În, Nîsan 16, 2021

Jin her roj bang dikin

Dûrket Suren

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li hemberî tundî, qetlîamên sîstematîk ên li dijî jinan û polîtîkayên tên meşandin re jin paş de gav navêjin û her diçe têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî mezin dikin.
Li gorî rapora Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin li Tirkiyeyê di sala 2020’an de 300 jin hatin qetilkirin û 171 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Belkî îstatîstîkên çend jin rastî tundiya fizîkî yan jî zayendî hatine, çend jin hatine kuştin rasterast mirov nikare tespît bike, lê daneyên li pêşberî me bixwe jî rastiya qirkirina jinan nîşan didin.
Di ser sala îsal re du meh derbas bûn û jin hê jî tê kuştin, hê jî rastî tundiyê tên, hê jî daneyên derdikevin holê tirsnak in û hê jî kujer tên parastin. Jixwe mijara parastina fail û kujerên jinan, polîtîkaya hikûmetê ya dijminatiyê li jinan dike êdî venaşêre. Heger jinek dema tê qetilkirin bi polîtîkayên bêcezakirinê re rû bi rû bimînin, dewlet li şûna ku bi zagonan mafê jiyana jinan biparêze kujerên wan biparêze û ev jî bibe sedema qetlîamên sîstematîk, wê demê kes nikare bibêje li vî welatî qirkirina zayendî tune ye. Li vî welatî li ser jinan qirkirina zayendî heye û ev qirkirin bi destê hikûmeta AKP-MHP’ê ve tê bipêşxistin. Yekser an neyekser!

