25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Şêx Seîd heta îro rewşa kurdan

Zeynel Bulut

Nevîyê Şêx Seîd Şêx M. Qasim Firat Serhildana Şêx Seîd û rewşa kurdan a niha nirxand. Firat bal kişand ser nebûna tifaq û yekitiya kurdan a li dijî êrîşên dagirkeriyê û got ku hesabê şexsî ketiye pêşiya yên neteweyî. Firat xwest gelê kurd vê rewşa heyî qebûl nekin û ew jî ji bo navbênkariya hizb û partiyan a ji bo yekitiyê amadene ku bi misyona xwe rabin.

Serokê Tevgera Netewî a Kurd a 1925’an Şêx Seîd û 47 hevalên xwe 95 sal berê di roja 29’ê Hezirana1925’an de, ji alîyê hikûmeta Tirkiyeyê ve hatin darve kirin.

Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin. Rayedarên dewletê  heta niha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekirîye.

Bi minasebeta salvegera darvekirina Şêx Seîd û 47 hevalên xwe, neviyê Şêx Seîd Şêx Qasim Firat ê kurê Şêx Elîriza ji bernameya podcasta Xwebûnê re axivî. Firat ji Serhildan Şêx Seîd û heta niha rewşa kurdan, polîtîkayên dewletê û li pêşberî van polîtîkayan parçebûna kurdan û sedemên vê nirxan. Firat bal kişand ser nebûna tifaq û yekitiya hizb û partiyên kurdan a li dijî dagirkeriyê û nerazîbûn nîşan da.

*  Darvekirina Kalê Şêx Seîd û 47 heft hevalên xwe di dîroka Kurd û Kurdistanê de rewşeke dilsoj e. Em dixwezin vê rewşê û darvekirina Kalê Şêx Seîd ji devê neviyê wî yanî ji we bibihîzîn, fermo em li we guhdarin.

Yanî eweliyata vî meselê, eweliyata 1925’an xwe digihîne Qesrî Şîrîn. Ji Peymana Qesrî Şîrîn û virda kurd di binê esaretê de ne, di nava programan de ne û emperyalan wan ji hevdû parçe kirine.  Şêx Seîd vêya îdraq dikir, dizanîbû. Ji 1923’ê şûnva jî mucadeleyekî germ dest pê kiririn.  Yanî daha eşkere bû, 1921-22 yan dibêjim. Cemiyeta Azadî çêbû. Azadî ji nava Îtîhatî Terakî derketin, ji nava Kurd Teavunê derketin, xwendevanên kurdan hebûn, eskerên wan hebûn, arîsrokratên kurdan hebûn. Yanî însan komu hevbûn komelekî dinê yanî Cemiyeta Azadî hat tazkirin. Xalit Begê Cibrî hebûye di nava Cemiyeta Azadî de, Xalit Begê Hesenî hebûye, Hecî Mûsayê Xoytî hebûye, Yusuf Ziya hebûye, Mele Ebdurehmanê Şirnexî hebûye, Seyîd Ebdulqadir hebûye, gelekî însanên cuda cuda, pêşdehatî, ciwan, xwendevan di nava azadî de hebû ye. Azadî eleqeyê xwe bi Şêx Seîd re xurt dike. Yanî muhtemelen Şêx Elîriza belkî têda be. Daîma tê Qolhesarê civîn çê dikin. Şêx Seîd Efendî alîkarî dide wan, pere dide wan. Jixwe Şêx Seîd Efendî û Xalit beg jî pisxaltiyên hev in. Yanî diya wan xangên hev in û Şêx Seîd Efendî jî zavayê Xalit beg e. Yanî xanga Xalit beg xanima Şêx Seîd Efendî ye. Azadî eleqeyên xwe bi Şêx Seîd Efendî re gelekî xurt dike. Heta Mele Mistefa Berzanî di 1923- 24’an de bi tevî Mele Evderehmanê Şirnexî têne Şêx Seîd Efendî li Qolhesarê ziyaret dikin. Meriv viyan jî tê derdixîne ku Mele Evdirehmanê Şirnexî endamê Azadî Cemiyetî ye, mi Mele Mistefa re hatiye Qolhesarê mehna wê hebû ye ku Cemiyeta Azadî li wê derê xebatekî wê hebû ye. Lê bele Şêx Seîd Edendî Fîlen di nav Cemiyeta Azadî de cih negirtiye, hetanî Xalit beg tê girtin. Xalit Beg, Yûsûf Ziya, Evdirehmanê Şirnexî,  Mûsayê Xoytî û bi tevî çar pênc kesên dinê digirin, bindest dikin.

