24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin çîrokên fermana Şengalê vedibêjin-4

Rojbîn Denîz

Di vê beşa dosyaya me de Ezda ya 20 salî vegotina çîroka xwe ya bûye şahidê gelek êş û berxwedanan, berdewam dike. Êzda hêj 13 salî bû DAIŞ’ê ew tevî malbatê wê revandin û gelek zilm li wê û malbata wê kirin.

Ezda wê demê zarokek 13 salî bû, niha 20 salî û bi hêrs e. Weke ku ji diya wê veqetandin û avêtin binê bîrek bêbinî. Ezda dibêje: “Ez bawernakim wijdana vê diniyayê hebe.” Ji ber tiştên jiyaye weke kevirekê li ser dilê wê runiştiye. Wekî ku bi fîstanê xwe yê reş şîna kesên çûyî digre…

Ezda parçe parçe ji me re behsa tiştên jiyaye dike. Wekî ku bi fîstanê xwe yê reş şîna kesên kuştî digre. Çavên wê yên hingivî wisa xweşik û zindî ne ku dema diaxive xîtabî hemû bedena xwe dike û rê nîşan dide. Berçav li ber çavên wê heye. Piştî fermanê dide ber çavên xwe, diyar e ku pir giranî li wan çavên wê yên kûr û xweşik hatine lê dîsa jî di bin berçavkê de jî xweşikbûna çavên wê xwe dide der. Biriyên wê hinek wê esabî nîşan didin lê bi çavên wê re pir lihevhatî ne. Wekî ku bi pênûsê hatibin xêzkirin. Porê xwe yê qehweyî ji pişt ve berhev kiriye. Porê wê yê ku li rûyê wê dikeve, di bin tîrêjên rojê de hinek zer xuya dike. Ser porê wê ji tavê şewitiye. Wekî porê zarokên li kolanan li ber tavê sor  an jî zer bûye xuya dike. Gotina “kejê” li gorî porê Ezdayê ye. Bejna wê navîn e û kîloyên wê normal in. Dema diaxive rehet e, heyecana wê çênabe, tenê carna hêrs di nava gotinên wê de xwe dide der. Dema hêrsa wê tê, pozîsyona xwe ya rûniştinê diguherîner. Keçeke 20 salî, serhildêr û bi şanaz e.

‘Ez bi saetan ji tirsê giriyam’ 

Em guhên xwe didin Ezdayê, Ezda dest bi qala serpêhatiyên xwe dike: “Dema ku di derketina Şengalê de ber bi fetlonekan ve diçûn, çeteyên DAIŞ’ê pêşiya me girtin. Min heta wê rojê ew nedîtibûn û navê wan nebihîstibû. Em malbateke di halê xwe de bûn. Ez zarokek 13 salî bûm. Dema bi xwişk û birayên xwe re diçûm dibistanê me ji xwe re dilîstin. Dema em birçî dibûn me xwe davêt ba dayika xwe, em diqîriyan me digot ‘xwarinê bide me.’ Dema ku xwarin amade nebûya, bi me re qirên dikir, li metbexê qîrewîr çêdibû, dûre terlika xwe ji piyê xwe derdixist û davêt me. Em zarok heta dawiya kolanê direviyan. Qirêna dayika me kenê me dianî. Em malbateke wisa bextewar bûn, di rastiyê de her kes bextewar bû. Em zarok bûn, me tu tiştek nekiribû, gunehek me tunebû. Gunehê Êzidiyan tunebû, em mirovên di halê xwe de bûn. Cîhanê çima ev anî serê me. Her sibeh dema şiyar dibûm, min xeyala lîstikên bi xwişk, bira û hevalên xwe re dikir û rojekê dema ku ez bi heman xeyalan şiyar bûm, min dît ku dibistana em diçûnê, kolanên me li wan dilîstin guherîbûn. Her kes û her tişt pir guherî bû. Li kolanan qîrîn, mirin, hawar hebû, mirov direviyan, derfet nedidîtin ku fera sola xwe bixin lingê xwe. Jin, zarok bi lez û bez direviyan. Destpêkê min fam nekiribû çi dibe. Ji ber tiştên min dîtibûn şok bûbûm. Ziravê min qetiyabû, pir tirsiyabûm. Bi saeten ji tirsê giriyam.

‘Bi qundaxa çekê li dayika min dan’

Malbata min hemû di wesayîdek de bûn, pêşiya me girtin. Du xwişkên min ên ji min mezintir, sê birayên min ên biçûk, sê kekên min (birayên min ên mezin), dayika mini bavê min û dapîra min bûn. Em hemû birin. Destpêkê me birin Telaferê xistin dibistanekê. Li wir em sê rojan man, dûre em birin zindana Badûşê. Li wir em 12 rojan man. Dûre dîsa em birin Telaferê xistin dibistanekê. Li wir me ji hev veqetandin. Heta wê rojê em her dem bi hev re bûn lê wê roje em ji hev veqetandin. Mêr birin cihekî din. Jin jî ji hev veqetandin. Xwestin me her sê xwişkan bibin. Me hersê xwişkan bi destên dayika xwe girtibû, me ji xwe re digot ‘dê dayika me, nehêle me bibin, me biparêze nede wan.’ Dema ku çeteyan me ber bi xwe ve dikişandin dayika min dikir qîrîn, bi ser wan ve diçû digot ‘hûn nikarin keçên min ji min bistînin.’ Bi ser wan ve diqîriya, nifir li wan dikir û dijûnê wan dida. Çeteyan bi qundaxa çekê li dayika min dan û wê avêtin erdê. Min jî bi wê hêrsê destê çeteyek gez kir, ji ber vê wî li min da. Wê demê êşa dayika min, ji bo min girantir bû. Dayika min dema li erdê bû jî destên me berneda.

 ‘Ji ber tiştên anîn sere jinên Êzidî hemû mirovahî rûreş bû’

DAIŞ’iyan destên me kelepçe kirin. Dûre, bi porê min û du xwişkên min girtin û me bi erdê re kişandin birin. Dayika min li dû me zêmar gotin. Min û xwişkek min a mezin birin cihekî, ya din jî birin cihekî din û min êdî wê nedît. Piştî me ji dayika me veqetandin birin cihekî din. Me avêtin odeyekê. Li wir keçên Êzidî yên din jî hebûn. Dûre hundir tije çeteyên DAIŞ’ê bû. Her yekî ji wan ji bo xwe keçek hildibijart, wekî ku ji bazarê berxikek bikirî. Min û xwişka min jî hilbijartin. Me got qey dê me bibin cihek din lê wisa nebû, li wira tecawizê me hemûyan kirin. Ez hê 13 salî bûm. Bedena min zarok bû, ji derveyî lîstikên zarokan min tiştek nedîtibû. Dema ku destên xwe dan min dilê min li hev ket. Min ji hemû cîhanê nefret kir. Min xwe spart ruhê xwe. Qîrîna me li dîwarên odeyê diqetandin. Bi saetan tecawizê me kirin. Ez ê bibêjim mîna heywanan lê dê bibe heqaret. Mirovahî wê rojê ji wijdanê xwe û şerefa xwe bêpar ma. Li wê odeyê, li dijî tecawiz û îşkenceya ku li jinên Êzidî hat kirin, mirovahî rûreş bû. Ez bawer nakim ku wijdanê vê cîhanê hebe.

 ‘Li wê odeyê tecawizê rûmeta mirovahiyê kirin’

Çend roj me li wir girtin. Ew ode cihê mezbaha, îşkence û tecawiza li rûmeta mirovahiyê bû. Li wir ez û xwişka xwişka xwe ya mezin bi hev re bûn. Ji bo min tenê ew hebû, bi wê teselî dibûm. Em her dem diaxivîn. Me digot dê çê were serê me gelo û dibe ku ku qet xilas nebin. Me digot, bi tecawizê dixwazin rûmeta me bişkînin lê em ê neşikên û têk neçin. Min û xwişka xwe li wira soz da hev me got çi dibe bila bibe, em ê destûr nedin rûmeta me bişkînin.”

 ‘Min firotin çeteyek ji Mûsilê’

Ezda pêvajoya herî giran a jiyana xwe jiyabû. Dizanibû ku dê rojên zortir li pêşiya wê bin lê çi dibû bila bibûya dê serî netewanda. Bedena wê perçe jî bikirana dê serî netewanda, her tiştê bi bihata kirin dê bi darê zorê bûya. Ezdayê di navbera jiyan û mirinê de riyek hilbijartibû. Ji bo wê jiyan jî mirin jî berxwedan bû. Wê wisa kiribû û xwe spartabû berxwedana ku sedema jiyana wê bû.

“Min û xwişka min firotin çeteyên ku ji Mûsilê bûn. Kesê ku min bir zêde li balê nemam, dûre min firot çeteyekî din ê ji Mûsilê. Mala çeteyê ku xwişka min dabûnê û mala çeteyê ku cara duyemîn min dabûnê nêzî hev bûn. Min carek bi tesadufê wê dîtibû. Ji derveyî wê carê in êdî ew nedît lê ji ber nêzî min bû, teselî dibûm. Min hîs dikir ku tenê nîn im. Çeteyê ku min firotibûnê navê wê Garaj bû. Du xanimên wê hebûn. Min jî hem wekî xizmetkar hem jî cariye biribû. Ez di destên wan de rehîne bûm. Li mala wan wekî girtiyan bûm. Nikaribûm derketama derve, axaftina bi kesên derdorê re qedexe bû. Dema ku derdiketim derve yekî bi min dişandin û çarşeva reş li min dikirin. Jinên li malê û Garaj şîdetê li min dikirin. Zextê li min dikirin ku ez baweriya xwe biguherînim lê min tu tiştî nepejirand. Ji ber ku min nedipejirand her tişt bi min dikirin. Hê jî di bedena min de şopên wan îşkenceyan hene.”

Ezda milê xwe dide jorê û şopên di zendê xwe de nîşanî me dide. Ji ber ku kelepçeyê bi zendê wê ve şidandine çermê wê rabûye, goştê di binê kelepçeyê de heliyaye û şopên helqeyên hesin ên kelepçeyê di zendên wê de mane.

 ‘Cîhan ji bo min wekî dojehê ye’

Ezda, dema behsa van bûyeran dikir, diyar dibû ku tiştek ji berxwedêriya xwe winda nekiriye. Li dijî tecawizkaran li ser piyan maye, tu carî serî netewandiye. Li nava çavên me dinêre û dibêje: “Îşkence dikirin lê min li ber xwe dida. Dema li min didan, min jî li wan dida. Carna telefonê didan min, digotin bi malbata xwe re biaxive. Ji malbata min xwişka min a mezin ku beriya fermanê zewicî bû mabû, li wê digeriyam. Ez bi kurmancî diaxivîm, wan dengê min qeyd dikir, dûre ji bo bizanibin çi axivîme, tercume dikirin. Çend caran telefon dan min. Min her dem hewl da birevim lê tu rê tunebû. Li mala ku ez lê dimam du jin û mêrek DAIŞ’î hebûn û ez di bin zexta wan de bûm. Nedihiştin ez bêhnê bigrim. Garaj û jinan bi nava Maha herî zêde îşkence li min dikirin. Wî mêrî li ber çavên her du jinan tecawizê min dikir. Wan jinan vê yekê asayî didîtin. Çi wext dilê wî bixwesta tecawiz dikir. Her roja min li wir wekî dojehê bû. Li vî cîhanê jiyan wekî dojehê bû ji bo min.”

 ‘Em bi hêza baweriya xwe jiyan’

Ezda tu carî dest ji baweriya xwe bernedaye, her dem jiyaye. Di destên DAIŞ’ê xwe wisa spartiye baweriya xwe ku wê baweriyê tu carî wê tenê nehiştiye.

“Ger min dest ji baweriya xwe berda, ez ê wekî jinek nikaribûma bijiyama. Ruh û hestên min hêza xwe ji baweriya min digrin. Sê sal tevî her tiştê ku ez li wir jiyam, bi saya baweriya xwe li ser piyan mam. 74 ferman anîn serê me Êzidiyan, ên ji me veqetiyan hebûn lê min xwe di nava hemû fermanên li serê Êzidiyan rakirin de dît. DAIŞ’yan îslamiyetê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn. Ji ber wê em jinên Êzidî êdî bi çaveke din li îslamiyetê dinêrin. Cihê ku min birinê, DAIŞ’yan tecawizê hevjîna birayê xwe, xwişka xwe û yên xizmên xwe dikirin. Ger îslamiyet ev be, wê demê ev ol çi ye? Di tu olê de bi zorê tu nikarî baweriya kesek bidî guhertin. Di tu baweriyê de cihê kuştina mirovên bê guneh tune ye. DAIŞ’yan ev cîhan veguherandin dojehê. Dema bi hev re diaxivîn diyar dibû ku xwedî tu baweriyê nîn in. Pir derew dikirin. Tevî ku dizanibûn rast nîn e jî li nava çavên hev dinêrîn û derewan dikirin.”

‘Xwestin me bi zorê bikin misilman’

Xwestin me perwerde bikin, me bi zorê bixin misilman. Min îslamiyetê meraq dikir, digot olek çawa ewqas hov dibe, hişê min nedigirt. Li wir min şêxekî dît û ji pirsa îslamiyetê kir got ‘tu dikarî ji min re behsa îslamiyetê bikî.’ Tenê gotinên, ‘kesên misilman nebin, divê serê wan were jêkirin, ên ji îslamiyetê bawer nekin kafir in, li vê cîhanê kafir mehkûmê mirinê ji devê wî derketin.” Tevî her tiştî jî ez hînî xwendina Quranê, nimêj û girtina rojiyê bûm. Min xwe spart Ezdayetiyê. Saniyeyek jî bê baweriya xwe nejiyam û jixwe ji ber vê yekê li ser piyan mam.”

Ezda bi awayê birîndar ji destên DAIŞ’ê xilas dibe

“Piştî sê salan, hêzên Iraqê operasyonek li Mûsilê dan destpêkirin. Kêfa min pir hat. Ev yek ji bo xilasiya me hêviyek bû. Her der dihat bombekirin. Dengê guleyan, şer û pevçûn zêde bûn. DAIŞ’iyan me li malên em li wan rehîn dihatin girtin hiştin. Bombe dan me û gotin ‘bi xwe ve biteqînin.’ Balafiran malan ez dimam bombebaran kirin. Mal bi ser me de hat xwarê. Ez ji singê xwe birîndar bûm û bi halê xwe yê birîndar ji nava xaniyê rûxiyayî derketim. Li maleke kêleka mala ez lê dimam du keçikên Êzidî hebûn. Min ew jî girtin. Çarşevên ji ser xwe avêtin. Dûre min bi destên her du keçikan girt û em ber bi hêzên Iraqê ve çûn. Bi çekên sûîqestê gule bera me didan. Li derdorê jinên DAIŞ’î jî hebûn. Li ser rê hejmarek zêde jin hebûn lê ji hev belav em diçûn. Em diqîriyan me ji wan re digot ‘em keçên Êzidî ne, li me nedin.’ Gule ji jneke DAIŞ’î ya li ba me ketin. Ji ber wê me bi dengê bilind kir qîrîn. Baş bû dûre dengê me bihîstin û guleyan bernedan. Dema ku em gihîştin ba wan û me dît ku êdî DAIŞ li wir nemane em rehet bûn.

Xwişkên mezin ên Ezdayê, du bira û dayika wê rizgar dibin 

Destpêkê me xistin lêpirsînê. Dûre ji me re gotin em ê we bidin malbatên we. Min sê sal ji derveyî xwişkek xwe ji tu kesê agahî negirtibû. Dema ku ji min re gotin ‘em ê te bibin ba malbata te’ min xwe ecêb hîs kiribû. Min ji wan re got lê ji malbata min kesek nemaye. Wan jî gotin ‘em nizanin em ê te bibin kampê, li wir teqez xizmek te heye, tu yê biçî ba wan.’ Dema ez çûm li wir her du xwişkên min ên mezin li wir bûn. Xwişkek min tenê çil roj mabû. Xwe ji balkona mala wan biribûnê avêtibû, xilas bûbû. A din jî di operasyona li ser Mûsilê de rizgar bûbû. Sê meh piştî xilasbûna min dayika min jî xilas bû. Du birayên min ên biçûk jî bi fîdye me ji DAIŞ’yan girt. Çar kekên min, bavê min, dapîra min û ji malbata min bi dehan kes hê jî di destên DAIŞ’ê de ne.

