Monday, September 20, 2021

Ji Rojava heta Afganistanê neteweya bêsînor: Jin

Elîf Can Alkan

Beriya hefteyekê yanî di 15’ê tebaxê de Afganistan bi plan û hevpeymaneke qirêj a navneteweyî radestî Talîbanê hat kirin. Wekî tê zanîn Talîban tevgereke îslamî ya radîkal e û yekane armanca wî jî anîna pergala şerîatê ye. Roja ku Talîbanê dest danî ser rêveberiya Afganistanê gelek dîmenê trajedîk derketin holê ku gel hewl dida xwe ji xezeba Talîbanê xelas bike. Ew dîmenên trajîk carek din jî nîşanî me da ku civakên girêdayî hêzên derve û ne xwedî hêzên cewherî her tim mehkûmê kaosê ne û jiyana wan her tim di destê hêzên desthilatdar de ne.

Lê derveyî dîmenên trajîk dimenên ku hêviya mirovan zêde dikin jî derdikevin holê.
Roja ku ewrên reş xwe li ser Afganistanê pêça, çend jinên wêrek bûn ronahiya di nav tarîtiyê de, li ber deriyê qesra serokkomariyê bi pankartên destên xwe Talîbanê şermezar kirin. Ew jinên wêrek ku tevî dizanîbûn dê ji aliyê Talîbanê ve bên qetilkirin jî nexwestin serî li hemberî pergala mêran bitewînin, bi wê çalakiya xwe bûn dengê jinên afgan û rêya ‘divê civak li dijî pergala hov çi bike’ nîşan dan.
Bûyereke din a balkêş jî biryara vegera jineke afgan a bi navê Mehbûba Serac bû. Mehbûba Serac çalakvaneke mafê mirovan e. Bi salan e ji bo mafên jin û zarokan xebatan dike. Serac seroka Navenda Pêşxistina Hunerên Jinên Afgan e. Heta beriya 2 hefteyan ev jina wêrek li DYA’yê bû. Lê wê biryar da ku vegere welatê xwe û li Afganistanê bijî. Mehbûba der barê biryara xwe de wiha got: “Ez jineke afganî me û divê vegerim welatê xwe. Berpirsiyariya min ji bo hemû jin û zarokên ku li wir dijîn heye. Divê ez bi wan re bijîm, ez nikarim dest ji wan berdim û welatê xwe terk bikim.”
Ji aliyê din ve jî li hin bajarên Afganistanê ku hê jî Talîban neketiye wan bajaran, jinan ji bo parastinê çek rakirin. Jinên li dijî Talîbanê çek rakirin, diyar kirin ku dê heta dawiyê ji bo maf û axa xwe li ber xwe bidin. Dîmen û sekna jinên afgan dubare nîşanî me jinan û civakên ku li dijî desthilatdariyê têdikoşin da ku yekane rê berxwedan e.

Jinên Rojava

Di sedsala 21’emîn de mînaka herî şênber ku bi berxwedana xwe bûn îlhama jinên hemû cîhanê jî Şoreşa Rojava ye ku wek Şoreşa Jinan jî tê pênasekirin. Jinên rojavayê Kurdistanê tevî her cureyên êrîşan jî ev zêdetirî 10 sal in pêşengtî ji şoreşê re dikin. Jinên şoreşê bi têkoşîn û rêxistinbûna xwe çeteyên herî hov ên cîhanê DAIŞ’ê têk birin û bûn hêviya hemû jinan. Berxwedana jinên şoreşê kir ku hemû jinên cîhanê xwe li derdora wan bikin yekbeden û şoreşa ednîgariyekê bikin şoreşa hemû jinên cîhanê. Jinên şoreşê ku ji bo hemû jinan bûn îlham û hêvî, di çeperên herî pêş de li dijî çeteyan şer kirin, tev li gelek operasyonên girîng bûn. Gelek jinên di destê DAIŞ’ê de bi taybetî jinên êzidî ku li bazarên koleyan de hatin firotin, rizgarkirin. Jinên şoreşê herêmên xwe ji çeteyan paqij kirin û kincên reş ku sembola zihniyeta qirêj a çeteyan bûn û li ser jinan ferz kiribûn, çirandin. Gelek jinên ku kincên reş ji ser xwe avêtin, bi kincên xwe yên rengareng ku li dijî tarîtiya zihniyeta mêr bû sembola azadiyê, tev li refên berxwedanê bûn. Vê carê ew jinên ku kince tarîtiyê çirandibûn, bûn hêviya jinên wekî xwe.
Hêzên hegemonîk beriya 10 salan senaryoya ku îro li Afganistanê xistin meriyetê, xwestin li Rojava jî pêk bînin. Lê planên hezên hegemonîk ku xwediyê çeteyan in, di serî de bi jinan û bi saya gelên herêmê ku xwe spartin hêzên xwe yên cewherî, têk çû. Hê jî hêzên hegemonîk dixwazin planên xwe pêk bînin lê heta jinên ku pêşengtî ji rojên azad re dikin hebin dê tu carî nikaribin planên xwe pêk bînin. Dê her tim tarîtî bi tîrêjên ronahiyê bê têkbirin.