* Ev di sala 1924’an de pêk tê ne wisa?

Belê. Wan digirin tînin Bilîsê û ji bo Şêx Seîd Efendî jî taleb dikin ku were îfade bide. Şêx Seîd Efendî xwe teslîm nake. Lawê Şêx Seîd Efendî, Şêx Elîriza jî li Beyrûdê ye, li Helebê ye. Li wê derê hem pereyê xwe yî bazirganiyê berhev dike, hem jî eleqeyê siyasî li wê derê xurt dike. Di Serhildana 24’an de gel reviyabûn çûbûn Sûriyeyê. Bi wan re qelqeyên xurt çê dike, hinek qiraran digirin.

Şêx Elîriza li Sûriyeyê ye Şêx Seîd Efendî ji Xinûsê derdikeve berê xwe dide Çewlikê. Şêx Elîriza Efendî jî ji Lazkiyeyê bi gemiyê diçe Stenbolê û hefeteyekê li wir dimîn e.  Bi Seyîd Ebdulqadir û ew derdorên siyasî re gelek nîqaş dike, dayîn û stendin çê dibe. Mewzû jî girtina Xalit beg wan e. (Dewlet dizane wê tiştekî bikin, beriya wê tedbîran dixwaze bigire.) Şêx Elîriza ji Seyît Evdilqadir û ew derdora Cemiyeta Azadî re dibêje were welat em tiştekî bikin. Seyît Evdilqadir jî ji Şêx Elîriza Efendî re vê dibêjin; ez zûde ji welat derketime. Herin Şêx Seîd însanekî xwedan saye ye, ulmê wî heye, ziman dizan e, malê wî pir e, qedrê  wî jî pir e di welat de, li derdora wî kom bibin, ji xwe re bikin serok û mucadeleya xwe bidomînin. Em jî li vira çi bikeve ser mile me emê bikin û piştre emê bibin yek. Şêx Elîriza Efenî jî bi gemiyê tê Tirabzonê.

Di 4’ê Çile de li gundekî Xinûsê yê Erziromê li dor 200-250 kes, di nava wana da endamên Azadî jî hebûn e, mesela Keremê Qolaxasî, Xalit begê Hesenî endamên Azadî Cemiyetî bûne yanî wekî din jî hebûne nizanim. Di netîceyê de, li wir 250 kes dicivin wekî kongreyekê, du roj nîqaş dikin. Pişît du rojan qerarek tê girtin. Li wê derê tiştek derdikeve holê ew jî ev e; Eva Serhildana hanê li ser me vacib e. Yanî gerk vê serhildanê bikin. Navê wê Cîhat e. Çimkî li gorî dîn, yekî ku li malê xwe xwedî derbikeve, li namûsa xwe xwedî derbikeve, li erdê xwe xwedî derbikeve, li zimanê  xwe xwedî derbikeve, li îbadet û baweriyên xwe xwedî derbikeve û mucadele bike ji wî re mucahît tê gotin û di wê rêyê de were kuştin jî ji wî re şehîd tê gotin. Ji ber vê ev hereketa me Cîhade. Ew kesê ku îştiraqî vê hereketê bike ew jî mucahidin. Û serokê vê hereketê jî reîsî-mucahîdî ne. Vê qerarê digiritin û di nava xwe de îstîşare dikin û dibêjin; serokê me bila Şêx Seîd be.

