Monday, September 20, 2021

Jin çîrokên fermana Şengalê vedibêjin – 2

Rojbîn Denîz

Jinên êzidî yên Şengalê vegotina çîrokên xwe berdewam dikin. Vê carê Leyle Celal çîroka xwe ji NûJinhayê re vegotin.

Em li gundê Hardan li ser banê Leyle Celal in. Li vêderê tiştên bi xwe, zarokên xwe û hemû gundê Hardanê jiyayî vedibêje. Paşê jî berê xwe dide aliyê çiyê û çiyayên nîşan dide parêzvanên xwe yên herî mezin dibîne.

Leyle bi van hevokan dest bi axaftinê dike: “Ez Leyle Celal im. Ji gundê Hardanê me. Çil sal in li vî gundî dijîm. Ez bi eslê xwe ji Zoravayê me. Piştî zewicîm hatim Hardanê. Berê jiyan pir zehmet bû, mercên jiyanê pir zor bûn lê têkilî, parvekirin, berê xweştir bûn. Em heft xwişk bûn û ji hev re weke hevalan bûn. Ez mezina hemûyan bûm, ji ber wê min hemûyan xwedî kir. Dayika min diçû xebatê, li çiyayan qirşûqal û sergînan berhev dikir. Ji ber ku ez zaroka herî mezin bûm, min xizmeta xwişkên xwe yên biçûk dikirin. Xwişka min a ku niha di destên DAIŞ’ê de ye, min wekî dayik û xwişk didît. Cihê her yekê ji wan li ba min cuda bû. Jiyana me bi tevahî li çiyayan derbas bû. Merc zehmet bûn lê ji ber ku parvekirinên me dibûn sedema bextewarî û aramiyê. Li Hardanê jiyan zor bû, em hemû dixebitîn, me çandinî dikir, genim dihêra. Carna me rojê 100 kerpîç çêdikirin, bi ereboka destan me axê dikişand, diçû ji newalê avê dianî. Tevî van karan em hemû dayik bûn, me zarokên xwe xwedî dikirin. Ji ber wê ji bo jinan jiyan zortir bû. Ew zarokên me yên ku me bi keda mezin û gelek zorî û zehmetiyan mezin kirin, di rojekê de ketin destên DAIŞ’ê!”

‘Me qet texmîn nekir ku dê îxanetê li me bikin’

Leyle, bal kişand ser gundê xwe û feraseta jiyana hevpar û wiha didond: “Li gundê Hardanê, feraseta jiyana hevpar hebû. Her kes li hev difikirî jixwe hema bibêje em hemû xizmên hev in. Bi gundên cîran re jî navbera me pir baş bû. Şêniyên wan gundan hemû Ereb bûn. Ew dihatin cejn, şîn û şahiyên me, em jî diçûn ên wan. Zarokên wan dihatin li dibistana gundê me dixwendin. Me tu carî texmîn nekiribû ku dê îxanetê li me bikin. Dema ku DAIŞ’ê êrîşê Qibletê kir, gundiyên cîran ji me re gotin ‘netirsin tiştek bi we nabe, neçin cihek.’ Me jî bawer kir. Li başûrê gundê Hardanê gundê Fera Lîna hebû, li rojhilatê me gundê Hecî Fadil hebû, li bakurê me jî gundê Gir Şebek hebû. Gir Şebek di derketina gundê me de bû ango li ser riya Hardanê bû. Dema ku DAIŞ’ê êrîş kir hemû derbasê DAIŞ’ê bûn.”

‘Serê sibeha fermanê şiyar bûn me dît ku pêşmerge çûne’

Leyle radigihîne ku beriya fermanê li ser riya gundê wan benda kontrolê ya pêşmergeyên PDK’ê hebûye û diyar dike ku roja fermanê benda kontrolê hatiye valalkirin û wiha didomîne:

“Ji aliyê Qibletê bi telefonê digeriyan digotin ‘pêşmergeyan me hiştine çûne. Birevin canê xwe xilas bikin, ji nava Ereban derbikevin, wan li vir li me îxanet kirin dê li we jî bikin.’ Gotinên wan rast bûn. Dema ku em serê sibehê rabûn me dît ku pêşmerge li cihên xwe nîn in, ji me re tiştek negotibûn û çûbûn. Li gundê me gelek kesên ku bi pêşmergeyan re dixebitîn hebûn, ji wan re jî negotibûn. Tenê li çend kesan geriyan gotin ‘neçin cihek dê hêzên me werin.’ Destpêkê êrîşê gundê Koço kirin dûre hatin gundê me, bi gundiyên derdora me re êrîşê me kirin. Nîvroyê hatin gund, ji me re gotin potên spî bi malên xwe ve girê bidin, em tiştek bi we nakin’ û dûre çûn. Dûre kesên ji Qibletê li me geriyan gotin jin û keçan birine û mêran jî kuştine. Li ser vê yekê me jî amadekariya derketinê kir. Em nêzî 60-70 kes siwarê kamyonek mezin bûn, ên din jî bi wesayîdan li dû me dihatin. Em derketin rê, dema ku em nêzî Gir Şebek bûn, çeteyan riya me girtin.”

Leyle, li ser serpêhatiyên xwe jî rawestiya û wiha axivî: “Gundiyên ereb ên li derdora gundê Hardanê jî ji aliyê din ve hatin û me xistin dorpêçê. Tenê aliyê Zorava vekirîbû. Li wî aliyê jî riya wesayîdan tunebû lê dîsa jî hinek gundî bi wesayîdên xwe heta cihekî çûbûn, dûre jî peyatî domandibûn. Kamyona me qet nesekinî. Piştî ku em derbas bûn hemû riyan girtin. Hejmarek zêde çeteyên DAIŞ’ê hatibûn. Çekên giran li ser wesayîdên xwe bi cih kiribûn. Nêzî 30 wesayîdên ku piştî me hatin, hemûyan rawestandibûn. Dûre wan ji gund derxistibûn biribûn ser riya sereke. Li wir hemûyan ji wesayîdan peya kiribûn, jin, zarok, mêr û extiyaran ji hev veqetandibûn. Çi li ser wan hebû ji wan girtibûn. Ji ber ku ên vê yekê dikirin gundiyên cîran bûn, baş dizanibûn li ser kê çiqas zêr û pere hene. Ji hinekan re gotibûn, pereyê we zêde ye, bibêjin we li ku veşartiye. Ji sedî çil şêniyên gund ketin destên DAIŞ’ê. Hejmara wan 480 bû. Li wir, li ser riya sereke komek ji wan qetil dikin, davêjin çalên ku li derdora rê vekirine û ser wan digrin. Ên mayî jî li wesayîdan siwar dikin û dibin Telaferê.”

 Awirên dayikên Hardanê bi fermanê ve eliqandî mane

Bêyî ku bizanibin çi bi zarokên wan ên li dû wan mane nikaribûne birevin, berê xwe dane riyên nediyar. Dema ku ew bi lezgînî ji cihê bûyerê dûr ketine, hemû dayikan ji kunên ereboka kamyonê li zarokên xwe nihêrîne. Awirên dayikan, bi fermana li wir re eliqandî mane. Ruhê wan û dilê wan, tu carî ji zarokên wan veneqetiyaye. Bedenên wan jî zanibûne ku tenê çiya wan diparêzin, berê xwe dane hembêza çiyayan. Her kes bi telefona xwe li kesên mayî digeriya lê çeteyan bersiv didan telefonên wan û digotin ku di destên wan de ne. Wê demê di çavên wan de tu wateya xilasbûnê namîne. Piştî rêwîtiya di riyên çiyayî de berê xwe didin deşta Rebîayê. Rêwîtiyeke dirêj, zor û zehmet e. Ji Rebîayê derbasî Rojava dibin.

Leyle bal kişand ser êş û rêwîtiya xwe û wiha dimand: “Em bi êşa dilê xwe ketibûn rê. Êş bareke giran bû, zehmetiyên rêwîtiyê me di navbera jiyan û mirinê de didomiya. Em dayik bi êşên dilê xwe dimeşiyan, bi wan êşan em gihîştin sînor. Li wê derê tenê heval ji me re bûn alîkar. Hatin pêşiya me. Bi rojan em birçû û tî bûn, bi rojan em meşiyabûn, westiyayî bûn. Cih ji me re çêkirin, bi dilê xwe yê germ em pêşwazî kirin. Em ê tu carî tiştên ji bo kirine ji bîr nekin. Xwedî li me derketin, em du roj li ba wan man, dûre em derbasî başûrê Kurdistanê bûn, li wir 3 sal man.”

