Şemî, Nîsan 17, 2021

‘Ji rojnamegeran ditirsin’

Sala 2020’î wekî qadên siyasî û aborî di qada rojnamegeriyê de jî em dikarin bêjin ku qeyranek hebû. Ji ber ku li çar aliyên cîhanê bi rewşa pandemiyê re êrîş, çewisandin û zextên li ser rojnamegeran her çûn zêdetir bûn. Li gorî raporên rêxistinên rojnamegeran jî di sala 2020’î de herî zêde rojnameger hatin kuştin, di bin zextandan man û hatin çewisandin.

Rojên borî gelek rêxistinên rojnamegeran der barê rewşa rojnamegeran a 2020’î de raporên xwe bi raya giştî re parve kirin. Li gorî Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) di sala 2020’î de li tevahiya cîhanê 42 rojnameger hatine qetilkirin. Piştî ev rapor hat ragihandin li Afganistanê rojnamegerekî din ku muxalifê rejîmê bû hat qetilkirin. Dîsa li gorî Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), li tevahiya cîhanê 387 xebatkarên çapemeniyê girtî ne. Tenê ji bo nûçeyên xwe yên li ser vîrûsa koranayê 130 rojnameger hatine girtin.

Der barê raporên rêxistinên rojnamegeran û rewşa rojnamegeran a li cîhanê de, em bi hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan re axivîn. Altan di axaftina xwe de da zanîn ku pergala kapîtalîst ji rojnamegeran ditirse.

Yên herî mafên wan tên binpêkirin

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan derbarê sedemên çewisandina rojnamegeran a li cîhanê de diyar kir ku yên li dijî kiryarên nebaş disekinin û ji raya giştî re radigihînin rojnameger in û wiha got: “Lewma li ku dera cîhanê be, rojnameger nayên hezkirin. Pergalên dewletî rojnamegeran ji bo xwe wek talûkeyekê dibînin. Dema tengav dibin êrîşî çapemeniyê dikin. Rojnamegeran derdest dikin û gelek caran jî wan diavêjin zindanê. Her wiha li hin welatên ku demokrasiya wan pir kêm e, rojnameger tên kuştin. Li aliyê din, di nav rojnamegeran de yên herî zêde mafên wan tên binpêkirin jî rojnamegerên jin in. Li gorî rapora Koalîsyona Rojnamegerên Jin (CFWIJ) li tevahiya cîhanê 701 rojnamegerên jin rastî tundiyê hatine. Dema mirov li tevahiya van daneyan dinêre, dibîne ku pergala kapîtalîst a cîhanî çiqas ji rojnamegeran ditirse. Ev yek jî mixabin pirsgirêkên mezin bi xwe re tîne.”

‘Ji rojnamegeran hez nakin’

Wek tê zanîn, hefteyên borî rêxistinên rojnamegeran ên wek RSF û CPJ’ê di sala 2020’î de ji Afganistanê heta Rûsya, Sûriye û Kolombiyayê 50 rojnameger hatin kuştin û vê yekê wek ‘rekora ku herî zêde rojnameger hatine kuştin’ penase kirin. Hevserokê DFG’ê Altan der barê vê mijarê de jî ev tişt anî ziman: “Em tev dizanin ku di xisûsiyeta rojnamegeriyê de dijberî, yan jî muxalifbûn heye. Dijberiya rojnamegeran jî li dijî tiştên ne di rê de ne. Yanî dema desthilatdariyek li ser civakê faşîzmê pêk bîne, an zilm û zora xwe zêde bike, ya yekem rojnameger li hember wê disekine. Çawa li hember disekine? Bi nûçeyên xwe, bi rê û rêbazên ragihandinê van kiryaran deşîfre dike û bi raya giştî re parve dike. Ev yek jî desthilatdaran aciz dike. Her wiha dema ku raya giştî ya ker û lal hebe hêsantir dikarin karê xwe bi rê ve bibin. Rojnameger vê yekê qebûl nakin. Li dijî vê helwesta xwe diyar dikin û tişta ji dest wan tê dikin. Dema vî karî dikin rastî êrîşên xirab tên, tên kuştin, an jî rastî êrîşan tên.”

Rojnamegerên li Başûr

Serdar Altan di berdewama axaftina xwe de dest nîşan kir ku di van salên dawî de li başûrê Kurdistanê jî her diçe zextên li ser rojnamegeran zêdetir dibe û wiha domand: “Yek ji cihên ku rojnameger herî zêde rastî pirsgirêkan tên jî başûrê Kurdistanê ye. Ji ber ku rêveberiya Başûr jî wek kopyayeke xirab a desthilatdariyên totalîter in. Her wiha di vê çarçovê de her partiyek çapemeniyek li gorî xwe ava kir û propagandaya xwe kir. Dema çapemeniyên cuda derketin holê, wê demê pirsgirêk dest pê kir. Yanî rojnamegerên bêalî wek tiştekî xerîb hat dîtin û vê yekê bêtehemuliyekê bi xwe re anî. Niha dema em li başûrê Kurdistanê dinêrin di warê azadiya çapemeniyê de ferqa wan û Tirkiyeyê tune ye. Rojnameger tên kuştin, girtin, cezakirin û xebatên wan ên qadê tên astengkirin. Ev yek jî wek saziyeke rojnamegerî ku piraniya endamên me kurd in, me aciz dike. Mirov dixwaze ku yek ji parçeyên girîng ên Kurdistanê ku sîstemek federal lê heye, demokrasiya wê jî rûniştî be. Her wiha çapemenî jî azad be. Mixabin ev yek pêk nayê.”

‘Azadiya çapemeniyê tune ye’

Hevserokê DFG’ê Altan bal kişand ser rewşa rojnamegerên li Tirkiyeyê û da zanîn ku li Tirkiyeyê tu demê azadiya çapemeniyê pêk nehatiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Herî zêde di salên 90’î de Tirkiye zextan her diçe zêde dike û ev yek bi hikûmeta AKP’ê re gihîşt asteke bilindtir. Bi taybetî di deh salên dawî de zilm û zora xwe zêde kir û pergal ber bi faşîzmê ve bir. Di 5 salên dawî de jî di warê çapemeniyê de derbeya herî mezin pêk anî û hema bêjin nehişt yek saziyeke çapemeniyê ya muxalif bijî. Bi dehan ji wan hatin girtin, bi sedan rojnameger bi lêpirsîn û daweyan re rû bi rû man, hinek ji wan rastî êrîşên fizîkî hatin. Yanî mirov dikare bêje AKP ji bo dengê çapemeniyê bibire her rê û rêbazê bi kar anî. Helbet çapemeniya kurdî li hember êrîşên deshilatdariyê tim bi roleke girîng a berxwedêr rabû û ev yek ji bo hinekên din jî bû cesaret. Sala 2020’î ji bo rojnamegeran dîsa saleke zehmet bû. Li gorî rapora komeleya me, bi sedan rojnameger rastî pêkutî û binpêkirinên mafan hatine. Ev yek jî rêjeya Tirkiyeyê di nav welatên cîhanê de dibe rêza herî dawî.”