20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji min gotin

Îro salvegera wefata helbestkar û nivîskar Arjen Arî ye û em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi boneya salvegera wefata nemir Arjen Arî em nivîseke wî ya salek beriya ku xatir ji me bixwaze nivîsandiye, ji xwendevanên xwe re parve dikin. Ev nivîs di 7’ê cotmeha 2011’an de di rojnameya Azadiya Welat de hatiye weşandin.

Nivîs wiha ye:

Ji min gotin

Arjen Arî

Qertelê ku li bilindahiyên nêzî ewran ba dike binê çengên xwe û li jorê, ji ber perê ezman dikeve temaşeya serzemînê, bîr dibe ku rojekê dê jihemd û hêlê xwe bikeve, nema karibe bifire?

Qertelê fêrî jiyana li lûtkeyên çiyan û geşt û seyrana li ezmanan, mixabin; rojek tê wekî me mirovên ku ji qidûm dikevin, ew jî nema dikare nola rojên dirabirdûyê de ba biêxe bin hukmê baskên xwe.

Zeman bêe’mr e, lê em?

Ji bilî xwe; zemanê ku her tiştî mîna paçekî digivêşe û li hêleke demê dirizîne, bi tiştekî nikare: Gotin!

Kurdan gotine, ‘ga dimire çerm dimîne, mêr dimire nav dimîne’!

***

Gelek gotinên ‘gayî’, gotinên hêjayî zêr û duran ji me re man, gelek jê jî wekî li ba loda kayê ketin ber bayê û çûn û çûn…

Gotin ‘ga’ be, ‘çermê’ gotinê nivîs e.

Helbet gotin jî mayînde ye; lê ne biqasî nivîsê.

Piştî peydakirina elfabayê, nivîsê ji helekê ve ‘pişt’ li gotinê şikand, li hêla din ew kir xet û suretekî nemir dayê!

Temenê gotinê ji yê nivîse ‘kal’tir be jî, ew ne ‘niştecî’ ye.

‘Gotin’a ji zemanên bêsalix di geşt û seyrana zeman de rêwî, bi saya nivîsê bicih û biwar bû, û bû ‘ niştecî’.

Li ser vê axê bi saya Simeriyan, gotin li ser qahfikên kilî ji ‘rêwîtiyê’ rizgar bûbe jî; em ên ku em wekî ‘hevçengê dîrokî ên Simeriyan’ li xwe dimeyzênin û nav di xwe de didin, mixabin di vê serdemê de ku di destekî me de ‘şûr’, di destekî me de ‘kevok’ û me xwe bi hemû hêz û şiyan û baweriya xwe, xwe dirêjî azadiyê kiriye, bi xwendin û lêxwedîderketinê, em azadiyê nadin zimanê xwe.

***

Di hevpeyvînekê de xoşewîst Zana Farqînî bala me dikişîne ser rastiya me ya di navbera ziman û xwendina nivîsê de: Xwendina bi zimanê kurdî zêde bûbe jî, axaftin her ku diçe kêm dibe!

Di civateke ku gotin serdestê jiyanê be û ew civat hê jî ‘civateke guhdar be; heke axiverên zimanekî her roj kêm bibin, em ê vê ‘kêmasiyê’ bixin stûyê kê?

***

Heke rewş wisa be- ku wisa ye û belkî jî zêdetir divê em kumê xwe ji serê xwe bikin û deynin ber xwe û biramin: Li hêlekê terhên ku ji bo dahatûyeke ronî, -hê bi ciwaniya xwe şanebûyî dikevin û em wan bi destê xwe dispêrin bextê axa sar, li hêla din hezarên ku di zînadanan de li hêviya hilatina rojê, li hêla din rewşenbîr û siyasetmadarên ku pulekê bi zimanê kurdî nadin .

Kalê hişmendiya neteweyî divê babetê de wisa gotiye wisa nivîsiye:

…………………………

Ev pûl-î eger çi bê buhan e

Yekrû ne û saf û bêbuhan e

Bê hîle û xurde û temam in

Meqbûlê miamela ewam in

Kurmancî ye sifr e , bê guman e

Zêr nîn e , bibên sipîde mane

Kurdî di çavên hinekan de sifr be jî, bi qasî lêxwedîderkatina ‘ewam’ê dikare veguhere zêrîtiyê.

Ji min gotin!