19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Mazlûm Ebdî banga yekitiyeke stratejîk

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser başûrê Kurdistanê peyam parve kir.

Mazlûm Ebdî ji bo pêşmerge û welatiyên sivîl ên jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û wiha got: “Em êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî hêzên pêşmerge û başûrê Kurdistanê bi fikariyeke mezin dişopînin.

Em şehîdên xwe yên di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane, bi hurmet bi bîr tînin. Em bi teqezî dibêjin ku hewceye li dijî êrîşên DAIŞ’ê de di warê ewlahî û koordînasyona leşkerî de yekitiya xwe bi hêztir bikin û ji bo ji holêrakirina xetereyan yekitiyeke neteweyî bûye pêwistiyeke stratejîk.”