Sunday, September 19, 2021

Jin çîrokên fermana Şengalê vedibêjin -1

Rojbîn Denîz

Di ser fermana Şengalê re 6 sal derbas bûn. DAIŞ’ê bi hezaran jinên êzidî revandibûn û hêj 1117 jin di destê DAIŞ’ê de ne. Jinên ku ew û malbatên xwe bi êrîşên DAIŞ’ê re rû bi rû man, çîrokên xwe vegotin.

Fermanên ku bi serê wan de hatine kêliyekê jî ji bîra wan naçe. Gorên komî yên li ber çavên wan agir bi dilê wan dixin. Li gorî qeydên fermî 81 gorên komî hene. Her der bûye gorên gomî.

Êzidiyan beriya sedsalan ji deşta Nînovayê berê xwe dan çiyayên Şengalê û li wê erdnîgariya bi cih bûn. Li warên ku êzidî lê bi cih bûn, di serî de yên bi navenda Şengalê ve girêdayî, 20 bajarok, 2 navçe û bi sedan gund hene. Li qadên derdorê yên navbera Şengal û Telaferê êzidî, kurd, ereb û tirkmen bi hev re dijîn. Yên ku li vê axê xizm û hezkiriyên xwe winda kirine, bi şîneke bêdawî dijîn. Fermanên ku di serê wan de derbas bûne demek jî ji bîra wan naçin û gorên komî yên li ber çavên wan agir bi dilê wan dixe. Gotin hêsan e… Li gorî qeydên fermî 81 gorên komî hene. Hûn bi kude biçin hûn wan dibînin.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê, destpêkê ji aliyê Qibledê ve êrîşê êzidiyan kir. Aliyê Qibledê nêzî Telafer, Baac û bi sedan gundên ereban e. Di dema fermanê de DAIŞ’ê zêdetir di ser gundên ereb re êrîşê êzidiyan kir û di wan êrîşan de zirara herî zêde li aliyê Qibledê çêbû. Herêm ji aliyê civakên ku li Şengalê dijîn ve bi navê Şemal ango Başûr, Qibled ango Rojhilat tê binavkirin. Kesên ku li aliyê Başûr ê çiyayê Şengalê yê êzidî jê re dibêjin Şemal dijîn, piştî ku bûyeran dibihîzin dest bi tedbîran dikin wê demê lê gelek êzidiyan ku bawer nedikirin dê DAIŞ heta Şemalê were, ketin destên DAIŞ’ê.

Gundê Hardan ê li başûrê Şemalê, bi şêniya xwe ya hezar û 700 kes in û di sala 1952’yan de hatiye avakirin. Li 3 aliyên Hardanê gundên ereban hene. Hejmara zêde ya niştecihên Hardanê êzidiyên ji başûrê Kurdistanê ne, hinek ji wan jî ji bakur ji ber fermanan koçî Şengalê kirine. Ev gundî ji êla Merkha, Cuvakanî û Davuteyê ne.

Ên li Hardanê ji bo PDK’ê dixebitîn di nava fermanê de hatin hiştin

Piraniya gundên Hardanê beriya fermanê, bi pêşmergeyan re dixebitîn. Li gund piştî fermanê ji ber tirsa PDK’ê, hin kes bi Kasim Şeşo û Heyder Şeşo re dixebitin. Ev her du kes li herêmê di asta nûnerên PDK’ê de ne. Li gund 480 kes, di fermanê de dikevin destên DAIŞ’ê. Tevî ku çend sal derbas bûne jî hê aqûbeta gelekan ji wan nayê zanîn. Tê zanîn ku ji nîvî zêdetirî kesên winda ne, bi PDK’ê re dixebitîn.

Qey tenê dayik bi êşên xwe koka xwe bera binê vê axê didin?

Rêya ku diçe gundê Hardanê ji gundê Gir Şebek ê ereban derbas dibe. Piştî derbasbûna ji gundê Gir Şebek, piştî rêyeke kurt em digihêjin maleke rûxiyayî. Maleke xirabe ye. Li Gundê Şebekê her mal, dilê her dayikek, şîna fermana beriya heft salan çêbûye, digire. Li Hardanê ji derveyî malên rûxiyayî, em rastî bêdengiya wekî mirinê tên. Saweke biçûk dikeve dilê me. Em di ber malên rûxiyayî re derbas dibin û dikevin nava gund. Piştî em ji van malan derbas dibin, çavên me bi sê jinên ku li ber deriyê bexçeyek rûniştî ne dikevin. Em berê xwe didin ba wan. Destpêkê em bi hestên xwe hev dinasin.

Ew dayik wisa bi êş xuya dikin ku em dibin şahidên rengê sor ê di çavên wan de. Dema em wan hembêz dikin, wekî ku êşek ji bedena wan digihêje bedena me. Gelo êşên li rûyê cîhanê tenê bi ser dayikan de dibarin? Qey tenê dayik bi êşan koka xwe bera binê vê axê didin?

