25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji rojiya mirinê bedela duyemîn

Endamê Grûp Yorûmê Îbrahîm Gokçek ê 323 rojan di rojiya mirinê de ma û di 5’ê gulanê de navber da çalakiya xwe, di 7’ê Gulanê de li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin, canê xwe ji dest da. Berî Gokçek endama komê Helîn Bolek a bi Gokçek re di rojiya mirinê de bû, di 3’yê nîsanê de di roja 288’an a çalakiya xwe de canê xwe ji dest dabû.

Îbrahîm Gokçek û Helîn Bolek jî di nav de 7 Endamên Grûp Yorûmê, di meha mijdara 2016’an de li Navenda Çandê ya Îdîlê hatibûn binçavkirin. Piştre bi sûcdariya “Ji polîsan re derxistina astengiyê, biçûkxistin û endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Endamên komê Îbrahîm Gokçek, Helîn Bolek, Bahar Kûrt, Bariş Yuksel û Alî Araci, di 17’ê gulana 2019’an de li girtîgehê bi daxuyaniyekê ragihandin ku bi daxwaza bidawîbûna zextên li ser xwe, serdegirtinên li ser Navenda Çandê ya Îdîlê û qedexeyên qonserên xwe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.

Bi wezaretê bawer nebûn

Helîn Bolek, Bahar Kûrt, di 20’ê mijdara 2019’an de hatin berdan û çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam kirin. Îbrahîm Gokçek, di roja 201’emîn a çalakiya xwe de li Girtîgeha Hejmara 1 a Silîvriyê ragihand ku çalakiya xwe veguhastiye rojiya mirinê. Gokçek, di 24’ê sibatê de li ser rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ku nikare li girtîgehê bimîne hat berdan. Gokçek jî mîna Helîn Bolek piştî berdana xwe jî çalakiya xwe domand.

Ji bo daxwazên endamên Grûp Yorûmê bi cih werin, beriya mirina Helîn Bolek bi çend rojan, heyeteke ku ji parastvanên mafên mirovan û hiqûqnasan pêk dihat, bi wezareta karên hundir re hevdîtin kir. Heyetê ji wezaretê daxwaz kir bêyî bedel bê dayîn daxwazên endamên Grûp Yorûmê bi cih bînin. Lê wezaretê şert da pêşiya heyetê û diyar kir ku heke dev ji çalakiya xwe berdin dê daxwazên wan binirxînin. Endamên komê bertek nîşanî vî şertî dabûn û diyar kirin ku ew bi dewlet û wezaretê bawer nabin.

Bavê Gokçek binçav kirin

Piştî hevdîtinê bi çend rojan Helîn Bolek canê xwe ji dest dabû û gelek bang û hevdîtin hatibûn kirin ku Gokçek jî mîna Bolek canê xwe ji dest nede. Piştî van bang û hevdîtinan di 5’ê gulanê de Gokçek navber dabû çalakiya xwe û li nexweşxaneyeke Stenbolê dest bi tedawiya wî hatibû kirin. Lê rewşa wî gelek giran bû. Di 7’ê nîsanê de Gokçek piştî serkeftina çalakiya xwe canê xwe ji dest da.

Biryar hat dayîn ku ji bo Gokçek li Mala Cemê ya Gaziyê merasimek bê lidarxistin û ji bo definkirinê cenazeyê wî biçe Kayseriyê. Roja Gokçek canê xwe ji dest da li Mala Cemê ya Gaziyê bi beşdariya bi hezaran kesî merasimek hat lidarxistin. Lê roja din dema ku ji bo oxirkirina cenaze gel li Mala Cemê ya Gaziyê li hev kom bû, polîsan bi ava şid û guleyên plastîk êrîşî gel kir. Polîs bi awayekî tund êrîş pêk anî û derî û paceyên mala cemê tev şikandin. Her wiha deriyê morgê jî şikandin û cenazeyê Gokçek revandin.

Nijadperest dîsa li ser kar bûn

Polîsan bi êrîşê re bavê Gokçek Ahmet Gokçek û parêzer jî di nav de gelek kes jî binçav kirin. Polîsan, piştî cenaze revand careke din neda malbatê û birin heta Kayseriyê. Li Kayseriyê jî bi hinceta qedexeyê destûr nedan ku gelek kes tev li merasîma cenazeyê Gokçek bibe. Piştî hevjîna Gokçek Sûltan Gokçek ji girtîgehê anîn û hevjînê xwe dît cenazeyê Gokçek li Goristana Helebê hat definkirin. Li ser goristanê jî polîsan hin kesên xwestin stran bibêjin û axaftin bikin derp kirin.

Li navçeya Başakpinarê komeke nijadperest li hev kom bû û bertek nîşanî anîna cenazeyê Gokçek a Kayseriyê dan. Koma nijadperest nexwest cenazeyê Gokçek li Kayseriyê bê veşartin û gotin ku cenaze bê veşartin jî dê cenaze ji gorê derxin û agir berî bidinê. Li gel qedexeya derketina derve jî parlamenterê MHP’ê Mûstafa Bakî Ersoy û Serokê Teşkîlata MHP’ê Serkan Toprak jî tev li koma nijadperst bûn. Parlamenter Ersoy ji komê re axaftinek kir û bi gotina, ‘çi ji destê me bê em ê bikin’ gef xwar.

Êrîşa li dijî Cemxaneyê polîtîk e

HDP’ê û bi dehan sazî û rêxistinen elewiyan têkildarî êrîşa polîsan a li dijî Mala Cemê ya Gaziyê daxuyanî dan û bi awayekî tund bertek nîşanî êrîşê dan. HDP’ê erîş şermezar kir û xwest ku lêborîn ji malbata Gokçek û elewiya bê xwestin û der barê kesên fermana êrîşê dane de lêpirsîn bê destpêkirin. Sazî û rêxistinên elewiyan jî êrîş şermezar kir û destnîşan kirin ku ji bo elewiyan malên cemê cihê pîroz in û gotin ku êrîşa li dijî Mala Cemê ya Gaziyê polîtîk e

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê