25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin dê li Wanê bimeşin

Meclîsa Jinan a HDP’ê piştî civîna ku di 30’ê adarê de hatibû lidarxistin, bi navê ‘Ji bo Jinan Edalet’ bernameyek vegotibûn. Meclisê di çarçoveya vê bernameyê de diyar kiribû ku li hember vekişîne dewletê ya ji Peymana Stenbolê dê di meha nisanê de li Amed û Wanê dest bi çalakiyên meşê bikin.

Meclîsa Jinan ragihand ku dê meşa li Wanê di 10’ê nisanê de bê kirin. Meşa ku dê bi TJA’yê re hatiye organîzekirin wê saet 12:00’an de li Kûçeya Hûnerê meş dest pê bike.

Hevseroka Wanê ya Navendê ya HDP’ê Handan Karakoyun û Endama TJA’yê Aynur Sarica bang li hemû jinan kirin ku tevli meşê bibin. Handan Karakoyun axaftina xwe de da zanîn ku dê li diji feshkirina Peymana Stenbolê bertek û nerazîbûnên xwe bînin ziman û wiha got: “Bendewariya me ew e ku hemû jinên serhedî tev li meşê bibin. Hewce ye ku em bertekên xurt li hember vekişînê ji peymanê bidin.”

Endama TJA’yê Aynur Sarica jî têkildarî peymanê diyar kir ku darbeya herî mezin vekişîna Tirkiyeyê ya ji peymanê bû û wiha got: “Bi boneya peyman ne di meriyetê de bû û pişt re jî hat feshkirin, hejmara kujera zêdetir bû. Em ê berxwedana xwe bidomînin, hişmendiya serdest têk bibin û em ê destûr nedin ku êdî jin hê zêdetir werin qetilkirin.”

WAN