Şêx Seîd Efendî, ji wê saetê şûnde bi navê Reîsul-Mucahîdî hereket dike. Mektûnên xwe bi navê Reîsul Muhammed Saîd-ul Pahlevî El Amedî Reîsul Mucahîdî yanî wî unvanê qebûl dike û bi navê vî unvanê jî mektuban dinivîsîne ji eşîran ra, ji şexsiyetan ra, ji şêxan ra, ji axayan ra, ji hemû deverê ra dişîn e.

* Ji eşîr û kesayetên kurdan re dişîn e?

Bele, belê kurd. Ji elewiyan re jî dişîn e, netenê suniyan. Bi navê Reîsul Mucahîdî xebata xwe dest pê dike û mesele şeklekî cuda digire. Diçe Meneşkûtê (kanîreş), ji wê derê diçe Mintiqa Çewligê. Kongreyek li wir çê dibe. Civîneke berfireh. Di ew civînê de Mala Siwêr tevli dibin, Şêxlerên Çanê tevli dibin, Mistan tevli dibin, Boteyan tevli dibin, Şêxlerên Melekan tevli dibin. Yanî civîneke gelek berfireh bûye. Pêşhatiyê wana li wê derê nîqaş dikin. Hinek dibêjin ‘xelet e’, hinek dibêjin ‘na li ser me wacib e û vêya emrekî îlahî ye û Şêx Seîd Efendî jî wekîlê wî tiştî ye, em mecbûrin’ . Li wê derê jî dîsa qerarên musbet derdikevin. Şêx Seîd Efendî dîsa ji wê dera diçe Darahênê. Li wê derê jî însan komî hev dibin. Ew eşîrên Xasî, Ziktî, Qeylan, Gokdere û her wekîdin li wê derê dicivin. Di wê civînê de giştî jî qebûl dikin. Mubet qerar digirin.

Tîr ji kevanê derket  

Şêx Seîd Efendî jî ji wir tê Pîranê. Birayê wî Şêx Ebdurehîm li Pîranê bû ye.  Li Pîranê bi provokasyonekê gule diteqe. Li wê derê 4-5 esker tên kuştin. Yanî ew eskerana jî terbiyesizî dikin. Dibêjin, ‘mehkum hene, em hatine mehkuman bigirin.’ Şêx Ebdurehîm jî dibêje, ‘Di urf û adetê me de yekî fena Şêx Seîd Efendî hatiye li hundir 400-500 meriv hene, tu herî di nava wana de mehkuman hilde ew nabe. Kurd vî tiştî qebûl nakin. Herin emê paşê mehkuman ji we re bişînin.’ Ewana jî edebsizî dikin dibêjin, ‘Hûn kî ne, hûn çi ne.’ Heqaretan dikin, digirin silehê xwe bikevin hundir.  Şêx Ebdurehîm jî merivekî esebî bûye, vê heqaretê qebûl nake, şer dikin û wan eskeran li wir tên kuştin. Deha li wê derê Tîr ji kevanê derket.    Şêx Seîd Efendî bi vêya aciz dibe. Dibêje, ‘xwezî nebûya’.

* Lê hêj bingeha serhildaneke giştî ya neteweyî amde nebû ye, ne wisa?

Na. Ji xwe Şêx Seîd Efendî hedefa wî ev bû; Temamê miletê kurd hişyar ke, meselê jê re îzah bike, em çima serê xwe radikin, ev ji bo çi ye?, ji bo ziman e, ji bo îbadet e, ji bo dîn e, ji bo mal e, ji bo milk e, ji bo jin, zar, namûs û ol e, ji bo qiqûqê beşerî ye. Yanî berê emê xelkê xwe şiyar bikin û piştre ji Neteweyên Yekbûyî re bibêjin daxwazekî me heye. Problemekî me û tirkan heye werin em li hev nexin meselê hal bikin.

* Yanî şerekî şekdarî nehatiye fikirîn?