‘Em vegeriyan gundên xwe yên ku cihê destpêka êşên me ne!’

Du kurên Leyle dikevin destên DAIŞ’ê û piştî roja fermanê, tu agahî ji zarokên xwe nagire. Dema li Başûr e xwe dûrî zarokên xwe dibîne. Piştî azadkirina Şengalê, berê xwe dide Şengalê, dûre jî berê xwe dide gundê xwe Hardanê. Ji ber gihîştina gund û axa xwe her çendî bextewar be jî, êşa wê mezin e lê dîsa jî mirov dibîne ku ji ber li axa xwe ye, derûniya wê baştir e. Çavên xwe digre û gotinên ji ser zimanê wê derdikevin, tevî şîna Êzidyan a ji ber fermanan, behsa girêdana axê dikin.

“Tu tişt wekî gund û mala mirov nabe. Ez razî me li gundê xwe bi êşên xwe re bijîm. Li Hardanê her jin ji zarokên xwe dûr maye, yan yek an jî çend zarokên wan di destên DAIŞ’ê de ne. Ê min jî du kurên min di destên DAIŞ’ê de ne. Li vir em xwe nêzî zarokên xwe hîs dikin. Em her dem difikirîn me digot ‘dibe ku rojek biçin malê û me nebînin.’ Em ji bo zarokên xwe vegeriyan gundên xwe yên ku cihê destpêka êşên me ne. Gelek kesan ji min re digotin ‘neçe tuyê nikaribî li wir debar bikî, li wê malê bîranînên te yê bi zarokên te re hene, tu yê çawa li wir bijî’ lê min guh neda wan, hatim gundê xwe. Ez dixwazim bi bîranînên zarokên xwe re bijîm. Qet tiştên em dijîn zor nîn in? Bêguman gelek zor in. Ez dixwazim zarokên min û yên gund hemû vegerin. Em dayik her roj dua dikin, bi hêviya zarokên xwe dijîn.”

 ‘Hestiyên me di gorên komî de ne’

Tevî ku di ser fermanê de heft sal derbas bûne jî hê li şengalê 80 gorên komî û bi dehan gor hene. gorên komî yên li ser riya Hardanê, ji bo dayikên li gund birînê kûr in. Her yek ji wan bi tirsa ‘dibe ku zarokê/a min di wan de be’dijî lê di heman demê de dixwazin ji nediyariyê xilas bibin

Dema ku Leyle diaxive; dizane ku dibe wesîleya zanîna tiştên jiyayî. Baş dizane ku gotinên wê dê bibin wesîlay zanîna pêkanînên herî xirab ên di cîhanê de hatine serê wan, di bîra mirovahiyê de bimînin.

“Me li her derê dengê xwe bilind kir, xwest dengê m were bihîstin, werin gorên komî yên li ser riya gund vekin lê tu kesê dengê me nebihîst. Em dipirsin, çi hat serê zarokên me, tî ne birçî ne, dikarin serê xwe bişûn, cihê lê rakevin hene? Em der barê wan de tiştek nizanin. Ger miribin, qet nebe bila goreke wan hebe, em biçin xwe bispêrin kêlên wan, li ser axa gora wan rondikan bibarînin belkî hinek be jî em rehet bibin. Em ji tu kesê tiştek naxwazin. Daxwaza me tenê ew e ku werin van gorên komî vekin. Gorên komî li ser riya me ne, em çiqas ji wir derbas dibin, agir bi dilê me dikeve. Ez nikarin li wir binêrim. Dema ji wir derbas dibin cîgera min dişewite. Hûn dizanin ji bo dayikek çiqas zor e dema di ber goreke komî re derbas dibe difikire ka hestûyên zarokên wê jî tê de ne yan na?”

