Duşem, Tirmeh 26, 2021

Jin bi eşqa statûya xwe rabûn

Adar Şaman

Fesihkirin, rakirina ji meriyetê ya Peymana Stenbolê, di asta cîhanî de jinan li dijî rejîmên totalîter, mîlîtarîst, ‘femînîstî,’ rabûne serhildanê; hêz û ezmûna têkoşîna xwe gihandin hev. Di serî de li Tirkiyeyê, bakurê Kurdistanê û gelek welatên cîhanê di pêşengiya jinan de xwepêşandanên girseyî pêş ketin. Kuçe-kolanên cîhanê veguherîn rengê serhildana jinan. Jinan, di berxwedana 1’ê tîrmehê de tenê biryara parastina destkeftiyan nedan; hêza mezinkirina qadên azadiyê nîşanî rejîma destpot dan.
Hêrsa jinan tu astengî nas nekir; roja 1’ê tîrmehê bû roja têkoşînê ya jinên cîhanê. Jinan di vê meşa xwe ya di asta dinyayê de, biryara ji bo hevpeymaneke global a têkoşîna hevpar a jinên cîhanê dan. Jin, bi yek helwestê li ber zilma dewlet-desthilatdariyê bûne yek. Vê hêza jinan a yekgirtî li pêş xwe tu sînor nas nekir. Civaka jinan ku hêza xwe yek bike, wê di mijara pirsgirêkên jin û civakî de bi awayek têkûzkirî, rêxistinî bi peywira xwe ya guhertin û veguhertina mêr rabe. Di serhildana jinan a 1’ê tîrmêhê de aşkera diyar bû ku hêza jinan a têkoşîna di asta cîhanî de bike, heye. Jinan, bi yek helwestê biryara têkoşîna azadiyê dane rejima tirk. Jinên daketin qadan peyama tifaqa têkoşînek yekbûyî dane rejimên dijber ên civaka jinan.

Wêrektî û israra azadiyê

1’ê tîrmehê ji bo jinan, bû hinceta hêza xwebirêxistinkirinê û destpêkeke nû. Êdî jin bi têkoşîna xwe yên dijî kedxwarî, koletî, li bajar, çiyayan, nava malê, kargeh, kolanan, li tevahî qadên ku newekhevî, bêdadî û tundûtûjî lê heye, têdikoşin. Hestên rêxistinkirî, meriv ber bi lêgerîna azadiyê ve kaş dikin. Kesê/a xwe bi rêxistin, rêk û pêk dike, ew kesên ku xwedî xeyalên mezin ên lêgerîna azadiyê ne. Jinên bi rêxistinkirî, xwedî hêza parastina xwe ne. Ji bo vê jî pêwîstî bi zanebûn, wêrekî û israra di azadiyê de heye.
Dîroka Peymana Stenbolê, her çendî xwe bispêrê 2011’an jî ku dewleta tirk yekem car peymanek di asta hiqûqî ya navneteweyî de destnîşan kiribû, di 20’ê adara 2021’ê de bi destnîşana zilamekî ev peyman hatibû fesihkirin. Lê ya rastî Peymana Stenbolê encama berdelên giranbiha, ked û têkoşîna jinan e.

Divê qad tu carî vala nemînin

Her wiha ew zîhniyeta ku Denîz Poyraz qetil kir; ya ku bi destnîşanekî dest di Peymana Stenbolê de werda û fesih kir heman zîhniyet e. Rejîma tirk a ku qaşo vêga dasthilat e: mafên jinan ên hiqûqî, siyasî û qanûnî yek bi yek bi hincetên bêbingeh ji holê rakirin. Yek ji wan mafên hiqûqî jî Peymana Stenbolê bû. Rejîma AKP-MHP’ê di her fersendê de her ku devê xwe vedikin, li şûna gotinan, xwîn ji devê wan dibarê û êrîşî destkeftiyên gelê kurd, nirxên jinan dikin. Ji ber ku Denîz Poyraz, jineke kurd bû, têkoşer û zaroka malbatek welatperwer-kurdperwer bû, hat hedefgirtin. Bi qetilkirina Denîz re nasnameya jinên têkoşer û sekna kurdên azad hat armanckirin. Dayika Denîz, Fehîma Poyraz bi helwesta xwe ya wêrek û rûmet planên şerê taybet-psîkolojîk ê li ser ciwanên kurd tê ferzkirin pûç kir. Dayika Fehîma, jineke serfiraz û xwedî çandek kûr a welatperweriyê ye. Ya rastî sekna dayik Fehîma Poyraz ji bo her kesî bû mînaka hêzê. Û pêwîst e kurd vê helwesta wê ji bo xwe esas bigirin. Dê ev sekin û helwest, gelê kurd bigihîne serkeftin ê. Dayik Fehîma, di wê kelegerma dilşewîtî de, şêwazeke pir zana û xwînsar raber kir. Tavilê ji kujerê Denîzê, Onur Gencer ê ku plankirî Denîzê kuşt hesap pirsî û banga xwedî derketina li têkoşîna Denîz kir.
Heya ku hevpeymaneke wekheviya zayendî û civakî pêk bê, pêwîst e jin, ji qadên çalakî û têkoşînê venekişin. Divê qad ji çalakiyên jinan tu caran vala nemînin. Pêdîvî bi peymaneke civakî ya nû heye. Li hemberî pergala ku ji her hêlê ve destkeftiyên jinan dixe hedef, pêwîstî bi her awayî têkoşîneke bîrdoziyê heye. Loma êrîşên ser nirxên jinan tên kirin di asta îdeolojîk, psikolojîk, fîzîkî û polîtîk de ne. Tevgera jinên kurd, di asta avakirina alternatîf, ezmûn û rêxistinî de xwedî daneheveke dîrokî ye. Rêxistin dema ku ser ezmûnên dîrokî bê avakirin, hîn çêker e.

Hevpeymana civakî

Tevger, sazî, komele û platformên civakî yên jinan, wê di encama nirxandin/ ponijandin û lêhurbûnê de alternatîfên pergala jinan derxin holê. Dîroka têkoşîna jinan, bi cerebe û afirîneriyê tê nasîn. Jin, li çarenûsa xwe digerin. Jin, bi eşqa statûya xwe rabûn serhildanê. Lewma bê çaretî koletî ye. Jinên zana dikarin xwe bi awayê baş di nav civakê de biparêzin. Ramyarî, zanyarî û wêrekbûn bi ruhê têkoşeriyê ava dibe. Pêwistî bi avakirina pergala civaka jinan heye. Êdî dem dema parastina jin û civaka azad e.
Pîvanên çarenûsa azadiya jinan, ji rêgezên têkoşîn, rêxistinî, welatparêzî, parastin, evîn, çanda azad û peymana civakî ya ku têkiliyên di navbera jin û mêr, jin û zarokan, jin û xwezayê, jin û jiyanê saz dike, pêk tê. Hevpeymana civakî, bi tekiliyên wekhev ên zayendî û jiyana azad pêş dikevin. Jin, di têkoşîna wekheviyê de ‘2 gavan’ li pêş mêran in! Çarenûsa jinan, paşeroja jinên civaka azad e.