Rojnameya Heftane

Wekî berxê li ber maka xwe

Veysî Varli

Nêçîrvanên dengên kurdî vê carê jî li pey dengbêjê ciwan Murat Akbaşli ketine. Murat wekî berxikê li ber maka xwe li gund xwe diparêze. Ew jî li bendê…

Furûxa tenha

“We în menem zerî tenha der astaneyî felî serd derîptîdayî derki hestî alûdeyî zemîn weyesî sadewu xemnakî asîman we natewaniyî în desthayî…

Ji zimanê ‘bavûkalan’ ber bi yê ‘dayikan’ ve

Peyva ‘zimanê dayikê’ di gelek zimanan de peyveke rûniştî ye. Gelek civak û netewe zimanê di biçûkahiyê de tê fêrkirin, wek zimanê dayikê bi nav dikin. Lê pênase û naveroka vê peyvê li gorî hişmendî û çanda civakan her wiha li gorî şert û mercên heyî diguhere. Her çiqas di hêla zimannasiyê de zimanê dayikê beyî ku rola ‘dayikê’ bê diyarkirin, wek ‘zimanê ku di destpêkê tê fêrbûn, zimanê ku mirov xwe baştir pê îfade dike yan jî wek zimanê yekemîn’ bê pênasekirin jî, gelek zimanzan di vê pêyvê de balê dikişînin ser rola dayikê. Ango zarok berî were dinyayê dengê diya xwe nas dike, bi deng û zimanê dayika xwe mezin dibe. Têkiliya yekemîn bi dayikê re ye. Lewre zimanê yekemîn, wek zimanê dayikê tê binavkirin. Ev pênase bêguman ji hêla hin jinan û femînîstan ve jî bi şanazî tê silavkirin. Wek gelek nirxên civakî ziman jî bi dayik, ango bi jinê ve tê girêdan. Heta di nîqaşên me yên navxweyî de jî her tim mirov/jin di pêşketin û paşketina zimên de balê dikişînin ser rola dayikên kurd. Ango tê gotin ku zimanê kurdî heta niha bi saya dayikên kurd xwe parastiye, aniye roja me û ji niha şûn ve jî divê dayik bi zimanê kurdî bi zarokên xwe re bipeyivin da ku ziman dikaribe xwe bigihîne nifşên nû. Ger dayik vê yekê nekin, dê ziman winda bibe û ew ê berpirsiyarên helandinê jî destpêkê dayik bin.

Lê ev tesbît li beramberî niyet û xwesteka xwe ya paqij hinek pirsgirêkan di nav xwe de dihewîne: Bêguman di parastina zimanê kurdî de roleke pêwîst a dayikan heye. Lê dema mirov vê tesbîtê bi aliyên din ên civakê re negire dest dê gelek kêmasî derkevin holê. Dayiktî ligel taybetiya xwe ya biyolojîk kategoriyeke civakî, polîtîk û çandî ye. Li gorî taybetiyên civakan, li gorî demê naverok û wateya wê diguhere. Ya ku îro di vê mijarê de tê destgirtin, ango dayika ku di nav malê de beramberî karûbarên malê berpirsiyariya xwedîkirin û perwerdeya zarokan digire ser milê xwe, îcada sedsala 20’emîn e. Dayikatiya malbata teng, qada taybet û girtî, endama saziya herî bingehîn a baviksalariyê ye. Lê em dizanin ku dayiktî û xwedîkirina zarokan heta destpêka sedsala modernîteyê peywîrên civakî bûn, ne takekesî (individuel) kolektîf bûn. Zarok ne tenê di bin berpirsiyariya dayikan de bûn, bav û civak jî di perwerdekirina zarokan de roleke wan a girîng hebû. Zarok ligel zimanê xwe, çand, nirx û kevneşopiyên civaka xwe ji kesên derdora xwe bi rêya dan û standin, çavdêrî û şopandinê fêr dibûn. Mal ne qada taybet bû. Zarok û dayik di heman demê de endamên qada cemaweriyê bûn.

Lewma jî mirov dikare bibêje ku ya zimanê kurdî (an jî bi giştî zimanên ne xwedî saziyên navendî) gihandiye roja me, ligel gelek sedemên din civakîbûna komunal e; ne dayiktiya modern e ku îro em ji bo vê yekê spasiya wê dikin û ji bo têkçûna zimên jî wê tawanbar dikin. Ya ku zimên tune dike têkçûna civaka komunal e.

Zana Farqînî di nivîseke xwe de (2006) balê dikişîne ser bikaranînên modern ên cuda wek ‘zimanê zikmakî, zimanê maderî, zimanê dayikê’ û hwd. Li gorî Farqînî di zimanê kurdî de gotina ‘zimanê bav û kalan’ tê bikaranîn; lê ger mirov bixwaze dikare awayê wê yê modern  ango ‘zimanê dayikê’ jî bi kar bîne. Peyva ‘bav û kalan’ mijareke rexneyê ye, lê bila niha bimîne. Lê ji ‘zimanê dayikê’ zêdetir a rastiya zimanê kurdî dide der, bi rastî jî peyva ‘zimanê bav û kalan’ e.