Xwişka Leyle jî di destên DAIŞ’ê de ye

Leyle, dema ku behsa bûyerên di fermanê de hatine serê wan dike, qet navber nade axaftinê, şîrove dike û nabêje; “Ewqas bes e.” Carna disekine, tîne bîra xwe û diyar dibe ku ji xwe re dibêje ‘naxwazim tiştek ji bîr bikim bimîne.’ Dûre berê xwe dide me, demek li me dinêre û dibêje; “Hûn dizanin xwişka min jî birin? Ew ji bo me pir bi nirx û hêja bû. Min ew xwedî kir. Ez ji bo wê hem dayik, hem xwişk bûm. Dema ku nû hatibû revandin, carna bi dizî li me digeriya, dûre êdî qet negeriya. Em nizanin çi hat serê wê.”

Gotin bi êş û şîneke giran ji ser zimanê wê derdikevin. Destên wê her dem diçin ser çokên wê, di hemû tevgerên bedena xwe de, pêşerojeke şikestî nîşanî me dide. Her çiqas nikaribe bi gotina hemû tiştan vebêje jî; ji tiştên dibînin em serpêhatiyên wê fêm dikin. Wekî ku hemû janên di bîra wê de veşartî ji re me re bibêje. Bi destên me digre, dil û çavên me, li berkendalên ku ji bîranînên bi êş ava bûne digerîne. Tiştên ku ji me re bibêje wisa zêde ne ku gotin û hevok têr nakin. Dema ku destên xwe dide ser çokên xwe û em li temaşe dikin em dibin şahidên wê, gotin û hevokên ser zimanê wê.

“Piştî fermanê çokên min baş nebûn. Ez wisa li çokên xwe didim ku hemû reş û şîn bûne. Em jinên Êzidî, dayik, bi lêdana çokên xwe, êşa dilê xwe de sivik dikin û hindik be jî rehet dibin. Ez ji şîngirtina kesên di fermanê de dîl hatine girtin nawestim. Ez bi her dayika ku zarokên xwe, malbata xwe winda kiriye re digrîm, ji bo hemûyan şînê digrim.”

 Kesên ji gundên derdorê bi DAIŞ’ê re bûn yek paşve anîn

Leyle dibêje; “Fermana ku beriya heft salan li me rakirin mala me xira kir, jiyana me herimand. Gundiyên ku bûne DAIŞ’î hemû vegeriyan gundên xwe. Em niha bi wan gundiyan re cîran in. Gelo ev tiştek rast e? Qey mafê me ev bû? Çawa vê yekê li me kirin? Di bin hêmayeya reveberiya Iraqê de wan anîn gundên wan. Hê hestiyên miriyên me di gorên komî de ne, nehatine veşartin lê kesên gihîştin DAIŞ’ê wekî ku tu tişek nekiribin anîn li ber serê me bi cih kirin. Li ser riya me ne, ez çiqas ji wira derbas dibim, ferman tê bîra min û dizanim ku derfetê bibînin dê fermanên nû li serê me rakin.” Bi van gotinan ji tecrubeyên tiştên berê hatine serê wan, fikarên xwe tîne ziman. Li ser sedema tiştên hatine serê mirovên ku di halê xwe de bûne û zirara wan negihîştiye tu kesê jî wiha dibêje:

“Fermanê ne dewletan, gundiyên cîran li me rakirin. Cîranên me bûn, me nas dikirin û dizanibûn dê çawa êrîşê me bikin. Ji ber wê dizanibûn dê êrîşê kîjan ji me bikin. Gunehê Êzidiyan tunebû lê bi fermanan me qetil kirin û ji warê me veqetandin.”

