Saturday, Mijdar 27, 2021

‘Ji miriyên me jî ditirsin’

Komeleya Şêx Seîd û nûnerên partiyên siyasî li Qada Deriyê Çiyê ku Şêx Seîd û hevalên wî,  96 sal berê lê hatibûn darvekirin, bibîr anîn. Nûneran saziyan anîn ziman ku zilma desthilatê îro jî berdewam dike û xwestin cihê gora Şêx Seîd bê eşkerekirin.

Komeleya Şêx Seîd û Hevalên wî, têkildarî salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî li Qada Deriyê Çiyê (Qada Şêx Seîd) ya Amedê çalakî li dar xistin. Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat, Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan, rêveberên HDP’ê, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya û endamên komeleyê beşdar bûn. Komê di çalakiyê de wêneyê Şêx Seîd vekirin.

Pirsgirêk bi kuştinê çareser nabe’

Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî Mehmet Kasim Firat diyar kir ku demek dirêj e zilm li kurdan tê kirin û wiha got: “Pirsgirêka kurdan bi kuştin û gefan xelas nabe. Yek kuştin bi hezaran ji dayik bûn. Ev polîtîka ne rast in. Bila çand û zimanê kurdan nas bikin. Kurd hebûn û wê her hebin jî. Divê em xwedî li dîroka xwe derkevin. Darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî lanet dikin. Ew şehîdên me ne, rêya wan rêya me ye.”

 ‘Desthilatan şer hilbijartin’  

Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier jî Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî û wiha axivî: “Bi salan e kurd li vê derê dijîn ji cihekî din nehatin. Berxwedana wan jî ne sekini, berdewam kir. Em niha cihê gorên wan nizanin. Zilma wan desthilatan îro jî didome. Heke wê rojê ji van zilman re çareyek hatibûya dîtin ev bûyer nedihatin qewimîn. Lê wan desthilatan ji aştiyê re tu helwest negirtin, şer hilbijartin û wiha berdewam kirin. Ev pirsgirêk neyên çareserkirin wê aştî neyê. Daxwaza Şêx Seîd û hevalên wî çi be îro daxwazame jî ew e. Em dixwazin li ser axa xwe bi çand û zimanê xwe bijîn. Heta ku em bigihin armanca wan em ê xebatên xwe bidomînin.”

 ‘Li dijî zilmê derketin’

Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya jî daxuyanî xwend û got: “96 sal berê Şêx Seîd û hevalên wî şehîd kirin. Li dijî zilm, înkar û ji holê rakirinê derketin. Ligel bi ser berxwedana 1925’ê re 96 derbas bûn jî rastiya civakî û dîrokî hêj bi hemû aliyên xwe ve nehatiye derxistin. Ligel biryarên darvekirinê ya derbarê Şêx Seîd û hevalên wî bi ûsûla xwe nehat kirin cenaze jî teslîmî malbatan ne kirin. Bi vê yekê xwestin bikevin pêş hem berxwedana wan a mafdar hem jî jiyîna navên wan.”

Kaya da zanîn ku cihên gorên Şêx Seîd, Xalît Begê Cibrî û hevalên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Seîdê Kurdî û gelek navên rewşenbîrên kurd nayên zanîn û got: “Ji miriyên me jî ditirsin. Ev biryara polîtîk bi tu rêgezên hiqûqî, exlakî û însanî nikare were aşkerakirin.”

Kaya diyar kir ku ev helwesta li dijî miriyan nayê ravekirin û wiha got: “Ligel ku Dadgehên Îstîklalê ji holê hatin rakirin jî îro girtekên dadgehê yên Şêx Seîd û heval ên wî nehatin aşkerakirin. Banga me ji vir ewe ku di serî de Şêx Seîd û hevalên wî, Xalit Begê Cibrî, Seyîd Riza, Seîdê Kurdî û hemû miriyên me yên din re gorekê dixwazin. Em ê girêdayî îdealên wan ên ku di oxira wê de canên xwe dane bin.”