24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Zanîngeha Kurdistanê nivîsa kurdî hat rakirin

Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê beriya Şoreşa Îranê hatiye avakirin û bi gelemperî xwendekarên zanîngehê kurd in. Ji ber ku zanîngeh di aliyê perwerdeyê de serkeftî ye ji bajarên farisan jî gelek xwendekar tên li Zanîngeha Kurdistanê perwerde dibînin.

Lê di demên dawî de li Îranê li hember kurdan û kurdî dijberiya ku heye her diçe zêdetir dibe. Herî dawî xwendekarên faris yên endamên Komeleya Îslamî ku ew jî girêdayî Besîc û Cehşan e, daxuyanî li hember zimanê kurdî dabûn û gotibûn ku ew ji xeynê zimanê farisî tu zimanî qebûl nakin.

Li gor agahiyên me ji herêmê girt xwendekarên endamên Komeleya Îslamî pêşî tev li merasîma aşûreyê ya ku şîîyan amade kiriye bûne û li dû bi maşîneyên kar çûne nivîsên kurdî û îngilîzî yên li ser dîwarê zanîngehê rakirine.

Hat diyarkirin ku mamosteyên zanîngehê li hemberî vê kiryarê ketine nav hewldanê da ku dîsa nivîsên kurdî û îngilîzî bi zanîngehê ve bikin.