24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji nav weşanên Darayê 2 berhemên nû derketin

Ji nav weşanên Darayê yek jê berhemeke lêkolînî  yek jê jî çîrok 2 heb berhemên nû hatin çapkirin. Nivîskar Sebahattîn Sumelî bi berhema xwe ya bi navê “Ji Destpêka Dîrokê ve Civaka Xwezayî”, çîroknûs Reşad Kemal bi berhema xwe ya çîrokan a bi navê “Kût” tev li nav warê ziman û edebiyata kurdî bûn.

Ji Destpêka Dîrokê ve Civaka Xwezayî

Nivîskar û lêkolîner û rojnamegerê kurd Sebahattîn Sumelî bi naskirina Tevgera Azadiyê re tev li xebat û çalakiyên civakî dibe û ji ber karûbarên xwe yên di çapemeniya kurdî de û çalakiyên xwe yên civakî demekê tê girtin. Sumelî nêzî 10 salan di girtîgehê de dimîne û bingeha vê berhema xwe jî li girtîgehê lê dike. Di berhemê de serdemên girîng ên xweza û mirovahiyê beş bi beş hatine nirxandin û nivîskarî bi bergeheke fireh li ser mijaran hûr bûye. Her wiha Sumelî di çarçoveya dîrok û herka deme de behsa karîgeriya çanda neolîtîkê û şoreşa neolîtîkê kiriye ku şopên wê hê jî li ser civakan heye. Berhema Sumelî di biyavê dîroknasiyê de berhemeke  berbiçav e ku bi kurdî hatiye nivîsîn. Berhem ji 284 rûpelan pêk tê.

Kût

Berhema nîvîskar û çîroknûs Reşad Kemal ya ewil a çîrokan “Kût” ji nav weşanên Darayê derket. Di van demên dawî de deng û rengên cuda tev li edebiyata kurdî ya hevçax dibin. Reşad Kemal ji Serhedê, ji Îdirê ye. Di berhema Kemal de tevahî 11 çîrok cih digirin. Çîrokên di berhemê de cih digirin ev in: “Bihara Sivik, Kût, Gregor Samsa an jî Gorbegor ‘Eysa, Karton Nimêjê, Jêrenot, Parka Zarokên Azad, Rukiye, Bira, Çêleka ku Nikare Bêje ‘Mooo’, Çûka li ser Darê, Clark Kurd”