Di 19 salên desthilatiya AKP’ê de, ji bo jinan ji xeynî hê bêtir şer, xizanî, kuştin, tundî û tecawizê tu polîtîkayên erênî berbiçav nayê dîtin. Di danezana hilbijartinê ya 2002’yan a AKP’ê de,“Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan me rêgeza sifir tolerans esas girt” derbas dibû, lê daneyên tên parvekirin berovajî vê yekê nîşan didin. Li gorî hin raporan di 17 salan de mafê jiyana 15 hezar jinan hatiye binpêkirin. Li gorî raporên Bîanet û KCDP’ê jî di 19 salan de herî kêm 7 hezar û 455 jin ji hêla zilaman ve hatine qetilkirin. Jin belesebeb nabêjin daneyên kuştinên jinan ji encama şerekî zêdetir in! Jixwe di 19 salan de AKP ji çi re “sifir tolerans” esas girt, ew bû sedema encamên êdî nayên hesibandin!
Piştî ku Peymana Stenbolê ji bo were betalkirin li nîqaşê hat vekirin, ji her qadê jin û rêxistinên jinan belkî jî cara yekemîn li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê ewqas bi hevgirtî tevgeriyan û bûn çeper li dora peymanê. Desthilata AKP-MHP’ê li şûna ku Peymana Stenbolê ya bi madeyên xwe pêşiya her cure tundî û qetlîaman digire bixe meriyetê, hewl dide betal bike. Tundî û kuştin hatiye asta qirkirinê, lê ji rayedarên hikûmetê ji xeynî gotinên “jin bûyeran mezin dikin” dengek dernayê. Belkî jî bi vê yekê dixwazin hêdî hêdî bingeha betalkirina Peymana Stenbolê amade bikin.
Jin her roj bang dikin: qetlîamên jinan rawestînin, meclisê ji bo rojeva qirkirina zayendî bicivînin, perpirsiyariya xwe bi cih bînin lê hikûmet guhê xwe ji daxwazên jinan re girtiye. Ji bo rawestandina qetlîamên jinan ne polîtîkayekê dimeşîne, ne jî dihêle mijara qetlîamên jinan were rojeva meclisê. HDP’ê li ser rojeva qirkirina jinan li civata giştî ya meclisê civînek xwest. Ne rasthatin e ku bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin. Banga CHP’ê ya guh bidin dengê jinan jî dîsa ji hêla AKP-MHP’e ve hat redkirin.
Mijara qirkirina zayendî ya ku ewqas di rojeva jinan de ye û ji her aliyên civakê banga qetlîamên jinan rawestînin, şertên Peymana Stenbolê bi cih bînin tên kirin, desthilatdariya ku welêt bi rê ve dibe çawa ewqas dikare li hemberî kuştinên jinan bêndeng bimîne, mirov matmayî dihêle. Êdî hatiye wê astê ku zilam bê minet li ser torên medyaya civakî gefên kuştinê li jinan dixwin, wextî her roj 3 jin tên qetilkirin, lê hikûmet bi israr dixwaze çav û guhên xwe li vê yekê bigire.
Ger Peymana Stenbolê were pêkanîn, wê demê kujerên bi qirewat nikarin ewqas bi hêsanî ji darazê safî bibin. Ger Peymana Stenbolê were pêkanîn, wê demê tecawizkarê zarokan li ber deriyê dewletê nikarin bi def û zirneyan werin pêşwazîkirin. Ger Peymana Stenbolê were pêkanîn çawişên weke Musa Orhan (di vir de polîtîkayek taybet a li dijî kurdan jî heye) nikarin xwe bispêrin endamtiya xwe ya dewletê!
Heta niha bi têkoşîna jinan Peymana Stenbolê neyê bicihanîn jî betal nebûye. Lê desthilatdariyê wisa kiriye ku bi gavên xwe yên diavêje tu dibêjî qey tola berxwedana jinan a Peymana Stenbolê distîne. Li ser ewqas tundî û qetlîaman hesabê çawa hê bêtir bikaribin jinan asê bikin tê kirin. Weke mînak dikarim ‘Zanîngeha Jinan’ bidim. Projeya afirandina “jina maqul” a bi rêya Zanîngeha Jinan ku dixwazin bixin meriyetê, hem dê jinan ji civakê qut bike hem jî newekheviyê kûrtir bike. Bila ew heta sibê bi rêya “çapemeniya xwe” bibêjin ji bo jinan em gaveke mezin diavêjin. Hikûmet kê dixapîne? Baş tê dizanîn ku Zanîngeha Jinan a ku tê xwestin pêşî li Hatayê bixin meriyetê tenê dê dijminatiya jinan ava bike.
Li dijî daxwazên jinan ên zanîngehên demokratîk, xweser, azad û wekhev ev proje ji bo hikûmetê gaveke mezin a pergala wan a perwerdeya zayendparêz e. Dixwazin bi vê yekê jiyana jinan hê bêtir bixin bin kontrola xwe. Bûyerên tundiya zilaman ên li zanîngehan pêk tên jî dê berpirsiyarê bispêrin jinan û tacîz û tecawizê rewa bikin.
Tê dîtin ku jin bi her awayî bi polîtîka û zagonên mêr-dewletê ve, di çembera faşîzmê de hatine dorpêçkirin. Lê bila ev neyê jibîrkirin ku jin çawa li dijî betalkirina Peymana Stenbolê derketin, çawa li dijî projeya otobosên pembe yên li şûna tacîzkaran, jinan tecrîd dike derketin, li dijî zanîngehên jinan û sepandinên dijminatiya jinan dikin jî derkevin.
Jin hê bi hêztir û polîtîk nêzî meseleyan dibin. Dê bi têkoşîna hevgirtî qirkirina zayendî rawestînin. Dê destûrê nedin li ser jinan hesabên xwe yên qirêj pêk bînin.
Li Kurdistanê jî li Tirkiyeyê jî tevgera jinan dê bi têkoşîna xwe bi AKP’ê paş de gav bide avêtin. Ew her êrîş bikin, jin hê bêtir li qadan û li hemû deveran tevnên xwe yên têkoşînê û berxwedanê mezin bikin. Bila ev baş bê zanîn ku ger qetlîamên jinan polîtîk in, gotin û tevgerên jinan jî polîtîk in!
Dê jin îsal jî di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma ‘Em li hemberî qirkirina jinan jiyanê û li hemberî tecrîdê azadiyê diparêzin’ li her derê dakevin qadan û li dijî zihniyeta ku dixwaze wan têk bibe dengê xwe bilind bikin.