Jinên Şengalê

Yek ji cihên ku bi berxwedana jinan ket dîrokê jî berxwedana kurdên êzidî yên Şengalê ye. Êzidiyên Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hatin ku çeteyan xwestin bi fermana 74’an dînê herî qedîm a li ser rûyê erdê tune bikin. Lê ev fermana 74’an a hêzên tarî, bi saya pêşengiya şervanên jin negihişt meqsedê xwe. Civaka êzidî bi taybetî jî jinên êzidî ku ji aliyê çeteyan ve li bazaran wek kole hatin firotin û hê jî aqûbeta hezaran nayê zanîn, piştî fermana 74’an dest bi rêxistinbûna xwe kirin. Jin ji qada leşkerî heta qada civakî li nav avakirina jiyaneke nû de cihê xwe girtin. Piştî fermanê jinan dît dermanê her tiştî berxwedan û xwebirêxistinkirin e.
Tevî ku li ser fermanê 7 sal derbas bû hê jî hêzên navneteweyî û herêmî dixwazin li Şengalê rêxistinbûna êzidiyan ango ya jinan tune bikin û dîsa wek berê wan mehkûmê desthilatdariyê bikin. Heta ji bo pêkanîna planên xwe di 9’ê Cotmeha 2020’î de, di navbera hikûmeta Iraq û PDK’ê de (ev peyman planeke navneteweyî ye) Peymana Şengalê hat îmzekirin. Li gorî vê peymanê ku bi tu awayî îradeya civaka êzidî bi taybetî ya jinên êzidî li ber çavan nagire, dê hêzên herêmî ku êzidiyan di destê çeteyan de hiştin dîsa vegerin Şengalê. Lê ev peyman bi tu awayî ji aliyê êzidiyan ve nehat qebûlkirin, heta niha jî bi saya berxwedana jinên êzidî û civaka êzidî neketiye meriyetê. Heta çend meh berê artêşa Iraqê xwest bi zorê bikeve Şengalê lê jinên êzidî yên wêrek derketin pêş artêşê û nehiştin artêşa Iraqê lingên xwe biavêje axa wan a pîroz. Ev wêrektiya jinan ku artêşê neçarî vekişandinê kir, bû dîrok.
Ji roja fermanê heta îro jinên êzidî diyar dikin ku ger yek ji wan jî li Şengalê bimîne dê li ber xwe bidin û xwedî li destkeftiyên xwe yên ku bi berdelên mezin bi dest xistine, biparêzin.

Neteweya jinan

Beriya 10 salan jinên şoreşê û êzidî û îro jî jinên afgan, careke nîşanî me jinan û hemû cîhanê dan ku li cihekî rengê jinan bi taybetî jî berxwedana jinan hebe, li wê derê her tim jiyan heye, hêvî heye û rojên azad hene. Li cihekî jin xwe bi berxwedanê bixemilînin li wê dere her tim tarîtî mehkûmê têkçûyînê ye.
Wekî tê zanîn li ser rûyê erdê bi sedan netewe hene ku her yek ji wan di nav sînorekî an jî ernîgariyekê de dijîn. Lê tenê neteweyek heye bê sînor e; ew jî neteweya jinan e. Jin li ser rûyê erdê neteweyeke bêsînor in, ji ber ku li her derê rastî heman astengî û êrîşan tê. Heta her li ku dibe bila bibe berxwedan û destkeftiya wan bandorê li hev dike, ji hev re dibin îlham. Madem jin neteweyeke bêsînor in, divê li her derê hêza xwe bikin yek û xwedî li destkeftiyên hemû jinan derkevin. Niha roj ev roj e ku jin erkên xwe ya neteweyî pêk bînin!
Her wiha divê tu carî neyê jibîrkirin dawiya dawî di encama her berxwedana jinan de serkeftinek heye. Dîrok bi mînakên bi vî rengî tijî ne. Destkeftiyên jinan a îro hemû bi saya jinên beriya xwe ku li dijî desthilatdarên herî hov li ber xwe dan û di oxira wê de canê xwe dan, hatine bidestxistin. Piştî çûyîna her jinên berxwedêr jin hîn zêdetir bi hêz bûn. Yanî ji roja serî heta îro di hemû berxwedan, şoreş û destkeftiyan de reng û dirûvê hemû jinên cîhanê heye.