Rojnameya Heftane

Ber bi yekitiyê ve

Şerê cîhanê yê sêyemîn bi hemû lez û beza xwe didome. Her çiqas tansiyona vî şerî mîna ku sist bibe bixuyê jî, rastî cuda ye. Li ser erdê ji aliyê hêzên demokrasî û azadîxwaz ve şerekî bêeman ê hebûnê; ji aliyê desthilatdar û serdestan ve jî şerekî hovane yê parvekirinê didome.

Hindik maye sedsala Lozanê biqede, lewre her diçe xedariya şer bilindtir dibe. Dewleta tirk a serê sedsala borî weke cendirmeyê vê pergalê hatî avakirin û peywirdarkirin; li ber çavan bi vê sîstemê re weke ku nakokiyan dijî bixuyê jî, hêj xwedî heman peywirê ye. Dewleta tirk a xwedî xewn û xeyalên hegemonyaya herêmî, ji ber vê asûna xwe û bi îcazeta ji zilhêzan girtî, dixwaze gelê kurd û destkeftiyên wî tune bike û sedsala dîtir jî hebûna xwe li ser qirkirina gelê kurd û Kurdistanê saz bike! Lê belê ne sedsal ew sedsal e, ne jî kurd kurdên sedsal berê ne! Kurd li çar beşên welat xwedî danehevî û destkeftiyên 200 salî ne. 200 sal in bê navber li ber xwe didin û bûne xwedî azmûneke girîng a siyasî, leşkerî, îdarî; dîsa bîr û perspektîfeke dîrokî û nihayî… Bi gotineke dîtir, aqil, hest û helwesteke kolektîf a kurdan çêbûye. Dibe ku ev aqilê hevpar ê kurd hêj xwe baş rêxistin nekiribe, lê heye: Di nav civakê de heye, di nav hêzên kurd de heye. Li ser yekitiya neteweyî gotinên nehatî gotin hema bêje nemane. Bêguman heta pêk bê divê gotin neqedin jî. Gotinên me ji rêxistin û hêzên muxatab re ne. Ev daxwaz û banga gel e! Tu hincetên tu aliyî nîne ku sedsaleke din jî gelê kurd bibe qurbanî, di bin nîrê dagirkeran de bê perçiqadin, rûmeta wî bê şikandin! Heke îro, ji dewleta tirk bigire heta Îran û Iraqê, heta Sûriye neyartiya kurdan dikin û êrîşên tunekirinê tînin ser destkeftî û hebûna kurd; divê tu ‘pîrozî, rêgez, hesab, berjewendî’yên tu aliyan ji nirxên neteweyî girîngtir nebin. Ji niha pê de kî vê bike, dev ji hevkarî û nokeriya dijminan berde, kî bêdeng, bêhelwest bimîne, divê ji kurdbûn, heta ji mirovbûna xwe şerm bike! Belê, di dîroka nêz de nêzî 40 sal in ‘Yekitiya Neteweyî’ di rojeva rêxistin û gelê kurd de ye. Heta niha berhevî û serpêhatiyeke baş jî çêbûye. Heke armanca her kesî gel û welat be; wê demê gel êdî yekitî, azadî, serxwebûn û serfiraziyê ji we dixwaze!

Li bakurê Kurdistanê heta astekê tifaqek nav hêzên kurdî de çêbûye û li hemberî dagirkerî û faşîzmê helwesteke hevpar derketiye holê. Li rojhilatê Kurdistanê jî bi heman awayî di navbera hêzên kurdî de tifaqeke bi vî awayî ya pratîkî çêbûye. Li başûrê Kurdistanê ev demeke dirêj e ku ev xebat tên kirin. Her çiqas encamên berbiçav derneketibin holê, nakokî hebin jî, gel van nakokiyan rast nabîne û nakokiyên ku neyên derbaskirin nînin. Nîşaneya vêya berbiçav jî, li hemberî hewldanên dagirkeriya dewleta tirk di serî de li Silêmaniyê, li seranserê başûrê Kurdistanê gel bi hêrs û kîn e.

Li rojavayê Kurdistanê aliyên kurdî li ser xalên esasî li hev kirin. Belê, ev lihevkirin weke peymana du aliyên siyasî be jî, dikare weke tifaqa başûr û rojavayê Kurdistanê bê nirxandin. Ev hewldana bi pêşengiya fermandar Mazlûm Ebdî pêk hatî, dikare weke qonaxeke girîng a vê pêvajoyê bê nirxandin. Ev jî kelecan dide hemû kurdan. Bi kurtasî ev lihevkirin dikare weke gaveke girîng a ber bi yekitiya neteweyî ya çar parçeyên Kurdistanê ve bê dîtin û piştgirîkirin. Bi vî awayî dorpêç û êrîşên qirkirinê bên şkandin û gaveke dîrokî ya ber bi azadiya neteweyî ve bê avêtin.