Yanî şerê çekdarî di nîhayî de ji xwe hebûye. Ma bêyî çek dibe? Lê hedefa destpêkê şerê çekdarî nîn e. Li gorî şertê dinyayê emê jî ji mucadeleya xwe bikin. Yanî bila em hebin hîna dinya were me qebûl bike. Tabî ev provokasyon vê meseleyê hildikşîne. Şêx Seîd Efendî jî ji wê derê radibe diçe Hênê. Salih beg li wê derê ye. Di navbera Salih beg û Mistefa beg de problem hebûye. Dibêje, ‘Ez biçim wana li hev bînîm.’ Û xelk diha lê dicive. Li Diyarbekirê, Hênê, Licê, Pîranê, Darahênê,  Paloyê, li Çebaxçûrê (Çewlik)  li hemû deverê her kes serhildanê didin destpêkirin. Şêx Seîd Efendî mecbûr dimîne qontrol dike. Feqî Hesen ji Çewlikê tîne dike wezîrê hikumetê. Dike wekîlê xwe. Hinek nizamname û qanûn jê re dibêje. Dixwaze bi vî şeklî hikum bikin. Ji Feqî Hesen re komîteyekê dide avakirin, ji alim û eşafan. Wanî wekî wezaretekê. Nîzamekî li wê derê dest pê dike; ‘Zilmê nekin, Esîran nekujin, hûn çi dixun eynî tiştî bidin esîran, bila esker nece malê xelkê bi zor negirin, ihtiyaç çê bû bila biçin belge bidin bibêjin  ‘me viya girtiye emê ji tehdiye bikin’. Yanî li gorî xwe hinekî hiqûqê xwe jî testpît dikin. Wan hiqûqan dikeve meriyetê jî.

Îca tiştekî zehf taybet heye li vê derê. Dema di 13’ê Sibatê de şerê germ dest pê dike wê demê Şêx Seîd Efendî xwe bi xwe qirarekê digire. Heta wê demê mektûbên xwe bi navê Reîsul Mucahîdî dinivîse lê ji wê deme şûn de Reîsul Mucahîdî laxw dike. Li dewsa wî dibêje, Muhammed Saîd-ul Pahlevî El Amedî Xadim Mucahîdî (xizmetkarê şervanan), yanî xwe bi xulamî qebûl dike. Li tu deverê esaletekî wiha tune ye. Yanî lîderekî di emrê wî de 20 hezar însan hebin, jê re unwanek hatibe dayîn wê lewx bike û bêje ‘ez xulamê şervana me’.  Di viya de esaleteke mezin heye. Yanî kurd xwediyê lîderekî wiha ne û însanên di vê hereketê de giştî jî însanên egîd bûn, xwendevan bûn, însanên zîrek bûn, muhterem bûn, emrê wan li dora 40-50’î salî bûn, jin û zarên wan hebûn, qedr û qîmetê wan hebûn, hukmê wan hebûn, vana giştîkî xwe feda kirin.

Ev e yanî hereketa Şêx Seîd Efendî, hereketekî olî ye, hereketekî neteweyî ye, di wî hereketî de huqûqê beşerî heye, têde heq û edalet heye, tê de parvekirin heye, netew heye, ziman heye, exlaq heye. Serhildan Şêx Seîd Efendî referansa xwe ji qurana tewhîdê girtiye. Dînê seltenetê red kiriye, dînê Osmaniyan, dînê Emewiyan, dînê Ebasiyan vana yekî jî qebûl nekiriye. Çimkî wana dîn kirine wasita dinyaya xwe.

