18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji zindanên Sûriyeyê cenazeyên girtiyan derdikevin

Li gorî raporeke saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Di nava bêdengiya cîhanê de li şûna serbestberdana girtiyên di zindanên rejîma Şamê de, bê navber cenazeyên girtiyan ji wan zindanan derdikevin. Herî dawî dema ku nexweşek ji kampa Rekban a penaberan dixwaze biçe li nexweşxaneya rejîmê derman bibe, di rê de tê rawestandin û li navenda dezgeha Istixbarata leşkerî tê girtin. Piştî demekê li birayê kesê ku hatiye girtin, digerin û dibêjin were cenazeyê birayê xwe bide.

Li gorî rapora (SOHR) ji destpêka sala 2011’ê hejmara kesên ku di zindanên rejîmê de mirine bûn 47 hezar û 528 kes. Li gorî raporên SOHR’ê ku bi nav hatine destnîşankirin ji wan kesan 47 hezar û 125 mêr, 339 kes jî zarok, her wiha ji wan 64 kes jî jin in.

Ji wan girtiyan ji sedî 83 di nava salên 2013 û 2015’an de di zindanên rejîmê de bi işkenceyê hatine kuştin. Her wiha li gorî heman çavkaniyên ji wan girtiyan derdora 30 hezarî li zindana Seydnayê hatine kuştin.

SOHR di dawiya rapora xwe de bang li saziyên mafên mirovan û raya giştî ya navdewletî dike ku dosyaya girtiyan piştguh nekin û ji bo pêşîgirtina li binpêkirinên mafên mirovan ên ku li Sûriyeyê tên kirin bikevin nava liv û tevgerê.