25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin û ciwan li dijî êrişên Tirkiyeyê meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşek li Minbicê organîze kir. Bi dehan şêniyên bajarê Minbicê tev li meşê bûn. Meş ji çerxerêya Mîzan dest pê kir. Jin û ciwanan bi armanca şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, topbaran û hedefgirtina gundewarên Minbicê, Til Rifet, Girê Spî û Til Temirê, êrişên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê, meş li dar xist. Koma jin û ciwanan li çerxerêya Mesebê veguherî mitîngê. Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê Mihemed El-Hesen li vir daxuyanî da. El Hesen, êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bajarê Minbicê û herêmên Avaşîn, Zap û Metîna şermezarkirin û wiha got: “Ev yek berdewamiya pêkanîna planên guhertina demografîk ku Tirkiye ji beriya çend salan ve li ser hesabê gelên herêmê pêk tîne ye.”

El Hesen, da zanîn ku Tirkiye desthilatdariya xwe li herêmên Sûriyeyê û herêmên bakurê Iraqê berfireh dike, dixwaze projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser têk bibe.

El Hesen li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ew ê asta têkoşîna şoreşgerî li hember êrişan mezin bikin. El Hesen, herî dawî bibîr xist ku dê li hember êrişên dijmin bê bersiv neminin.

Navenda Nûçeyan 