25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji por xeleka min re …

Reyhan Serhan

Sêva min…

Ji ku dest pê bikim jî wê dîsa jî têr neke ku qala te bikim û pênûs jî wê nikaribin te bidin nivîsandin delala min.   Ji bo ku hetanî niha jî naxwazim bawer bikim û ez ê bawer nekim jî ku tu çûyî!

Îro roja 4’ê mehê ye û ew roja bi berfî!

Ew roja ku tu navî nikarim lê bikim!

Ew roja ku ji te hesidîn û ji porên te yên serhilder tirsiyan.

Ji wêrekiya te tirsiyan…

Ji hevaltiya te tirsiyan…

Ji sekna te a wek çiyayê bagokê tirsiyan…

Ji bo wê peşî porên te yên serhilder hedef girtin!

Piştî çûyîna te ev çend sal çebûn û min tim xwe ji nivîsê da alî û wê tu nivîs nikaribin qala te û hevaltiya te a xas û ji dil bikin…

Rojêk ji rojên payîzê bû û min çi zanîbû ku wê ew hevdîtina me bibê a dawî!

Li paytexta dila û ew sekna te a wek çiyayê bagokê…

Hetanî ku hebim ez ê jî wan bîranînên me ji bîr nekim û bidim jiyandin!.

Bi helbesta xwe bi hevaltiya ku wek a te! Dibe ku em wek te ne jîr û jêhatî bin û hetanî ku karibim ez li berxwe bidim. Ji xwe te digot; ‘Berxwedan Jiyan e’

Carna ez xwe pir bi şans dibînim ku min hevalên mîna te nas kirine û xwe tim bextewar dibînim tevî helbesta xwe jî…

Ji xwe te digot; ‘Ez ji helbestê pir hesdikim û ji kişandina wêneyan jî ’…!

Erê cana min, Edûla min a Porzer.

Çi bibêjim û binivîsim jî wê ne bes be ku qala te ji nivşên nû re bikim!

Ji karkerên demsalê re.

Ji malbatên koçber re

Ji karkerên jin yên ciwan re.

Ew xatirxwestina me ku min çi zanîbû we bibe a dawî!

Û ew kibariya te tevlî hemû kar û xebata te jî, te qedir dida hevalên xwe.

Û te min ne şikand hew got; ‘ez qahweyekê vexwum û ji dema min bi qasî ku qahweyekî vexwum heye…’ û heta niha jî ji bo ku te û bîranînên me bidim jiyandin rojê çend qahwan vedixûm ji bo ku ew xatirxwestina me a dawî bi vexwarina qahwê û di bin bêhna pirtûkan de û di payîza Amedê de hetanî ku bijîm wê ew çax û demên me jî bijîn…!

Em hemû deyndarîn ku me we bi tenê hişt! Û wê tu edalet nikaribe

Vê yekê bîne cîh… Li me bibore porzera min…! Li me biborine ku em ji bo we û xwe nebûn alîkar…! ji bo ku niha dinivîsim jî li min bibore delala min…!

Ew mafê me nînê dizanim û qet çenabe jî…!