 ‘Hewl didin Ezdayetiyê tune bikin’

Piştî ku ez ji destên DAIŞ’ê xilas bûm, çendek li başûrê Kurdistanê di kampên PDK’ê de mam. Saziyên alîkariyê perwerde didan Êzidiyên li kampê. Ez jî çend roj çûm tevli perwerdeyan bûm. Mijarên perwerdeyê piranî li ser perwerde û olê bûn. Rojên destpêkê min ferq nekir lê dûre min fam kir ku her roj ji me re behsa xirîstiyaniyê dikirin. Digotin îslamiyet xirab e xirîstiyanî baş e. Ji me re behsa Êzdayetiyê nedikirin. Me wekî Êzidî nedîtin, wekî civakek ku divê berê wan bidin olên din didîtin. Hewl didan Êzdayetiyê tune bikin. Tişta ku saziya alîkariyê li kampê dikir ev bû. Min ji wan re got ‘DAIŞ’ê em revandin her roj bi îşkenceyê hewl da ola me biguherîne lê me li ber xwe da, dest ji baweriya xwe berneda. Niha hûn hatine bi zimanekî şêrîn ji me re dibêjin werin bibin xirîstiyan. Ez cudahî di navbera nêzîkahiya we û DAIŞ’ê de nabînim. Her du nêzîkahî jî hewl didin baweriya me tune bikin” û min dest ji perwerdeyê berda. Careke din li kampê beşdarî perwerdeyê nebûm. Min fam kir ku hemû cîhanê biryara tunebûna me daye.”

‘Ên vê yekê anîn serê me sûcdar in’

Em bi Ezdayê re digihîjin dawiya çîroka wê. Dibêje “We dawiyê ez dam axaftin.” Ezda wisa sade wisa bi heyecan behsa tiştên jiyayî kir ku em ji bin bandora wê derneketin. Bi hezaran rûpel pirtûk jî were nivîsandin, bi sedan dokumanter jî werin çêkirin dîsa tu tişt nikare bi qasî gotinên herikbar ên ji devê Ezdayê derketin baş vebêje. Berxwedêrî, bawerî, înad, hezkirina wê ya azadiyê û girêdana baweriya wê; ezdayê ji îşkencexaneyan serbilind derxistibû. Niha ew li hemberî me wek kesek hezar sal jiya be, zana, bi mantiq û cesûr, dersa berxwedêrî û jiyanê dida me. Ji ber ku ji me re got em kêfxweş in. Ew jî girîngiya axaftin û vegotinê dizane. Dizane ku divê tiştên bûne ji her kesê re werin ragihandin. Ezda tiştên jiyayî ji rewşa herêm û cîhanê cuda nabîne. Helwestên wê pir bi bandor in… Serê wê bilind, sekneke wê ya esîl heye. Em ji Ezda re ji bo vegotina serpêhatiya wê spasî dikin. Ezda û dayika Koçer heta devê derî bi me re tên. Em destên dayika Koçer radimûsin û dûre Ezdayê bi germahî hembêz dikin. Em jê re dibêjin ‘em dixwazin hevaltiya me ya îro bi te re dest pê kir, bidome. Jina esîl Ezda. Şerm dike. Em ji wir dûr dikevin. Di tevahiya sohbeta me de wê got “ez ji tiştên hatine serê min xwe sûcdar nakim. Ên vê yekê bi min dan kişandin sûcdar in.” Ezda jineke Êzidî ya xwedî welatparêziya heqîqî ye. Pir girêdayî axa xwe ye… Heta ku jinên Êzidî yên weke Ezda hebin, em dizanin ku dê bawerî û axa Êzdayetiyê tu carî bêkes nemînin. Jinên Êzidî, bi hebûna xwe ji DAIŞ’ê re gotin ‘Em ê bi înad bijîn, bi awayê herî saf Êzdayetiyê bidin jiyîn.’

‘Tu carî nikarin tiştekî bi ruhê min bikin’

“Hemû cîhan ji bo tunebûna e bibe yek jî, bi dehan komen çete yên wekî DAIŞ’ê bera axa me bidin, me parçe parçe jî bikin, em ê tu carî dest ji baweriya xwe bernedin. Dikarin her tiştî bînin serê bedena min lê tu carî nikarin bi ruh û hestên min tiştek bikin. Sê salên ku ez di destên wan de bûm, min tu carî ji bo baweriya xwe ya ku min di dilê xwe de mezin dikir, neketim nava dubendiyê. Ez ji bo vê yekê pir bextewar im.” Ezda bi van hevokên dawî, nirxên cesaret, berxwedan, bawerî û welatparêziya ku bi xwe re mezin kiribû nîşanî me dida.

Nuçe: Rojbîn Denîz/NûJinha-Şengal