Rojnameya Heftane

Jin bê tirs û bi hêz li qadan bûn

NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên çar parçeyên Kurdistanê û hemû cîhanê vê salê li dijî her cureyên tundiyê li qadan bûn. Bi taybetî jin bi çalakiyên xwe yên bi reqs banga rêxistinbûyîn û bilindkirina têkoşînê kir

Têkoşîn û çalakiya jinên cîhanê ku di meha mijdarê de bênavber berdewam kirin û di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya Li dijî Jinan gihişt asteke bilind, di meha kanûnê de jî berdewam kirin. Ji Kurdistanê heta Tirkiyeyê, ji Iraqê bigire heta Îran û Şîliyê jin li dijî her cureyên tundiyê li qadan, tevî hemû astengiyan jî li ber xwe dan û bê tirs çalakiyên xwe pêk anîn. Jin bi çalakiyên xwe yên cur bi cur peyama ‘tu êrîş û hêz nikare têkoşîna jinên birêxistinkirî têk bibe’ dan.

Bi taybetî li dijî qetilkirin, tundî, îstîsmar û tecawizê, çalakiya bi dansa a jinên Şîliyê ku di 25’ê Mijdarê de li ber Wezareta Wekheviya Zayenda Civakî û Mafên Jinan pêk anîbûn û ev çalakî li cîhanê bûbû rojev, di meha kanûnê de jî bandora xwe da hîskirin û berdewam kir. Li gelek welatan jin bi heman çalakiyê li dijî qetilkirin, tundî û tecawizan bertekên xwe anîn ziman.

Li Kurdistanê jî jin piştî çalakiyên 25’ê Mijdarê, di meha kanûnê de bi çalakiyên wek semîner, civîn, şahî, meş, daxuyaniyan û hwd. li dijî tundiyê bertekên xwe anîn ziman. Her wiha jinên kurd di qada zimanê kurdî de jî çalakî pêk anîn. Jinên kurd li dijî asîmîlasyona li ser ziman, ji bo kurdî di her qada jiyanê de bibe zimanê rojane û pêş bikeve, çalakiyan pêk anîn û platforman ava kirin. Jinên kurd dixwazin bi rêya van çalakî, platform û civînan di nav civakê de hestiyariyek bidin avakirin.

Jinên li Tirkiyeyê jî bi reqsa jinên Şîliyê bertek nîşanî tundiyê dan û ketin rojava jinên Tirkiyeyî.

Derveyî çalakiyên jinan ên li dijî her cureyên tundiyê gelek bûyerên ku azadiya jinan û destkeftiyên wan kirin hedef jî hatin jiyîn. Mînak; di 4’ê kanûnê de Desteya Bilind a Fedwa ya girêdayî Yekitiya Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê bi îdiaya ku karên ne li rê û ne ehlaqî rû didin fetwayeke sosret derbarê jinan de da. Li gorî fetwayê nabe jin bi tenê bigerin, derkevin derveyî bajêr û bi tenê li taksiyê siwar bibin. Ji aliyê din ve jî çalakiya bi dansê ya jinên tirkiyeyî ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ve hat rexnekirin û hwd.

Her wiha gelek sazî û rêxistinên jinan jî bîlançoya tundî û qetilkirina jinan parve kirin. Li gorî vê bîlançoyê di nav 11 mehan de 305 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 556 jin jî bi tundiyê re rû bi rû mane. Lê li gorî bîlançoya ne fermî hejmar hîn zêdetir e.

Bûyer û çalakiyên ku pêk hatin wiha ne:

  • Li bakurê Kurdistanê jin di çarçoveya kampanyaya 6 mehan a Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi dirûşma ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ dabûn destpêkirin, çalakiyên xwe domandin. Kampanyaya ku dê di dawiya meha kanûnê de bi dawî bibe, bi awayekî cuda bê domandin.
  • Meclisa Jinên a HDP’ê civîn û kongreyên xwe pêk anîn. Di van civîn û kongreyan de biryara bilindkirina têkoşînê hatin girtin.
  • Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 3’yê mijdara 2019’an de bi şîara ‘Deng û Pênûsa Azad Jina Têkoşer a Nemir e’ bi tevlibûna gelek jinên helbestvan, nivîskar, çîroknûs, senarîst, edîtor, aktîvîstên TJA, nûnerên sazî, partî û jinên siyasetmedar di komxebata ‘Jin Nivîs û Nivîskariyê’ li dar xist. Piştî nîqaşan û girtina biryarên girîng ‘Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê’ hat avakirin.
  • Li rojavayê Kurdistanê li dijî qetilkirina jinan û tundiyê gelek semîner, civîn, meş û hwd. pêk hatin. Jin bi çalakiyên cur bi cur bal kişandin ser tundiyê û têkoşînên ku li dijî tundiyê tên dayîn.
  • Li başûrê Kurdistanê rêxistinên jinan bernameya 16 rojan ku starta wê di 25’ê Mijdarê de hatibû dayîn, bi çalakî û şahiyên cur bi cur bi dawî kirin. Gelemperiya çalakiyên li Başûr ji bo piştgirîdayîna mafên jinên Rojava pêk hatin. Piştî bidawîbûna bernameya 16 rojan sazî û rêxistinên jinan daxuyaniyeke hevpar dan.
  • Di 4’ê kanûna 2019’an de Desteya Bilind a Fedwa ya girêdayî Yekitiya Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê bi îdiaya ku karên ne li rê û ne ehlaqî rû didin fetwayeke sosret a ji 8 xalan pêk dihat derbarê jinan de da. Li gorî fetwayê nabe jin bi tenê bigerin, derkevin derveyî bajêr û bi tenê li taksiyê siwar bibin. Ev fetwa rastî bertekên jinên Başûr hatin. Jin li dijî vê fetwayê çalakî pêk anîn û ji Desteya Bilind a Fetwayê xwestin ku biryaran paşve vekişînin û lêborîn bixwaze.
  • Li Tirkiyeyê gelek jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û rastî tundiyê hatin. Sazî û rêxistinên jinan li dijî van bûyeran çalakiyan pêk anîn. Heta jinên tirkiyeyî çalakiya bi reqs pêk anîn û ev çalakî jinan rastî nerazîbûna Wezîrê Karên Hundir hat. Piştî nerazîbûna wezîr li gelek bajarên Tirkiyeyê jin bi heman çalakiyê bertekên xwe anîn ziman. Her wiha jinên parlamenter ên CHP’ê jî li meclisê bi heman rengî bertek nîşanî wezîrê hundir dan. Ji aliyê din ve jin dozên tundiya li ser jinan şopandin û li dijî yasaya nafaqayê jî çalakiyan pêk anîn. Her wiha jinên li Tirkiyeyê ji bo naskirina nasnameya xwe di 15’ê kanûnê de ji bo 17 hefteyan atolyeya jineolojiyê dan destpêkirin û dê atolyeya jinan di sala nû de jî bidome.
  • Jin li Iraq û Îranê jî li dijî tundiyê çalakiyan pêk anîn. Heta li van welatan jin ji çalakiyên civakî re jî pêşengtiyê kirin.
  • Di serî de jinên Şîliyê jinên çar aliyên cîhanê jî li dijî her cureyên tundiyê daketin qadan û gotinên xwe anîn ziman.