spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin dibêjin; ‘Hay ji gotinên xwe hebin’

Meclisa Jinan a HDP’ê li dijî kesên ku bi gotinên  xwe jinên siyasetmedar hedef digirin kampanayaya îmzayê ya bi navê “Hay ji gotinên xwe hebin’ da destpêkirin. Meclîsê kampanya bi daxuyaniyê ragihand.

Meclisê di daxuyaniya têkildarî kampanyayê de ragihand ku tundiya mêr roj bi roj zêdetir dibe û wiha got: “Nefret, dijminatî, zayendperestî her ku diçe zêdetir dibin. Desthilatdariya siyasî ji bo pêşî li girtina zayendperestiyê heta niha tiştek nekiriye. Ji kursiyên meclisê jî her diçe daxuyaniyên dijminatiyê derdikevin pêş. Wek ku di Peymana Stenbolê de jî derbas dibe em ê mafê xwe biparêzin û hembêz bikin.”

Meclisa Jinan a HDP’ê axaftina xwe de bal kişand ser dijûnên tundiyê yên li ser jinên parlamenter û ev tişt anî ziman: “Li dijî jinên ku bi zextan nikarin wan teslîm bigirin, bi dijûnên zayendî yên sîstematîkbûyî, bi hewldanên lînckirinê dixwazin wan çavtirsandî bikin. Di dijûnên dijî Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan de, di hewldana lînckirina Dîlan Dîrayet Taşdemîr de ku du serdeman Berdevkiya Meclisa Jinan kiriye em vê dibînin. Her wiha di dijûnên zayendî  yên dijî Sadiye Demîrtaş de, di êrîşên ser siyasetmedarên jin ên partiyên muxalefetê de em vê dibînin.”

Di daxuyaniyê de Meclisê diyar kir ku bi gotinên zayendî dê nikarîbin, biryardariya jinan bişkinîn û wiha got: “Me serê xwe li ber wan netewand em ê natewînin, em bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin. Bi beden, nasname, hebûna xwe  em li dijî serweriya we bi serbilindî sekinînin. Em gavekê bi paş ve navêjin.”

Meclisa Jinan a HDP’ê di dawiya axaftina xwe de dest nîşan kir ku jinên hêza xwe ji yekitî û piştevaniya jinan digirin dê li hember hemû êrîşên zayendîperest li ber xwe bidin û wiha got: “Em bang li hemû jinan dikin ku werin li dijî siyaseta nijadperest, zayendeperest dengê xwe bilind bikin. Em jin, em ê bi hemû rengên xwe piştveniya hevudu bikin, xwe birêxistin bikin û em ê carek din nîşan bidin ku li hember van êrîşan serî netewînin.”