Monday, September 27, 2021

Jin çîrokên fermana Şengalê vedibêjin-3

Rojbîn Denîz

Êzidî li ber çavên hemû cîhanê di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve bi fermanê re rû bi rû man.  Dema ku êrîşên li dijî êzidiyan dest pê kirin, Ezda 13 salî bû, wekî bi hezaran kesan bi malbata xwe ve dîl hat girtin. Ezda bi tecawiz, îşkence û her awayê zilmê re rû bi rû ma. Bû şahida gelek bûyerên xirab. Ezda dibêje: “Di tiştên hatin serê min de tu guhenê min tunebû. Min ji lîstokên zarokatiyê veqetandin û tiştên wisa anîn serê min ku di wijdanê mirovahiyê de cihê wê tune ye. Gunehkar û berpirsyara vê yekê ez nîn im, ev cîhan gunehkar e, ji tiştên anîn e serê me mirovahî û hemû cîhan berpirsyar e. Êşeke wisa ye ku em nikarin vebêjin. Em bibibêjin jî feydeya wê tune ye.”

Jinên êzidî, yên li ser koka Êzdayetiyê aj dane, di hembêza çiyayan de dibin xwedî ruhekî kûr. Her jina êzidî beden û ruhê xwe bi rengê spî re dike yek. Di êzdayetiyê de rengê jiyanê çik spî ye, wekî rengê fîstanên jinên êzidî. Keziyên jinan ên bi ser fîstanên wan de tên xwarê, xwezaya lê dijîn sembolîze dike. Keziyên hûnandî ruh dide serhildêriya wan. Her jina Êzidî fîstanê spî li xwe dike û ji ser milên xwe heta erdê keziyên xwe dirêj dike. Kofiyên ji rengê sereke yên xwezayê reş û spî didin serê xwe. Li derdora kofiyê sê sembolên pîroz ên Êzdayetiyê roj, meh û stêrk hene. Rengên di kofiyan de hem bi hev re hem jî bi porê jinan ê dirêj re lihevhatî ne.

 Di her fermanê de jinên êzidî derdixin bazara mirinê!

Hemû pîrozahiyên êzdayetiyê jin diparêzin. Dema ku şînê digrin, xwe bi rengê axê dipêçin, ji bo kesên spartine axê hîs bikin, fîstanên ji rengê axê li xwe dikin. Ax jî ji bo wan pîroz e. Avê nadin ber tarîtiyê. Her dilopa avê ya di tarîtiyê de were rijandin, ji ber ku dibe zindiyên biçûk ên li erdê nayên dîtin bikuje, bi şev avê narijînin. Dibêjin bila hemû zindî bi me re bijîn. Ji heft tiştên pîroz yek jê av e. Yek jî agir e. Bi arê Arzebayê tê. Agir sembola Zerdeştiyê ye. Wekî şeş hebûnên pîroz ên çiyayî, agir jî di hembêza çiyayan de dijî. Agirê ku li çiya çêdibe, deştan dişewitîne, bi mala zaliman dikeve û dikeve nava heft pîroziyên Êzdayetiyê. Wekî pîrozweriyên din, ên herî zêde agir diparêzin jin in. Êşên ku di dilê xwe de veşartine, bera nava agir didin. Piştî fermanan, dilê her êzidiyek agir e. Jinên êzidî, êşên xwe bi agir dişûn. Ên agir di cihên herî kûr de vedişêrin jinên êzidî ne. Jinên êzidî yên pîrozahiyên êzdayetiyê diparêzin, wekî her fermanê, di ya 74’an de jî zêde para xwe girtin û berê wan dan bazarên mirinê! Hovîtiya DAIŞ’ê piştî fermanê li Mûsilê 19 jinên êzidî avêt nava agir û şewitand! Jinên Êzidî bi yek ji pîroziyên êzdayetiyê hatin qetilkirin!