Birayê wî Şêx Bahadîn miftî ye, alimekî mezin e jê re dibêje; Kekom tu çima wiha dikî, nece. Em nikarin, ne qaweta me heye, ne eşîra me heye, ne tiştekî me heye, em nikarin bi dewletê re şer bikin.  Şêx Seîd Efendî jî dibêje, na Bahadîn ez û ev çirpiya di destê min de jî bimîn e, xuda şahid e, ez dîsa bi sîstema kemalîzmê ra, bi vî xwînxwar û ceberûdan ra mucadele dikim. Şêx Bahadîn dibêje; Keko wer neke di dîn de li cihekî tengasî çê bû, bêhuzîrî çê bû divê mirov dikaribe hîcret jî bike.  Şêx Seîd Efendî dibêje; na Bahadîn. Ez koçber nabim, vî xelkê di binê esaretê de nahêlim. Wê çaxê xudê teala wê ji min bipirse, wê bije ‘Seîd, qedrê te hebû, hurmeta te hebû, ilmê te hebû, malê te hebû, çawa ku dîn, emrê îlahî, xelk, ziman, urf û adet, ket binê nigan pelixî, dagirkeran hatin dagir kirin û te jî pişta xwe dayê û tu çû.’ Wê çaxê ez ji xwedê ra dibêjim çi? Welehî wê çaxê wê zebanî min kaşî cehenemê bikin, ne tu min xilas dike, ne jî zarên min dikarin min xilas bikin. Şêx Bahadîn jî dibêje textîr ê te ye. Yanî Şêx Seîd Efendî ev e. Hereketa wî hereketeke netewî ye, hereketekî olî ye, herketekî li dijî zilm û zaliman e, hereketekî li dijî dagirkeriyê ye, têde heq heye, têde edalet heye, têde fedakarî heye.

*  Di 15’ê Sibatê de Kalê Şêx Seîd tê girtin, di 29’ê Hezîranê de jî tevî 47 hevalên xwe tê darvekirin. Di heman demê de di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl tê girtin û di heman dîroka 29’ê Hezîranê ya ku Şêx Seîd û hevalên xwe tên darvakirin de biryara darvekirinê didin. Li gorî we ev tesadufiyeke yan dewleta tirk bi zanebûn dîrokên wiha dibêjêre?

Tirk li derdora hezar salîne dewletin û bêînsafin jî. Tirk torinên Cengîzxanin, torinên Hulagûxanin, Oguzin, giştîkî bi qetl, qîtal, talan, kuştin û derewan hatine vê astê. Wiha hatine vî hezar salî. Îca tirk bi hesabın, mimkune ku ji bo na derz bidin kurdan di wan rojan de qerar dabin girtibin,  îdam dabin. Yanî vêya tesaduve nizanim lê tirk tiştên wiha dikarin bikin. Bila kurd jî ji vana ders derxînin.

* Dewletê Kalê Şêx Seîd bi darvekir, ligel têkoşîna malbatê ya dehan salan ku hûn dixwazin bigihêjin gora wî lê dewlet nîşan nade çima?

Mêze bike Hulagû ku çawa diçe Bexdayê dagir dike, ewil îşê wî ew e ku ew kutupxane û ew eserên dîrokî, ew çand, hiqûk û tiştên ku xelkan didin nasînê wana îmha kiriye. Dibêjin wiha kir ku çend rojan ji ava Nîlê hibur diherikî. Ew hemû jî esirin, ilme, îrfan e, yanî dîrok e, giştikan îmha dike. Îca ev distûr e di nava tirkan de. Wextê mirovekî qetil dike, tune dike, ji holê radike, ji termê wî jî ditirse, ji dexerê wî jî ditirse. Çima ew berhemên kurdan, dîroka kurdan hemû ji holê ranekir. Di binê avê de nehişt. Hemû îmha kir, tiştekî nahêl e. Vana jî qayîde ne di nava tirkan de, kirine û dikin jî. Yanî divê kurd, rêveberiya kuran ji vana ders derbixe. Hîna pişta xwe bi van îxanetkaran, van dagirkeran mirov girê bide eviya gunehekî mezin e, îro îhtîyaca kurdan bi yekitiyê heye, bi fedakariyê heye, bi tolaransê heye, bi heq û edaletê heye. Gerek rêveber û partiyên kurdan di nava xwe de bicivin, hiqûqekê tesîs bikin ew jî ji bo menfieta civakê be, ne ku ji bo partiyên wan be. Gelê kurd jî pir fedakarî kiriye.

* Ligel gore pêşengên kurdan ên mîna Şêx Seîd, Seyîd Riza û yên bûne sembol, bûne remz tune ye jî faşîzma tirk bila nav û remzên wan jî ji ser vê axê bên rakirin. Ev tê çi wateyê, ev kîn û nefreteke çawa ye?

