Çarşem, Gulan 19, 2021

Jidayikbûn û nemiriya Mîr Celadet

Di dîroka kurdan de gelek rûpelên zêrîn hene ku şewqa wan diteyîse seranserî dîrokê bi xwe. Her wiha tîrêjên van rûpelan tarîtiya dîroka fermî yên dagirkerên Kurdistanê jî ronî dike. Celadet Alî Bedirxan jî yek ji wan tîrêjan e ku li hemberî bêjara serdestan tim di nav hewildanê de bûye.   

Mîr Celadet Alî Bedirxan di 26’ê nîsana 1893’an de li Stenbolê hat dinê. Celadet Alî Bedirxan, kurê Emîn Alî Bedirxan û neviyê Mîrê Cizîra Botan Mîr Bedirxan e. Dema Celadet Alî Bedirxan tê dinê ew bi malbatî li sirgûniyê ne. Malbata Bedirxaniyan ji ber berxwedana axa xwe, ji teref desthilatdariya Osmanî ve tê sirgûnkirin. Celadet Alî Bedirxan li Stenbolê dest bi perwerdeya xwe dike. Li eniya Qafqasyayê beşdarî şer dibe lê piştî ku komara Tirkiyeyê tê damezirandin biryara kuştina wan derdikeve. Bi vê yekê re Celadet û birayê xwe Kamuran derbasî Almanyayê dibin û Emîn Alî Bedirxan jî derbasî Yemenê dibe. Celadet Alî Bedirxan li Almanyayê di beşa hiqûqê de doktoraya xwe temam dike û dûre ji wir, bi dorê derbasî Misir, Lubnan û Şamê dibe.

Celadet Alî Bedirxan yek ji damezrînerê rêxistina Xoybûnê ye. Dema serhildana Agiriyê çêdibe dixwaze biçe wir lê ev daxwaza wî pêk nayê û serhildan têk diçe. Piştî 1930’yî Celadet berê xwe dide qada wêje û zimanê kurdî. Di 1932’an de kovara Hawarê derdixe û di rûpelên ewil de dibêje: “Me siyaset ji gel re hiştiye” û li ser zimanê kurdî xebatên xwe dike. Lê hemû xebatên Celadet û Ekola Hawarê yên li ser ziman û wêjeyê jî xebatên polîtik in. Lewra li dijî înkar û asîmîlasyonê Hawar dibe dibistana kurdan a netewesaziyê.

Mohra wî eyan e

Celadet Alî Bedirxan di seranserî temenê xwe de mohra xwe li gelek xebatan xistiye û di gelek waran de barê pêşengtiyê wergirtiye ser milê xwe. Di bin sîwana Hawarê de Kamuran Alî Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan, Nûredîn Zaza û gelek zana û rewşenbîrên kurd digihîne hevûdu. Celadet Alî Bedirxan mîna pisporekî şareza civaka xwe baş çavdêrî dike û çi ji civakê re lazim e bingeha wê datîne. Digel qelema xwe şûrê xwe jî bibîr tîne lê derfetên heyî dike ku ew tenê bi qelemê re mijûl bibe. Celadet di nav rûpelên Hawar û Ronahiyê de, di gelek qadan de nimûneyên ewil dide. Celadet xebatên xwe bi pêş dixe û ji bo kurdî bingehê alfabeyeke nû datîne da ku kurd hemî bi rihetî bikaribin zimanê xwe fêr bibin. Alfabeya latînî-kurdî ya ku îro kurd bi kar tînin alfabeya Hawarê, ango ya Celadet e. Îro roj em roja zimanê kurdî jî di roja derketina kovara Hawarê de pîroz dikin; nîsan rojbûna Celadet e, gulan rojbûna kurdî ye.  

Bîra qederekê

Mîrê zar û zimanê kurdî digel ewqas tengasî û çetiniyên aborî xebatên xwe her berdewam kirin. Lê çi heyf û xebînet ku Mîr Celadet koça xwe zû bar kir. Dîsa ji ber neçariyê û tengasiyên heyî Celadet diçe Hecana ku girêdayî Şamê ye û li wir di zeviyekê de dixebite. Ji bo avdana zeviyê dixwaze bîrekê bikole û navê wê datîne Bîra Qederê. Le ew bîr dibe bîra qedera wî bi xwe jî. Celadet Alî Bedirxan di 15’ê tîrmeha 1951’ê de jiyana xwe ji dest dide.

Kovara Hawarê bi temamî 57 hejmar derketin û Celadet Alî Bedirxan jî 58 sal jiya, lê ew xebatên ku wî û hevalên wî dahênane heta ku kurd hebin dê bên bibîranîn. Her wiha heta ku kurd hebin dê spasî û şabaşiya giyanê Celadet ê nemir bikin. Mirovek ne bi temenê xwe lê bi ramanên xwe dibe nemir. 