 Mirovên ku aqubeta wan nayê zanîn…

Em di şopa jinên ku agirê fermanê di dilê wan de vêketî maye de diçin. Li her gundî, her kes kêm an jî zêde dizane ku dema DAIŞ hatiye kî dîl hatiye girtin, çi jiyaye. Hinek ji wan tiştên ku dizanin vedişêrin, hinek ji wan jî dema tu nêzî wan dibî, piştî sohbetek germ dixwazin vebêjin. Ji bo hemûyan ew dem tarîtiya dojehî ye… Ji bîr nakin, nikarin ji şopên bûyerên ku li ser wan mene birevin. Mirin ji bo wan di nava tiştên hatin serê wan de ya herî sivik bû. Jiyana ku ji bo wan parçe bûye, mirovên ku aqubeta wan nayê zanîn, zarokên ku kena li ser rûyê wan çûye, dayikên zarokên xwe di dilê xwe de vedişêrin, civakeke ku hestên wan ên ji bo pêşerojê ji wan hatine girtin li dû xwe hiştine. Yên sax mane, di navbera mirin û jiyanê de ne. Aliyek jiyan e, aliyek jî mirin… Yên mayî bîranînan zindî dikin. Jin êşên xwe di dilê xwe de vedişêrin û hewl didin jiyanê ji nû ve ava bikin. Zarok ji paşerojê kenê xwe yê hatiye dizîn berhev dikin, li gundên şewitandî belav dikin. Extiyar fermanan di dilê xwe de kom dikin di jiyana xwe ya ku bi mirinê hatiye dagirtin de… Ciwan ji bo jiyana nû têdikoşin, hewl didin careke din di jiyanê de têk neçin. Şengaliyan, ji bo rê li jiyanê vekin, mirinê ji hemû kolanan berhev kirine. Malên xirabe, kolanên hilweşiyayî, avahiyên ku bi ser hev de hatine xwarê, her çiqas dîmenê herî xirab ê mirinê nîşanî wan bide jî; ew hewl didin jiyana xwe ji nava paşeroja ku li wan hatiye tarîkirin derxin. Hêviyên xwe geş kirine, bi înada fermanan jiyanê ava kirine. Dema ku em ji gundan derbas dibin û mirovên vegeriyane gundên xwe dibînin, heyecana me çêdibe. Em bi heyranî li jiyana wan dinêrin. Tevî zilma ku dîtine jî hewl didin ji nû ve jiyanê ava bikin. Her çiqas wan gundên ku berê xwedî şêniyan bûn, niha vala û bêdeng bin, bi qasî wan dilê me jî biêşîne; wekî darên bi bişkivîna xwe xwezayê geş û şên dikin, hebûn û hewldanên wan, heyecan û kêfxweşiyê dide me.

 ‘Ez bi malbata xwe ve ketim destên DAIŞ’ê’

Em li Şengalê dipirsin û li ser nîşandana kesan, mala malbata ku bi tevahî ketiye destên DAIŞ’ê dibînin. Em bi bi sebrî dixwazin wan ziyaret bikin. Dê, bav, dapîr û zarok bi tevahî 12 kes ketine destên DAIŞ’ê. Ji xizmên wan jî ap, xal, hevjîn û zarokên wan jî di nav de bi dehan xizmên wan rehîn tên girtin. Li maleke xwedî bexçeyek mezin dijîn. Li ciheke tenha hatiye avakirin ev mal û bi mirov re hesta valahiyê çêdike. Dema em diçin malê, me pir germ pêşwazî dikin. Dayika malê Koçer li ser sêlê nan çêdike. Dema ku em dikevin hundir nanê dawî ji ser dilê hildide. Em xwe didin nasîn û rûdinin. Beriya ku em bipirsin dayika Koçer behsa roja fermanê dike, dibêje ku tevahî malbat ew roj dîl hatine girtin û wiha diyar dike: “Me rehîn girtin. Ez sê sal û sê meh girtî mam. Keçika min a navîn 40 roj, keçeke min a din û Ezda jî sê sal man. Me bi fîdyeyê kurên xwe yên biçûk rizgar kirin. Min biribûn Reqayê. Dema ku QSD’ê dest bi operasyona li Reqayê kir, ez xilas bûm.”

 Ezda û xwişkên wê yên mezin jî dikevin destên DAIŞ’ê

Em çend deqe bi dayê re sohbet dikin. Ezda li ba dayika xwe bêdeng rûniştiye. Bêdengiya Ezdayê bala me dikşîne. Em jê dipirsin dibêjin “tu dikarî werî li ba me rûnê?” Dema ku radibe tê ba me, wekî ku texmîn bike em ê çi bibêjin dibêje; “ez naxwazim biaxivim, naxwazim tiştên hatin serê min vebêjim.” Em dibêjin qey hêrsa wê hatiye lê dûre em fêm dikin ku esebî ye. Em berê xwe didin dayika wê dibêjin “wekî ku Ezda keçeke bi hêrs e.” Dayika Koçer dikene dibêje; “keça min ji zarokatiyê ve wiha ye, esebî ye lê ji neheqiyê re tehemula wê tune ye, bizanibe mirin jî heye tu carî serî li ber neheqî û zilmê natewîne.” Dayika Koçer pir xweş Ezdayê pênase dike. Em jî ji bo zêdetir hêrsa wê neynin, bi ser ve naçin. Bi îhtîmala ku tevli sohbeta me bibe, em wê rehet dihêlin.

