24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Partiya Vatanê Daxwazên Sosret

Partiya Vatanê, di nav hefteyê de ji bo rakirina nav, peyker û remzên serokên kurd Şêx Seîd û Seyît Riza ku ji aliyê dewletê ve di demên cuda de hatine darvekirin, serî li walîtî û şaredariyên Amed û Dersimê da. Partiyê di serlêdana xwe de xwest ku navên her du serokên kurd li her du bajaran li kuçe û kolanan hatine danîn bên guhertin û peyker û remzên wan bên rakirin. Dîsa di serlêdanan de her du serok jî weke ‘xayînên welat’ hatin pênasekirin.

Seyît Riza bîra Dersimê ye

Vê hewldana Partiya Vatanê li her du bajaran jî rastî bertekên tund hat. Li Dersimê gelek partî, sazî û dezgehên elewiyan bi daxuyaniyên cuda bertek nîşanî Partiya Vatanê dan. Diyar kirin ku Seyîd Riza bîra gelê Dersimê ye û tişta ku tê armanckirin bêbîrhiştina civakê ye. Her wiha anîn ziman ku Partiya Vatanê dixwaze bi vê serlêdanê ser rastiya komkujiya Dersimê binixumîne.

Dê serlêdana sûc bikin

Li Amedê jî Komeleya Şêx Seîd, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî van serlênan da. Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat, diyar kir ku Partiya Vatanê dixwaze kuştin û qetilkirina kurdan bê berdewamkirin û wiha got: “Kesên ku ziman û hebûna kurdan qebûl nakin, bila zanibin ku em ê dev ji ziman û nirxên xwe bernedin.” Firat da zanîn ku ji bo Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogû Perînçek dê serlêdana sûç bikin.