spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Jin di her sektorê de tune tên hesibandin’

Kampanyaya bi navê ‘ji xizaniya jinan re na’ a Meclisa Jinan a HDP’ê di 5’ê nisanê de li Stenbolê starta xwe dabû. Meclisê heta niha li bajarên cur bi cur bi karkerên tekstîl, çandinî û gelek derdorên din re hatin gel hev. Li herêma Marmarayê li Bûrsayê bi gelek jinên xebatkar re hatin gel hev.

Der barê kampanyaya ku ev sê meh in didome de parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum axivî û diyar kir ku bi kampanyayê armanc ew e ku ked, xebat û afrîneriya jinan bê dîtin.

Zuleyha Gulum diyar kir ku jin di pêvajoya pandemiyê de bi neheqiyeke mezin rû bi rû man û wiha got: “Di pêvajoya pandemiyê de destdirêjî û tundiya li dijî jinan zêde bû. Jin li kargeriyan wek kole tên dîtin û xebitandin. Di hevdîtinan de jinan gotin ku bi tehdîdên ji karavêtinê re rû bi rû mane. Bi xala Kod-29 jinên karker ji kar hatin avêtin. Dema bi vê kodê ji kar bê avêtin tu maf jî namîne. Jin bi xizaniyek giran re rû bi rû ne. Yek ji tiştê herî zêde ku di hevdîtinan de derket holê jinên di malê de kevaniyê dikin bû. ji ber ku karsazan hemû bar li ser pişta jinan bar kiriye.”

Gulum destnîşan kir ku serdana jinên ku ji cihên cuda hatine gel hev kirine û ev tişt anî ziman: “Jin di sektorên cuda de dixebitin lê li her derê serdestiya mêr heye. Li her derê jin bi heqdestên kêm tên xebitandin. Her cureyê zextê li ser jinan tê kirin. Bi kampanyayê hedefa me ew e ku em xizaniya jinan bidin nîşandan û pirsgirêkên wan bînin rojevê.”

Parlamenter Gulum di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser çareseriya pirsgirêkên jinan û wiha pê de çû: “Ji bo çareseriya pirsgirêkan hewce ye jin bi rêxistin bibin. Bêyî têkoşîna hevpar mixabin çareserî ne pêkan e. Ya duyem divê zor li desthilatdariyê bê kirin.  Gelo ev pêkan e? Em vê rêbazê diceribînin. Ji ber havîn e li hinek herêman kampanya bi lez nayê meşandin. Lê payîzê em ê lez bidinê. Em ê kampanyayê berfireh bikin. Me li Marmarayê li Bursa, Kocaelî û Stenbolê serdan pêk anîn. Em li Stenbolê bi jinên muzîsyen re hatin gel hev. Qad qadek zehmet e. Ne diyar e ku beramberê keda xwe digirin an na. Garantiya karê wan tuneye, qeyda sîgorteyê tuneye. Bi pirsgirêkan re rû bi rû mane. Li Bursayê em bi bi karkerên tekstîlê re hatin gel hev. Şertên xebata wan pir zehmet e. Li Bursayê em bi jinên karkerên çandiniyê re jî hatin gel hev. Ji ber xebatê koçkirinê pirsgirêkên cidî dijîn. Di konan de pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Derfetên veguhestinê pir xerab in. Em ê xizaniya jinan bi jiyana nû ji holê rabikin. Hedefa me bingeheke bi rêxistin a jinan e.”

Çavkanî: JINNEWS