

Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû destpêka konferansê de hemû jinan berxwedêr û jinên ji bo azadiyê li berxwe didin bibîrxistin û wiha got. “Em di pêvajoyeke ku hewl tê dayîn têkparêzî bê avakirin de, konferansa xwe li dar dixin. Modernîteya kapîtalîst û baviksalarî zordariya xwe ya li ser jinan zêde kirine ku krîza xwe ya pêkhatî derbas bikin. Jinan ligel hemû zextan jî, ji Şîliyê heya Meksîkayê, ji Arjantînê heya Misirê, li çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê, em jin her tim li pêş bûn û me destûr neda ku jinên kole pêş bixin.  Me li dijî zextên li ser destkeftiyên jinan, qanûnên baviksalarî, êrişên hikûmetê û qedexeya kurtajê li ber xwe da. Nûnerên dewleta mêrperst, dixwazin şerê nû pêş bixin. Ew bêtir rêbazên ber bi çav û cuda bi kar tînin. Tekane tişta ku ji bo gel û civakan rewa dibînin şer, xwîn û rondikên çavan in.”

‘Em ê tekoşînê jinan mezin bikin’

Îdîl Ûgurlu da zanîn ku dê têkoşîna di navbera tevgera jinên tirk û tevgera jinên kurd de ya li dijî her cure zextên hikûmetê bi ser bikeve û ev peyam da:”Em ê bi pêşxistina rêbazên nû têkoşîna jinan a enternasyonal mezin bikin. Em ji yên qesrê re cardin dibêjin, ji têkoşîna jinan a li Tirkiyê û Kurdistanê bitirsin. Ji ber ku em ê jiyana civakî bihûnin. Em ê li her derê rêxistinbûn û jiyana civakî ava bikin. Em ê bi berxwedana jinan, wan ji qesran derbixin.”

‘Ji bo çareseriyê hewce ye em bibin yek’

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz di axaftina xwe de diyar kir divê ji bo çareseriya meseleya kurd gav bên avêtin û ne tenê gelê kurd divê hemû gelên li Tirkiyeyê ji bo vê pirsgirêkê bibin yek.

Peymana Stenbolê

Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elif Torun Oneren bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û diyar kir ku ked û mafên jinan di vê serdemê de hatine binpêkirin. Her wiha bal kişand ser Peymana Stenbolê û got ji bo feshkirina Peymana Stenbolê ew ê qeneh nebin.

Berdevka Giştî ya Meclîsa Jinên Sosyalîst  (SKM) Deniz Aktaş diyar kir îktidara siyasî êrîşa li ser Peymana Stenbolê û mafên wan didomîne û got wan bi têkoşîna xwe Peymana Stenbolê qezenc kirine û ew ê bi têkoşîna jinan ya antîfaşîst, têkoşîna xwe bidomînin..

‘Dewlet kujeran diparêze’

Hevseroka Giştî ya Partiya Avakirina ji nû ve ya Sosyalîst Canan Yuce da zanîn desthilatiya  AKP-MHP’ê çareseriya rizgariya ji qeyranê di avakirina zextan de dibîne û got dewlet bi daxistinên tahrîkên neheq, kujeran diparêze. Yuce got ew ê têkoşîna xwe ya jinê nû bikin.

Avakirina bingeha têkoşîna hevpar

Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag Karahali  da zanîn erdnîgariya Tirkiyeyê bi komkujî, zext û mêtingeriyê tê bibîranîn û got me dizanîbû pergaleke çetewarî heye. Akdag da zanîn ku ya pêdivaya wan jê heye avakirina bingeha têkoşîna hevpar a li nav welat û derveyî welat e.

Herî dawî ji Jina Demokrat a Nû Nurgul Uci da zanîn ew ê bi jinên HDK’yî û hemû jinan li kolanan bin û li dijî êrişên faşîst bi hev re têbikoşin.

Piştî axaftinan 11’emîn Konferansa Giştî ya Awarte ya HDK’ê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.