Rojnameya Heftane

Divê kurd xwe ji mêtingêriyê rizgar bikin

Di dîroka tevger û têkoşînên şoreşger û her weha yên neteweyî de yên paradigmaya  xwe di asta destpêkê de li ser bingeha azadiya jinê sazî kirine, ez bawer im ne zêde ne. Dîtina azadiya jinê wek temînata azadiya civakê û vê yekê him di asta…

Hişyariya pêla duyemîn

Li cîhanê vîrusa koronayê (Covid-19) hê jî belav dibe. Her çend heta niha dermanê vîrusê nehatibe dîtin û çareserî peyda nebûbe jî, gelek welat gav bi gav derbasî pêvajoyeke asayî dibin û…

Ji zanîngeha Inalcoyê derfeteke zêrîn

Încîl Selçûk

Di vê serdema ku li seranserê dinyayê bi milyonan mirov bi tirs û fikara vîrusa koronayê mijûl dibûn, ji zanîngeha Inalkoyê derfete zêrîn, ji bo xemxûrên ziman û edebiyata kurdî hate afirandin. Mîmarê vê projeyê serokê beşa kurdolojiyê ya zanîngeha Sorbonê Seydo Aydogan e.

“xwendin nebe kes naçe pêş, peyda dibin pir derd û êş”

Bila dilxweş razê Cegerxwîn, kurd êdî derd û êşên xwe bi zanistê derman dikin.

Perwerdeyê despêka heyva nîsanê dest pê kir. Dawiya dersan jî wek 15’ê gulanê hatibû destnîşankirin. Ev dem her çendî wexteke kurt jî be, amadekirina bernameyeke bi rêk û pêk ya bê navber her roj herî kêm derdora 5-6 saet û bi tevlêbûna mamosteyên bijarte hişt ku bibe perwerdeyeke pir sûdewer. Yek ji mamosteyan Michiel Leezenberg bi eslê xwe ji Holandayê ye. Bi dersa mîtolojî û felsefe, bi taybetî xebatên xwe yên li ser klasîkên kurdî (Mem û Zîna Ehmedê Xanî û berhema Elî Teremaxî) gelekî bala mirov dikişand. Michael Chyetê bi eslê xwe ji Amerîkayê ye, wî jî bi dersa etîmolojî, zimannasî xebatên xwe yên li ser ferhengsaziyê û rêbaza çêkirina ferhengê bi xwendevanan re parve kir. Michael Chyet, ji bilî dersan jî bi xemxuriya xwe ya zimanê kurdî gelekî sempatiya beşdaran kişand ser xwe. Her wiha Michael Chyet di dersa xwe ya dawiyê de bi çîrokeke kurt lê wateya wê pir mezin derseke giştî jî da me hemûyan. “Mîr gotiye em ê dawetekê bikin, rabûye ji çil kesan re xeber şandiye ku roja dawetê biçin ji bo dawetê kopê (cêhr) şerabê bînin. Ji wan çil kesan her yekê li cem xwe gotiye; ma ne ji 39 kesên din re jî hatiye gotin, helbet ew ê yek ji wan biçe kopê şerabê bîne. Roja dawetê hatiye, lê nihêrîne ku kesek neçûye şerab neanîye. Rabûne di daweta xwe de li şûna şerabê av vexwarine.” Michael Chyet got: “Bi hêviya hûn li zimanê xwe xwedî derkevin û li şûna avê şerbeta zimanê xwe yê şîrîn vexwin.” Bi dersa Abdulwehab Xalid Mûsa jî kurdiya wî ya resen û hîtaba wî ya bi zimanekî yekgirtî bandoreke xurt li ser mirov dihişt. Mînakek pir baş e ji bo rûspiyên kurdan. Ew yek nîşaneya wê ye ku di navbera perçeyên welat de qet ferq nîne û mirovên zana û kurdperwer li her perçeyî wek hev in.

“Xwehên min, ez ji we re sekinî me. Ji min re binivîsin, tiştê ku ji bo hînbûnê ji we re gereke, ez ê wan bi dilxweşî ji we re bişînim. Bi pêkanîna daxwaza we, xweş bizanin ez tu minetê li we nakim, ji ber ku hûn bi vî awayî rê didin min ku ez xizmeta welatê xwe bikim.”

Ev gotinên Rewşen Bedirxan yên li jor, îro di rûhê jinên Rojava de zindî dît ku ew jî bi heman şêwazê xizmeta pêşketina jinên welatê xwe dikin.

Her wiha ji zanîngeha Rojava jî Xecê Petekkaya bi dersa lêkolînên li ser zaravaya zazakî, têkiliyên di navbera kurmancî û zazakî de tev li dersan bû. Hewceyê gotinê ye ku em baştir tê gehiştin ku zêde cudahî di navbera herdu zaravayan de nîne û ew pêşdaraza hinek dibêjin zazakî zimanek cuda ye yekser ji holê rakir. Dîsa ji zanîngeha Rojava tevlêbûda Zozan Sîma ya dersa jineolojiyê hem di warê zanist û hem jî bi pêşkêşiyeke profesyonelî rengekî cuda da dersên me. Di heman demê de tevlêbûna gelek şagirtan ya ji Rojava, baldarî û eleqeya wan a tevlêbûna dersan hêvî û bendewariyên me ji Rojava mezintir û geştir kirin.

Bi vê projeyê me dît ku, êdî kurd di warê zanistê de dikarin  di gelek waran de şagirtên xwe perwerde bikin. Her wiha min navê gelek mamosteyên tev li dersan bibûn nenivîsandin. Ji ber ku gelek kes bûn. Her yek ji wan di warê xwe de pispor û pir hêja bû. Her çendî her yek li aliyekî dinyayê jî be, lê dilê hemiyan bi hev re bi kurdî lêdida, ev jî dide nîşandan ku kurd çiqasî ji welatê xwe dûr bikevin jî Kurdistana xwe di dilê xwe de bi xwe re dibin û wê Kurdistana di dilê xwe de mezintir dikin. Ew germahiya wan me di dersan de hîs dikir û didît. Herî dawî divê bibêjim; beşdariya herdu mamosteyên ji rojavayê Kurdistanê û piraniya şagirtên ji wir jin bûn. Ev jî bi ya min li gor rûhê şoreşa Rojava bû. Spasiyeke mezin ji rêveberiya zanîngeha Inalcoyê û hemû kesên keda wan di vê perwerdeyê de heye, mal û menzelê wan ava be.