Sunday, September 19, 2021

Ji kûçikan û îtalyanan re qedexe ye!

Nijadperestî, baweriyek e ku hin komên mirovan li gora xuyangên xwe yên dîtbarî û nijada xwe, li gora mirovên dîtir xwe mezin, ciyawaz û taybet dihesibînin. Ji ber vê ciyawaziyê jî, pêşdarazî, cihêkarî û dijminantiyek li hemberî yên dîtir nîşan didin.

Di zanyariya civakî ya hemdem de gotinên weke nijad û etnîsîte weke du têgehên ji hev cuda têne pênasekirin. Peyva etnîsîte bi gelemperî têkîldarî peyva nijadê tê binavkirin û li gora xusûsiyetên jidaybûnê yên weke esl û fesl û tevgerên hevpar tê dabeşkirin. Peymana Yekitiya Dewletan (UN) van her du peyvan weke hev dipejirîne û taybetiya nijadî bi awayekî zanistî ji bo şermezarkirinê rewa dibîne. Û pê re jî tê aşkerakirin ku ev ciyawazî ne bi nivîskî û ne bi tevgerî bi ti awayî nikare rewa were nîşandan.

A rast, têgeha nijad û nijadperestiyê di serdema emperyalîzma Ewropa û têkîldarî mezinbûna kapîtalîzmê de jî di bazirganiya koledarkirina Atlantîkê de weke têgeheke modernî derketiye holê. Lê bi taybetî di sedsala 19’an û serê sedsala 20’î de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û di serdema Apartheidê de li Başûrê Efrîkayê sedema cihêkariya li dijî mirovan bi xwe bû. Nijadperestî di Holokosta Cihûyan, Qirkirina Ermeniyan, Qirkirina li Balkanan û li Sovyeta kevin bi berbelavkirina kêmaran û gelek aliyên cîhanê ji bo birêvebirina pergalan weke proje hatiye kirin. Bi taybetî jî her tim gelên niştecih ên qedîm tûşî nijadperestiya yên din hatine. Lê ji ber helwesta pozîtîvîst a zanyariyê neteweya kurd naxin nava wê kategoriyê û nayê dîtin û hesibandin ku weke neteweyeke ji sedsalekê zêdetir bi helwestên tunekirin û qirkirinê tê xwestin ji holê were rakirin.

Ger em dev ji têgehên pirtûkan û teoriyên zanîn û zanistan berdin û li gora pratîka dewletên roja me nirxandinekê bikin, em ê bi hêsanî sedem û tevgerên mirovên nijadperest karibin binirxînin û aşkera bikin. Ji ber ku hemû xwendevanên vê nivîsê yê bi eslê xwe kurd, biçûk an mezin, di kêliyek an gelek kêliyên jiyana xwe de tûşî tevgerên tund ên nijadperestiyê hatine û hê jî tên. Hewcedarî pê heye ku xwende û pisporên qada akademî û zanistên civakî yê kurd vê mijarê kategorîze bikin û bi awayekî zanistî li her derên cîhanê pêşkêşî warên xwendewariyê bikin. Siyaseta ku li ser navê çewisandin û eciqandina kurdan tê kirin jî divê van xebatên zanistî ji xwe re weke cihêtname qebûl bikin û daw û doza xwe ya mafdar pêşkêşî mirovatiyê bikin.

Îcar; nijadperestî ne ew tevger e ku mirov navê nexweşiyê lê bike û kesên xwedî helwesta nijadperestî jî nexweş rê bidin. Ev rê û rêbazeke pergala nijadperestiyê ye ku hemû zagon, dad û hiqûqa xwe li gora vê sazûman dikin û li hemberî yên dîtir bi kar tînin. Bûyera dawî ya li HDP’ya Îzmîrê qewimî, ne bûyereke hêsan û şexsî ye ku nijadperestekî tirk xwestiye jineke kurd gulebaran bike û dilê xwe pê hênik bike. Ji roja bûyerê û heta niha, helwesta rêvebirên pergalê, alîgirên wan, tiroleyên (troll) wan ên li ser tora civakî bi gotin û nivîs û helwestên xwe didin aşkerakirin ku ev kirineke bi plan û bername ye û haya berpirsên pergalê jî jê heye. Pê re têkildar jî bêdengmayîna dewletên Ewropa û dewletên ku xwe weke berdevkê wekhevî û biratiyê dihesibînin jî xaleke girîng raberî me dike ku her welatên ku bi hemr û boderayê xwe xemilandine û xwe weke welatên herî baş nîşan didin, di eslê xwe de rabirdûya wan bi mînakên nijadperestiyê dagirtî ne. Her çiqas gelekan ji wan bi zagon û sizadanê xwestine rê li ber van helwestên neyînî bigirin jî tovê xwemezindîtinê tu caran ji GEN û hesinê hin mirovan dernakevin û dê ev tov derbasî nevî û nevîçirkên wan jî bibe. Ev carna bi sedema têkiliyên aboriyê tê nirxandin, carna bi dabeşkirina welatan weke welatên cîhana yekemîn, cîhana duyemîn û hwd. tê pênasekirin. Lê ji hebûna mirov û vir ve ev helwest –ne nexweşî- ji teref hinekan li hemberî hinekên din hatiye rêdan û îro li ser navê modernîteyê bi awayekî tundtir tê rêdan.

