Rojnameya Heftane

Stranbêjekî ku kêm tê nasîn; Reşîdê Baso

Di sala 1926’an de li gundê Keleşbega li herêma tahlînê, li alî Ermenistanê, di malbateke êzidî de ji dayik bûye. Reşîd di sala 2006'an de di hevpeyvînekê de ji Derwêşê Serhedî re gotibû kû ‘pêşiyên me ji Dûtaxa Agiriyê hatine Qersê, ji wê…

Nivîseke balkêş

Nivîseke Eznîva Reşîd ku di roja 8/3 1962an de di rojnameya Rêya Teze de hatiye weşandin ji çend aliyan ve balkêş e. Eznîva Reşîd (1922-2000) bi salan wek bêjer (spîker) di Radîyoya Rewanê…

Jin ji neçariyê kolberiyê dikin

Li Îranê ji ber zêdebûna bêkarî û krîza aborî her diçe hejmara xizanan zêde dibe û ji ber vê jî rojhilatî ji bo debara xwe bikin kolberiyê dikin. Ji 15 salî heta 50 saliyan welatî ji ber aboriya nebaş kolberiyê dikin û berê xwe didin sînoran.

Gelek kolber ji ber şert û mercên nebaş di rêwîtiyê de jiyana xwe ji dest didin an jî bi êrîşa leşkerên Îranê ve rûbirû dimînin. Bi taybetî jî di demsala zivistanê de kolber zehmetiyan dijîn û bi mirinê re rûbirû dimînin. Di sermaya zivistanê de diqerimin an jî ji ber bagerê dixeniqin.

Her wiha her ku diçe hejmara kolberên jin jî zêde dibe. Jin ji bo debara malê bikin û ji neçariyê kolberiyê dikin. Jin bêtir bi zor û zehmetiyan re rûbirû dimînin. Zîhniyeta serdest a mêr, polîtîkayên rejîmê û nêzîkatiya civakê bêtir li ser jinê bi bandor e. Li Îranê karê ku jin bikin bi sînor in, lê bi taybetî jî polîtîkayên rejîmê yên li hember Rojhilat jî cuda tên meşandin.

Li dijî jinan polîtîkayên taybet

Endama kordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan destnîşan kir ku li Îranê li hember jinan û bi taybetî jî li hember jinên kurd polîtîkayeke taybet tê meşandin. Viyan, diyar kir ku ji ber polîtîkayan jin neçar dibin ku kolberiyê bikin û got: “Ji ber polîtîkayan niha hejmara kolberên jin zêde bûye. Jin ji 15 saliyan heya 50 saliyan kolberiyê dikin. Ev polîtîkayeke birçîhiştinê ye. Bi vê polîtîkayê nahêlin ku civak tişteke din bifikire. Divê li hember vê siyasetê li Rojhilat guherînek pêk were. Divê ji bilî kolberiyê rêyek din a aboriyê bê dîtin. Ji bilî dewletê jin dikarin bi hev re projeyên aboriyê biafirînin.”

Rêxistinbûn girîng e

Her wiha rojnameger Şehal Mihemed jî destnîşan kir ku jin qurbanên sereke ne û li Îranê derfet pir kêm in û wiha axivî: “Hem ji hêla pergala dewletê ve û hem jî ji hêla civakê ve jin tune tên hesibandin. Ev jiyana jinan zehmetir dike. Rejîma Îranê 40 sal in li hember Rojhilat polîtîkayên taybet pêk tîne. Divê jin û ciwan li dijî kiryarên rejîmê xwe bi rêxistin bikin.” URMIYE