23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin li Colemêrgê li dijî tundiyê meşiyan

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê a Navneteweyî meşek li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlamenterên Wanê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê û gelek jin beşdarî meşê bûn. Jinên li ber çerxerêya Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê kom bûn û bi pankarta “Li dijî tundiya mêr dewletê, şer, xizanî, destdirêjî, tecawizê dema azadiya jinê ye” û dowizên “Navê min Ceren e”,”Navê min Heskîf e”,”Navê min Taybet e” meşiyan. Jinan di meşê de dirûşmeyên “Em xwe diparêzin” û “Jin dema li gel hevdu bin dê cîhan ji cihê xwe bileqe” meş li dar xistin. Jin dema hatin ber Parka Walîtiyê polîsan xwestin wan asteng bikin. Tevî astengiyê jinan daxuyanî dan.
Polîs ji bo dengê jinan qut bikin li vir in
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran li ser navê jinan daxuyanî da. Ayşe Başaran anî ziman ku ew li dijî tundiya mêr dewletê, xizaniyê, tecawiz û destdirêjiyê li her derê ne û wiha got:”Mixabin dema jinên bi tundiyê rû bi rû dimînin diçin qereqolê ji bo gilî bikin tu kesî nabînin. Lê îro hemû polîs ji bo dengê jinan kêm bikin li vir kom bûne.”
‘Li ser jinên kurd polîtîkayên taybet pêş dixin’
Ayşe Başaran bal kişand ser qedexeyên li herêmê û wiha got:”Qedexeya walîtiyê tenê ji bo HDP’ê ye. Dema HDP dixwaze dengê jinê bilind bike bi astengiyan rû bi rû dimîne. Dewlet li dijî jinên kurd û li Kurdistanê polîtîkayên xwe yên taybet dixe meriyetê. Tecawiza polîtîkaya şer e wekî alavê bi kar tînin.”
‘Gel di ferqiya polîtîkayên şer ên taybet ên qirêj de ne’
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydeniz axivî. Salihayê bertek nîşanî polîsên bi zorê jin dorpêç kirin da û wiha got:”Em ji hemû jinên ku tevî astengiyan hatin Colemêrgê spas dikin. Jin li dijî polîtîkayên li Kurdistanê li dijî jinan di meriyetê de ye li vir li ser piyan e. Em bejna xwe li ber sekna jinan ditewînin. Em wekî DBP, HDP û TJA’yê di encama têkoşîna li dijî zextên li ser 25’ê Mijdarê de li vir in. Gel di ferqiya polîtîkayên şer ên taybet ên qirêj de ne. Li ser gelê kurd zexta derûnî heye. Li Colemêrgê jî tê xwestin ev polîtîkayên şer ên taybet bikevin meriyetê û encam bê bidestxistin. Dê jin bersiveke xurt bide polîtîkayên şer ên taybet. Ew ê jina kurd heta dawiyê têkoşîna xwe bidomîne. Em ê rêxistinbûyina xwe xurtir bikin. Li dijî rejîma yekperest a qesrê ya ji aliyê îktidara siyasî tê xwestin pêk bê em ê têbikoşin û qesra wan li ser serê wan xera bikin.”
Piştî axaftinan meş bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.