Di gen û xisûsiyeta tirkan de ev heye, wehşet heye, ceberûtî heye, fîraûnî heye. Ew dikin. Em li hemberî vêya çima tiştekî nakin. Ma niha jî nakin? Bi sedan cenazeyên ciwanên kurd xistin torbeyan birin Stenbolê û xistin bin peyarêyan. Hatine dinyayê çiqas cih heye bi şûr zeft kirin, bi kuştin û talanê zeft kirine. Evêya di genê wan de heye. Lê belê kurd ji vêya çima ders dernaxin?

* Yanî hûn dibêjin him yên berê û him jî yên niha cenazeyên ji holê rakin?

Eynê wisa ye. Zarê gundiyan, zarê feqîran şehîd ketine malbatên wan ji xwe re çend heb mezel çê kirine lê dewlet bi top û tangan hildiweşînin. Ma bi tiyaran bombe kirin giştî jî hilneweşandin? Hêj çend sal berê.

* Kalê  Şêx Seîd ji bo azadiya gelê kurd têkoşînek ta. Lê hin derdorên bi dewletê ve girêdayî Kalê Şêx Seîd malî xwe bikin, di rojên taybet yên wekî salvegerê darvekirina wî de wî bibîr bînin, bernameyan pêş dixin, mewlûdan didin, hûn vê rewşê û vê nakokiyê çawa dinirxînin?

Hetanî van salên nêzîk jî tiştekî wiha tune bû. Kemalîzmê çizgiyek sor danîbûn navbêra xwe û Şêx Seîd û rêhevalên wî. Yên ku sîstema Kemalîzmê didoman din Şêx Seîd dijminê wan bû û ew jî dijminê Şêx Seîd bûn. Ew ruh û kemalîzm dijî hev bûn. Lê ev lingê Kemalîzma teze, ev sîstema ku 10-15 salin didome vana dixwazin li gorî xwe dindar çê dikin, li gorî xwe komunîst çê dikin, li gorî xwe liberal çê dikin yanî her tiştî li gorî sîstema xwe çê dikin û li gorî xwe dixwazin Şêx Seîdekî jî saz bikin.   Ji malbatê jî hin însanan digirin nava xwe. Heta nika nekiribûn lê niha vê jî dikin. Her halde wê tawîzan jî bidin, menfaetê jî pêş bixin. Wê Şêx Seîdekî korsan ji xwe re çê bikin lê evêya naçe serî. Nabe Şêx Seîd ruhekî muqedes e. Kesekî vêya bike ne gel qebûl dike ne civak qebûl dike ne jî ruh û misyona Şêx Seîd vêya qebûl nake. Di ruhê Şêx Seîd de li hemberî zilm û zordariyê sekinin heye. Îro xwîna kurdan tê rêtin, sed sal berê çi bûye îro jî eynê tişt e. misyona Şêx Seîd vêya çawa qebûl dike.

* Wekî neviyên Şêx Seîd li pêşberî rewşa wiha hûnê çi bikin?

Divê mirov li pêşberî vana bisekine. Heta niha me teşîr jî nekiriye lê divê ku em teşîr jî bikin. Em bêjin gelê kurd gerek vêya qebûl neke. Civaka kurd vêya qebûl neke.

* Ji serhildana Babanzadeyan û vir ve gelek serhildan pêş ketine. Mînak; Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehîrî, Şêx Mehmûd Berzencî, Bedirxaniyan, Koçkirî, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Agirî, Simkoyê Şikakî û hwd. ev hin serhildanên bingehîn e ku li dijî Osmaniyan û dewleta tirk.   Em bala xwe didinê hemû serhildanên kurdan bi îxanet û nebûna yekitî û tifaqê têk çûne. PKK jî wekî serhildana 29’emîn a şerê azadiya neteweyî dide ye û bi şerekî dijwar re rû birû ye. Ji bo aqûbet nebe wekî yên din divê çi bê kirin?