Her sê dayik jî bi laçikên xwe yên spî, bi keziyên xwe yên ku li pişta serê xwe honane ve wekî ku fermana gundê Hardanê ji keziyên xwe bera ser dilê xwe dabin, dixuyên. Her yekê ji wan destên xwe danîne ser dilê xwe, bîranînên di dilê xwe de diparêzin. Dibe ku her yek ji wan, bi destên zarokên xwe yên kuştî girtibin.

Tu li kîjan deriyê didî, dayikek çavên wê bi rondik dibînî

Leyle, Sêvê û Beybûn… Bi qasî navên xwe, bi awirên xwe yên xweş, wisa dinihêrin ku di şopa serpêhatiyên xwe de me ber bi paşerojê ve dibin. Bi qasî ku hemû cîhan ji mirovahiya xwe şerm bike, mezin e êşa wan. Ji me pirsa çûyîna wir nakin. Tenê dibêjin “hûn bi xêr hatin, wekî ku hûn dostên me ne.”

Me xwe wisa nêzî wan hîs kir ku em nikarin pênase bikin loma hema zû me dest bi mijarê kir, me ji wan pirsî “Li vir ferman rabû ne wisa?” Bi hev re wekî ku li benda vê pirsê bin, di cih de dilê xwe vekirin. Ketina dilê dayikan ji bo me pir giran bû.

Ji dayikan Sêvê, bi sê keç, şeş kur û hevjînê xwe ve di fermanê de dikevin destên DAIŞ’ê. Ew sê keçên wê û du kurên wê xilas dibin lê heta niha jî nizane hevjînê wê û çar kurên wê li ku ne. Dibêje; “Ez wan kurên xwe yên ku min bi keda mezin xwedî kirin dixwazim.”

Ji malbata Beybûnê jî gelek kes dikevin destên DAIŞ’ê. Heft sal in tu agahî ji kurê xwe negirtiye. Ê Leyle jî du kurên wê, xwişka wê û ji malbata wê gelek kes roja fermanê dikevin destên DAIŞ’ê. Leyle berê xwe dide me dibêje: “Hûn vî gundê Hardanê dibînin? Hûn li kîjan deriyî bidin, hûn ê dayikek çavên wê bi rondik bibînin.”

‘Qîrîna keçên min, perdeya guhên min qetand’

Sêvê ji bo tiştên dîtine dibêje; “Ji bo min gelek zor e. Ez nikarim tehemul bikim. Dema ku zarokên min birin, cîhan bi serê min de xirab bû. Li dibistaneke Telaferê hemû zarokên min, girtin û birin. Ez bi ser çokên xwe ve ketim erdê. Bi saetan min rûyê xwe da erda beton giriyam lê kela dilê min nesekinî, dilê min parçe parçe bû. Qîrîn û hawara keçên min perdeya guhên min qetandin. Hûn niha bedenên me dibînin lê dilê me parçe parçe ye, aramî di dilê me de nemaye, me rêya xwe winda kiriye. Ez ê çi bibêjim êdî.”

Dema ku ew behsa êşa xwe dike, dayikên din jî bi gotinên Sêvê, ber bi demên borî ve diçin û tiştên jiyane tê bîra wan.

Ji mala Leyleyê dîtin û nêrîna li Şengalê

Dayika Leyle dibêje “Gundê Hardanê roja fermanê çi dît divê her kes vê yekê bizanibe. Ez dixwazim biaxivim lê ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gundiyên Hardanê. Dixwazim li ser navê wan hemûyan biaxivim.”

Piştî ku em bi xatir ji Sêvê û Beybûnê dixwazin, em bi Leyle re diçin mala wê. Leyle destpêkê me dibe serê banê mala xwe û ji wir malên zarokên xwe û yên gund ên rûxiyayî nîşanî me dide. Dûre berê xwe dide çiyayan û dibêje; “Hûn dizanin, van çiyayan êzidî parastin. Ger Şengal nebe dê êzidî jî tunebin lewre êzidî koka xwe ji çiyayan digirin. Çavên her hêza cîhanê li çiyayê Şengalê ye lê bila her kes bizanibe, ev der ê me ye, dîroka me ye, em aydê vê derê ne û tu carî naterikînin.”

‘Çîroka min wekî ya her kesê ye’

Leyle têkiliya ezidiyan bi çiyayan re pir xweş penase dike. Em dikevin navberê jê re dibêjin; “Em ê niha dest bi çîroka te bikin, çîroka gundê Hardanê. Bila navê çîrokê çi be?” Leyle bi tona dengekî bi biryar dibêje; “Bêguman bila navê çîroka min Çiyayê Şengalê be. Çîroka min a me hemûyan e. Ez êşên xwe ne tenê yên xwe dibînim, ev êşên hemû êzidiyan in. Her êzidî dema ku çîroka xwe vedibêje di rastiyê de behsa çîrok û serpêkahtiyên xwe dikin.

Nûçe: Rojbîn Denîz /NûJinha– Şengal