‘Gelek tiştên ku di wijdanê cîhanê de bi cih nabin anîn serê me’

Dema ku em bi Ezdayê re diaxivin, çavên me li ser Ezdayê ne. Carna li çavên wê, carna jî em li rûyê wê dinêrin. Em zorê lê nakin lê em dixwazin vê keçika delal a êzidî ji me her behsa her tiştî bike. Ew jî di navberê de wekî ku ji nêrîna me ya lê, ji sohbeta bi dayika wê re bi bandor dibe xuya dike. Li me dinêre. Di nava sohbeta xwe da em careke din berê xwe didin wê û ji bo biaxive li bendê dimînin. Heta derek înada xwe didomîne. Çavên wê diçirisin, li rûyê wê yê narîn, îfadeyek ku ji paşerojê hesab dipirse bi cih dibe. Hevok hêdî hêdî bi êş tên ser zimanê wê. Bi îfadeyek cidî li me dinêre. Dema behsa tiştên hatine serê wê dike, li nava çaven min dinêre û van gotinan dibêje: “Tiştên hatin serê min ji ber gunehên min nebûn. Min ji lîstikên zarokatiyê veqetandin û tiştên wisa anîn serê min ku cihê wan di wijdanê cîhanê de tune ye. Gunehkar û berpirsyara vê yekê ez nîn im, ev cîhan gunehkar e, ev dinya ji tiştên anîn serê me berpirsyar e. Êşa me wisa ye ku nayê îfadekirin. Em biaxivin jî feyde nake.”

Çima vê yekê anîn serê min û xwişkên min?’

Ezda dev ji bêdengiyê berdide û hêdî hêdî dest bi axaftinê dike. Wekî ku di navbera axaftin û neaxaftinê de bê biryar mabe. Dema ku em behsa tiştên DAIŞ’ê anîne serê dayika Koçer û jinên Êzidê dikin, hêrsa Ezdayê tê. Ev hêrs li ser zimanê wê dibin hevok. Em di nava hevokên ji devê wê derdikevin de dimînin. Axaftinê nepejirand lê hêrsa xwe bi me re parve dike. Em tevli gotinên Ezdayê dibin. Berpirsyarê tiştên anîne serê bi hezaran jinên Êzidî kî ne û tevî ku 7 sal di ser fermanê de derbas bûne jî hê yên vê yekê kirine nehatine darizandin. Gelo berpirsyarên tiştên anîn serê Êzidiyan kî ne, kîjan hêzan fermana 74’an rakirin? Riya darizandina DAIŞ’yan li ku ye? Çim cîhan bêdeng e? Ev û bi sedan pirsên wiha ji me zêdetir pirsên Ezdayê ne. Çavên wê yên ji hêrsê vebûne, dengê wê yê ku di dema axaftinê de dilerize, bi pirsên xwe yên têkildarî trajediya hatiye serê wan, dîrok û jiyanê dide şermê. Dema em lê guhdarî dikin, êş û hêrs dikeve dilê me. Em di nava çavên wê û gotinên wê de dimînin.

“Dema ketim destên DAIŞ’ê 13 salî bûm. Dema me birin Telaferê, zarokek biçûk bûm lê wê rojê mezin bûm. Dema mezin bûm, min ev pirs ji dîwarên vala re ji kelepçeya ku zendên min birî bûn pirsîbû. Min ji xwe pirsî bû; berpiryarê jinên Êzidî yên bi keziyên xwe li erdên dibistanê dirîjkirî kî bû? Ev cîhan cihekî wisa ye ku pirs tên pirsîn lê tu carî bersiva wan nayê dayîn. Ez ji wijdanê mirovahiyê dipirsim –ger hebe- çima vê yekê anîn serê min û xwişkên min?”

Nûçe: Rojbîn Denîz / NûJinha  – ŞENGAL