Ez vêya bêjim û bidomînim. Serhildana Şêx Seîd Efendî têk neçûye. Ez vêya qebûl nakim wekî mesûlekî misyonê. Şêx Elîriza Efendî jî vê bi vî şeklî şîrove dikir, digot; ‘Heke me wê serhildanê nekira, kurd wê temamen îmha bibana, asîmîle bibûna. Me destên axa, destên şêxan, destên gundiyan, destên xwendevanan, destên eskeran (yên kurd) me da hev du. Tirk dagirkerekî zalim e. Divê ku tevgerên kurdan ji vêya ders derxînin. Çareseriya vêya çi ye? Ewe ku bi hev re munasebeta xwe xurt bikin, eleqeya bi hev re xurd bikin, di nav xwe de adil bin. Yanî edalet temela her tiştî ye. Wexta di nava hizbekî de jî edalet tune be ew hizb bi pêş ve naçe. Edaleta navxweyî û yekitiyeke bi adil û bi rûmet. Yanî ez teslîmî te bibim ew yekitî nîn e. Yekitîyeke bi edalet û bi rûmet di nav xe de tesîs bikin. Kurd hene, erdê wan heye, zimanê wan heye, dîroka wan heye, bi sedan salin jî bedel dane. Qet tu miletekî ewqas bedel nedaye. Ji bo serokê xwe li dinyayê ewqas kesî xwe nekuştiye. Divê ku qedr û qîmetê van însanan were zanîn. Heqê kurdan tune ku hizbên wan bi hev bikevin, hevdû bikujin. Miheqeq maslahetê her kesî li gorî wî heye. Lê heta cihekî. Ez vêya tavsiye dikim, dagirkerên wan zalime.

* Çima hêj jî kurd xwe bi dagirkeran û rê li ber felaketeke li ser civakê vedikin?

Civakê pir hesab nakin. Tevgerê kurdan pir guh nadin civakê. Deger û qîmetê jî pir nadin civakê. Ji bo wan tiştê herî mihum hesabê hizbî ye. Di van salên dawî de hesabê şexsî jî çê bû. Niha li hin deverên Kurdistanê tişt bidest ketine, bûne nîv dewlet, perê wan heye, xezîna wan heye, petrola wan heye ji wan pere digirin. Lê niha jî hesabê şexsî pir pêş da ketiye. Dema hesabê civakê bikin divê van xusûsiyetên xwe terk bikin. Divê kurd qetla hev dun eke, heram e. Qetla kurdan li ser kurdan heram e. Kurdekî bi sifetê hizbî here kurdekî bikuje, koçber bike, talan bike ev mustehîl nîne. Divê ku civak vêya bipirs e. Sedemê ku kurdan pişte xistiye, hesabên navxweyî ye û tunebûna yekitiyê ye. Ev sebebên mihumin. Sed sale bi şerê germ nêzîka milyonê kurd hatine qetilkirin. Di hereketa Şêx Seîd de nêzî 50 hezar însan mirin, di ya PKK’ê de zêdetirî sed hezar, di ya Barzaniyan de 300-400 hezar çûn. Yanî eyb e, 400 hezar însanê here ezê herim petrolê bifiroşim û tiyare ji xwe re bikirim, ev nabe, va ne îş e. Xudê qebûl nake, ez bawerim xudê qebûl nake. Divê gel jî vêya qebûl neke.

* Wekî neviyê Şêx Seîd misyoneke we heye, di nav civakê de hezkirineke we heye. Ji bo li hev anîna partiyên kurd hûn difikirin ku têkevin nav hewildanekê?

Ev tiştekî mihume te got. Min esas bi serokê PDK’ê birêz Mesût Berzanî re jî ev xwe bi Qendîlê re jî min xeber daye. Hemû jî dibêjin rast e. yanî dibêjin bi navê misyona Şêx Seîd yek gotinekê jî ji me re bikin em li ser serê xwe qebûl diki. Divê ku hebe jî. Ez jî hazirim ku dixwazim bi şeklekî edalet, adilane em vê xizmetê bikin. Wekî peyamekê jî li vê derê dibêjim. Bila dengê min jî biçe wana. Yanî em hazirin û vêya jî weke xizmeta gelekî ye ji bo me.