Li welatekî weke Swîsreyê ku nêzîkî nîviyê gelheya wê ji penaberan pêk tê, di zagonên xwe de rê li ber cihêkariyê girtiye, bi rêveberiyên pirreng û pirdeng dixwaze ji cîhanê re bibe nimûne, em dibînin ku ne demeke pir dûr lê beriya bi pêncî salekê çi rewşên xirab ên mijara nijadperestiyê hatine jiyîn.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û di nîveka sedsala 20’î de ku koçberên di sînorê Îtalyayê re dihatin vî welatî, tûşî tevgerên seyr û xirab dihatin. Li rawestgeha trênê ya bajarê Brigê yê li ser sînorê Îtalyayê peywirdarên swîsrî ava DDT’yê dipijiqandin ser îtalyanan, venêrîneke tibî ya çorsî li wan dikirin û li hangareke trênê bi awayekî şûtûrût di serma û seqemê de ew didan şûştin. Hin mirovên ku serma digirtin û bi zatureyeke dijwar dimirin, di çapemeniyê de nedibûn nûçeyeke biçûk jî. Li gora destnîşankirina Oscar Tosato yê ku niha li bajarê Lozanê berpirsek e, di salên 1960’î de li kantona Bielê li ser lotikxaneyekê nivîsa, “Ji kûçikan û îtalyanan re qedexe ye” hatibû daleqandin û ev nivîs demeke dirêj daleqandî maye. Pişt re nivîsên bi vî awayî li ser camên kafeyan jî hatine dîtin. Dîsa hin rêveberên partî û hikûmetê ku bi eslên xwe îtalyan in helwestên mirovên rasîst bi vegotina wan rojan rave dikin. Yek ji vana Claudio Micheloni ya senator e û dibêje: “Dema ez sê salî bûm, li kantona Neuchâtelê di malekê de bi qasî du salan di paş deriyên girtî de mam.”

Helbet gotinên gelek mirovan hene ku hem êşbar in û hem jî daxbar, lê dema gotin ji devê mirovên xwedî statuyekê derdikevin, hingê çapemenî û pergal mecbûr dimîne ku cih bide gotinên wan. Massimo Lorenzoyê li kantona Cenevreyê dijî, hîna jî bi çûn û hatinên xwe yên nava Cenevre û Îtalyayê nizane wê xwe aydî ku derê bibîne û ji ber van çûn û hatinan di navberê de maye. Lorenzo dibêje: “Ez li dijî hemû celeb niştimanperweriyên pîroz, derzîkirî me. Ez ne welatekî ku dê hezkirina zêde jê re were nîşandan û ne jî aleke ku dê mirov li binê wê ji ser hişê xwe ve here…” Mirov xweziya xwe tîne ku di rastiyê de derziyek nijadperestiyê hebûya û salekê carekê nijadperest bihatana derzîkirin.

Lorenzo û hemnijadên wî yên îtalyanî gelek caran li gotinên weke Rital, Piafs, Pioums, Maguttes, Spagetti ku di kurdî de tê wateya Biyan, Qijaka Zişt, Zilamê Kêrbel, Meqarneya Dirêj rast hatiye ji ber ku li parçeyê zimanfransî yê Swîsreyê ev gotin ketine ferhenga Fransî.

Em dikarin ji fîlmê derhêner Alvaro Bizzari yê bi navê The Sasonal (1971) vê rewşa navneteweyî ya îtalyanan helwesta du komên ewropî ya li hemberî hevdu li ser ekranê temaşe bikin. Îcar helwesta li dijî mirovên Asyayî û Efrîkayî, bê lome be!..