18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ji ol û rêxistinkirina êzidiyan ditirsin’

Di 7’ê kanûna 2021’ê de balafirên bêmirov ên dewleta tirk, di roja yekemîn a Rojiya Êzî de êrîşî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda kir. Di êrîşê de Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da. Di 9’ê kanûnê de cenazeyê Merwan Bedel ji aliyê bi hezaran kesan ve bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet, li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan spartin axê. Ji bo Merwan Bedel konê sersaxiyê hat danîn. Hemû saziyên Rêveberiya Xweser, oldar, eşîr û xelkê gundewarên Şengalê, kom bi kom serdana kon kirin.
Hevserokê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Emer Saleh der barê êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Şangalê nirxand.

Saleh li ser armanc û sedema êrîşan rawestiya û wiha got: “Bi salan e dewleta tirk û hevkarên wê, van êrîşan plan dikin. Civaka me îro xwedî îrade ye. Îro însanên ku dikarin civaka xwe bi rê ve bibin û pêşengiya wê bikin, dijmin wan dikin hedef. Îro dewleta tirk û hevkarên wê PDK û dewleta Iraqê ev êrîş bi hev re plan kirin û siyasetmedarên me kirin hedef. Kesên dibin hedef bi fikrên xwe dikaribûn rê li pêşiya DAIŞ’ê û van êrîşan bigirin. Ev plan û êrîşên li dijî hevalên me, berdewama plana bi sedan salan a li dijî xelkê Şengalê ye. Beriya 2003’ê û heta niha jî ev plan û hedef li ser xelkê Şengalê didome. Ji bo xelkê êzidî ji war û axa wan dûr bixin van êrîşan dikin. Armanc dikin ku xelkê êzidî ji axa êzidxanê dûr bixin.”

‘Berê em qehremanên xelkê bûn’

Saleh anî ziman û îro xelkê êzidî bûye xwedî vînek azad û dikare li ber xwe bide û wiha axivî: “Xelkê me îro bûye îrade û xwe perwerde dike. Însanên me berê nizanibûn perwerde, siyaset û hêz çiye, lê îro xwedî perwerde, siyaset û hêz in. Berê însanên me qehremanên xelkê bûn. Me bi hezaran şehîd di ber axa Iraqê de dan. Lê îro em ji bo axa xwe şer dikin. Ev êrîş bi destê dewleta Iraqê pêk tê. Eger agahiya wan tunebûya û destê wan di van êrîşan de nebûya, niha der barê şehadeta Mam Zekî, heval Seîd Hesen û bi sedan însanên din de lêkolîn kiribûn. Heta niha me tu lêkolînek û lêpirsînek bi hêz ji dewleta Iraqê nedît. Dîsa me tu lêkolînek ji herêma Kurdistanê jî nedît.”

‘Hikûmeta Başûr hevkariyê dike’

Saleh, bal kişand ser polîtîkayên PDK’ê û wiha lê zêde kir: Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkariya DAIŞ’ê kir. Çawa hevkariya DAIŞ’ê kir? Dema Şengal radestî DAIŞ’ê kir, tê wateya ku nexwest li dijî DAIŞ’ê şer bike. Naxwaze ev dîrok û ev însanên vir li vir bijîn. Naxwaze ev ol bimîne. Ev şerê taybet li dijî ola êzidiyan e. Êrîş û planên li dijî êzidiyan xelas nebûne. Rast e DAIŞ hat tunekirin. Lê dîsa fikra DAIŞ’ê didome. Ew mirovên hevkariya DAIŞ’ê dikin dîsa dijîn. Plana li ser ax û civaka êzidiyan didome. Her êrîşên li ser êzidiyan pêk tên, di rojên pîroz de çêdibin. Êrîşa li dijî Mam Zekî di roja pîroz de pêk hat. Dewleta Iraqê jî û dewleta tirk jî hevkarê van êrîşan e. Dewleta tirk DAIŞ’ê xwedî dike û hevkariya wê dike. Naxwazin êzidî careke din bibin xwedî îrade. Çima ev êrîş pêk tên? Ji ber ku êzidî bûne xwedî vîn. Dikarin xwe bi rê ve bibin. Ji ber vê yekê ferman berdewam e.”

‘Dê êrîş encam negirin’

Saleh, da zanîn her ku êrîş dikin qehreman jî zêde dibin û wiha berdewam kir: “Ew dijmin e. Mirov nikare ji dijmin hevî bike. Ew êrîş dike. Em jî mecbûr in li ber xwe bidin. Em ji bo ola xwe, hebûna xwe û dîroka xwe mecbûr in li ber xwe bidin.”
Saleh li ser hedefgirtina pêşengên êzidî jî rawestiya û wiha domand: “Li dîrokê binerin, beriya Mam Zekî, Zerdeşt û Seîd Hesen, kesên vîna wan hebû dîsa kiribûn hedef. Qebûl nakin êzidî bibin xwedî îrade û xwe bi rê ve bibin. Qebûl nakin hebûna xwe biparêzin. Naxwazin êzidî tifaqa xwe çêbikin. Ji ber vê yekê êrîş dikin. Dixwazin êzidî wekî beriya 2003-2004’an koleyên wan bin. Lê êzidî xwedî îrade ne û dikarin xwe biparêzin. Êzidî dikarin fermandaran û mamosteyan ji xwe re bigihînin. Dikarin hêza xwe ava bikin. Îro roj bi roj îrade û hêza êzidiyan xurtir dibe. Em di wê baweriye de ne, bi şehîdbûna hevalên me nikarin bi serkevin. Em bi hezaran jî şehîd bikevin, em ê bi hezaran jî bikevin cihê wan. “
Emer Saleh li ser tirsa êrîşkaran jî rawestiya û wiha got: “Şengal ji her alî de xwedî qîmet e. Ji ber vê yekê dewleta tirk, PDK, Iraq û DAIŞ ji çar alî ve êrîş dikin. Dewletên li dora me tev xêra êzidiyan naxwazin. Çima? Ji ber em li ser dinekî paqij in. Dînekî ku destûrê dide her însanî. Dema ev dîn û rêxistin bi serkeve, ewê carek din nikaribin êzidiyan tune bikin. Îro ew êzidiyên belav bûne carek din vedigerin ser axa xwe ya pîroz. Îro êzidî natirsin. Ev rêveberî îro di aliyê siyasî, navneteweyî û leşkerî de xwe xurtir dikin. Ji ber vê yekê dijmin naxwaze bibe xwedî vîn. Îro êzidî tola xwe hildidin. Ew ditirsin ku êzîdî bi hêz bibin ev hesab ji wan bê pirsîn. Ji ber vê yekê naxwazin êzîdî bi pêş ve biçin.”

Saleh, herî dawî da zanîn ku Tirkiye ne bi hevkariya PDK’ê be nikare van êrîşan pêk bîne û wiha bi dawî kir: “Îro PDK’ê piştgirî nedabûya Tirkiyeyê, Tirkiyeyê nikaribû li herêmê bi cih bibûya. PDK hêzê dide dewleta tirk. Îro bi hinceta PKK’ê êrîşî Şengalê dikin. Heke casûsê wan li nava Şengalê tunebûya Heval Merwan Bedel nedibû hedef. Divê em tucar destûrê nedin casûsan. Divê em bêtir bibin yek, hêza xwe ya leşkerî, rêveberî û vîna siyasî xurt bikin.”