spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin li dijî şer û tecrîdê ber bi azadiyê ve dimeşin

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma, "Li dijî qirkirina jinan, nijadperestî, şer û tecrîdê em ber bi azadiyê ve dimeşin" li Parka Aşik Veysel a Sûltangaziyê bi jinan re civîyan.

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma, “Li dijî qirkirina jinan, nijadperestî, şer û tecrîdê em ber bi azadiyê ve dimeşin” li Parka Aşik Veysel a Sûltangaziyê bi jinan re civîyan. Endamên Meclisa Jinê ya HDP’ê, Parlamenter û rêveberên HDP’ê, Endamên Komeleya Dema Jinê, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin tev li civînê bûn. Jinan li parkê pankarta “Em li dijî qirkirina jinan ber bi azadiyê ve dimeşin”  vekirin. Polîsan park dorpêç kir. Jinan bê navber dirûşmên “Bijî Berxwedna zindanan”, “Tecrîdê bi dawî bikin”, “Em kurd in” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Pişt re govend gerandin.

Demildest tecrîdê rakin

Li parke aktîvîsta TJA’yê Zekiye Îlbasan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan bi awayê dijhiqûqî didome. Bila tecrîd demildest bê rakirin.”

Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bultu jî got: ” Em jiyaneke bi hev re û aştiyane dixwazin. Şer encama îqtîdara mêr e.”

Piştî axaftinan aktîvîsta TJA’yê Eylem Sarica, daxuyanî xwend û got: “Di serî de jinên afgan em hemû jinên li dijî pergala serdest a mêr ku têkoşînê didin silav dikin.”