 ‘Tirkiye, bi balafiran li ser Şengalê digere, tirs û xofê belav dike’

Leyle, difikire ku Tirkiye dixwaze fermana DAIŞ’ê ya nebiriye serî temam bike û wiha dibêje: “Piştî fermanê Tirkiye her roj hewl dide êrîşê Şengalê bike û vê yekê tîne ziman. Bi balafiran li çiyayên m didin. Li asîmanê Şengalê bi balafiran digere, tirsa fermanê dixe dilê me. Bila Tirkiye destên xwe ji ser me bikşîne. Jixwe plana hemû fermanan dewleta tirk kir. Dema ku êrîşê Mûsilê kirin, em nizanibûn dê êrîşê me jî bikin. Me xwe bi xwe digot ‘şerê di navbera misilmanan de ye, me têkildar nake.’ Ger em bizanbûna dê wisa bi berfirehî êrîşê me bikin, me yê amadekariya xwe bikira berê xwe bida çiyayan. tiştek wisa kirin ku nedihat bîra tu kesê. Jinên Êzidî ji bo pakêteke cigare firotin, li ber çavên dayikan zarokên wan şewitandin. Niha jî Tirkiye dixwaze Êzidiyên ji fermanê xilas bûne qir bike.”

 ‘Êzidiyan dost û dijminê xwe nas kirin’

Dema em bi Leyle re diaxivin, dibin şahidên şîrovekirina xweza û civakê ya jinên zana. Em fam dikin ku girêdana jinan a bi paşeroj, civak, çand, folklor û her qada jiyanê re çiqas kûr e û yên ku şaneyên vê yekê zindî dihêlin jin in. Em dizanin ku ji ber baweriya wan a bi koka wan re xwe li ser piyan dihêlin, jiyana xwe li ser ve yekê didomînin.

“Êzdayetî tê wateya baweriyê. Di Êzdayetiyê de her kes ji hev bawer dike. Em ji Xweda bawer dikin û dizanin ku Xweda me diparêze. Bi paqijî, jidilî, tifaq û piştgiriyê mirov dikare zindiyan biparêze, ji jiyanê hez bike û biafirîne. Êzdayetiya helal wiha ye. Tu darek datînî, li dinêrî, av didî, pelên wê yên hişkbûyî paqij dikî, wê xwedî dikî. Xweda mafê jiyanê ji bo hemû zindiyan daye û ji evdên xwe dixwaze hemû tiştên zindî biparêzin. DAIŞ nizane Êzdayetî çi ye. Tu ol nizane. Ger bizanibûna dê wiha êrîş nekirana. Me bi vê fermanê dost û dijminê xwe nas kir. Ên dijminên Êzidiyan hemû DAIŞ’î ne, xwedî wê zîhniyeta qirêj in. Ên ji jiyanê hez nakin hemû DAIŞ’î ne.”

 Duayê Rojê 

Sohbeta me ya bi Leyle re, kêliyên berêvarê, dema ku roj hêdî hêdî diçe ava bi dawî dibe. Leyle ji cihe xwe radibe, hinek bi pêş ve diçe, berê xwe dide rojê û dua dike. Duayê rojê, sibehê dema ku roj hiltê, nîvroyê dema bilind dibe û berêvarê dema roj diçe ava, li ber rojê bi destên bilind û vekirî û sucûdê tê kirin. Dema ku Leyle duayê rojê dixwîne em jî bi kamerayên xwe jê re şahîdiyê dikin.

“Ey xwediyê rojê, zarokên me, ji me re bihêle, me ji fermanan biparêze. Ey Xwedayê xwediyê rojê, me ji ber gunehên me bibexşîne, me di vê cîhanê de bi tenê nehêle…”

Leyle piştî ku duayê rojê diqedîne berê xwe dide me û ji bo xatir bixwaze ber bi me ve tê. Me ji dil hembêz dike, heta bexçeyê ku deriyê wê tune ye bi me re dimeşe. Em jî ji bo ji Leyle û gundê Hardanê veqetin hêdî hêdî dikevin rê. Ji ber ku em Leyle û dayiken çavên wan bi rondik ên gundê Hardanê li dû xwe dihêlin li me giran tê. Dema ku em di ber gora komî ya wan behsa wê kirin de, derbas dibin, gotinên Leyle dikevin hişê me, em bi bêdengî ji wan riyan derbas dibin. 81 gorên komî yên li Şengalê nehatine vekirin hene û divê ku ev di demek zûtir de werin vekirin da ku agirê di dilê dayikên Êzidî de vêketî maye hinek be jî vemire!”

Nûçe: Rojbîn Denîz /NûJinha– Şengal