25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin û nîvê dinyayê!

Derya Ozdemîr

Gotineke birêz Sirri Sûreya Onder heye dibêje “jinan di zikê xwe de dinyayek  mezin bicih kir lê we di dinyaya xwe de  jinek bicih nekir.” Dinya, li hemberî hebûna jinê ker, kor û lal bûye. Ev pênc hezar sal in ku ji xeynî zayîn û xulamtiya jinê, dinyayê jin ji nedîtî ve hatiye û her tim tune hesibandiye.Ji dema neolîtîkê heta niha jinan her car zilam niştecih kirine, zilaman jin koçber, jinan zilam civakî kirine lê zilaman jin dercivakî kirine, xwedî bajar û dewlemend kirine, lê zilaman jin derbajar û feqîr hêlane, jinan jiyan dane zilaman lê zilaman mirin dane jinan. Çi mixabin di dinyaya xwe de cih û mafê jiyanê nadin jinan ne ji aliyê hebûnê ve ne ji aliyê fikr û ramanan de. Belê pergala baviksalarî jinên mamoste, doktor, dermanger, hemşîre, zanist, nivîskar, fîlozof û hwd. weke tune bin, tu carî di dîrokê de cih nedaya wan. Pergala baviksalarî li hemberî  xulamtî û bêîradebûna jinê, xwe ji hiş û mejiyê wê bêpar û mehrûm hiştiye. Heke vê pergalê jin evqasî tune nehesibanda dê pêşveçûyîna pênc hezar sal zûtir û baştir bûya, paşvemayîn û xirabkirina xweza û mirovahiyê jî dê ne ewqas bûya. Di ramanên mirovahiyê de wekhevî, dad, felsefe, zanist helbest, çîrok, nowel, ceribandin, gotin û biwêjên gelerî dê bêhtir bûyana. Tevî hemû pêşîlêgirtinên pergala baviksalariyê jî hinek jinan navên xwe li rûpelên dîrokê nivîsandine. Mirin dane berçavan di gelek qadan de mohra xwe li dîrokê dane. Hinek jinan navên zilaman li ser xebatên xwe danîne, hinekan jî bi serhildanê bersiva pergala baviksalarî dane. Bo nimûne nivîskara bi navê Mary Ann Evans ya ku bi navê George Eliot nivîsandî, dîsa jinên zanist ên wekî Hypetia hatine qetilkirin û bi hezaran jin pîrebokiyê hatine sûcdarkirin bi şeytanî re hatine eleqedarkirin û bi saxî hatine şewitandin. Pergala baviksalarî ji bo ku wêrektî û zanîna jinan tune bike, li holên bajaran jin wek kole firotine û şewitandine yan jî bidarve kirine. Lê dîsa jî jinan xwe paşve nekişandine li hemberî hemû êş, zehmetî û heqaretan di her qada jiyanê de hebûna xwe xwedî derketine. Berê xwe dane fîlozofiyê, zanistê, dîrokê, astronomiyê, wêjeyê û hwd. ketine zanîngehan û heya di saziyên wekî NASA û CERN de jî xebitîne, li van deran bûne xwediyê tez û teoriyan. Lê vê carê xebatên jinan li gorî yên zilaman kêmbûha hatine dîtin û şûna xelatan bidin wan dane zilaman. Hê jî jinên fîlozof wekî fîlozof nayên hesibandin li ser xebatên wan şopa mohra mamosteyên wan ên zilam dikevin wekî ku xebatên Hannah Arendt li ser navê mamosteyên wê Martin Heidegger tên zanîn û dibêjin ne fikrên Hannah Arendtê ne û wekî wê teoriyên gelek jinên din jî li ser navên zilaman tên qeydkirin. Qada sînemayê  jî ji qadên din ne cûdatir e, hê jî her sal di mîhrîcanên fîlman de heqên jinên sînemager tê xwarin û xelatan didin sînemagerên tacîzvan û tecawîzkar. Belê lîste dirêj dibe heya ku hûn bêjin bes. Bi kurt û kurmancî hê jî dinya ji kedxwarina jinê têr nebûye. Hê jî rola pozîtîf a jinê paşguh dike. Ji ber ku hê jî li dinyayê pergala baviksalarî dixwaze xwe bide jiyandin.

Belê li Kurdistanê, Tirkiye û dinyayê tacîz, tecawîz û qetilkirina jinan her roj diçe, zêde dibe. Hema bêje her roj bi hezaran jin rastî destdirêjiyê tên û bi sedan jî tên kuştin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî di salekî de 87000 jin tên kuştin. Mafên wan ên jiyanê ji destên wan tê girtin û dilên 87000 dayik tê peritandin. Herî kêm ewqas zarok bê dê mezin dibin. Dinya jî xwe ji hest, hiş û mejiyê 87000 jin mehrûm dike. Li berçavên dinyayê komkujiya cinsekê mirovan bi destê cinsekê din ê mirovan pêk tê. Nîvekê dinyayê, nîvekê din ê dinyayê qetil dike. Belê nîvê dinyayê ji aliyê nîvê dinyayê ku jê çêbûye ve tê qetilkirin, nîvê dinyayê ji aliyê bav, zilam û kurên xwe ve tên qetilkirin li berçavên dinyayê.  Hemû sazî, dezgehên civakî û yên dewletî hemû şîrikên vê komkujiyê ne. Li hemberî vê komkujiyê têkoşîneke bibandor ji aliyê dinyayê ve nayê meşandin. Lê têkoşîna jinan a li hemberî pergala baviksalarî bêhempa ye. Jin li berxwe didin û rê li pergala baviksalarî teng dikin. Jinên kurd ê têkoşer pêşengtiyê ji vê berxwedanê re dikin.

Her 8’ê Adarê meş û çalakiyên jinên kurd hêjayî dîtinê ne. Dîsa berxwedana jinên kurd a beriya şerê DAIŞ’ê ya Rojava û piştî Rojava di dinyayê de deng daye. Êdî ji bo hemû rêxistinên jinan ê cîhanê cihê şanaziyê ye. Ewqas sal in di tekoşîna azadiya gelê kurd û netewebûyîna gelê kurd de jin roleke girîng dileyîzin. Hê jî di her qada têkoşînê de cihê xwe digirin û têdikoşin. Li hemberî metîngerî, dagirkeriyê û hemû amûrên şer; feqîrî, koçberî,penaberî û komkujiyan xwe û zarokên xwe û her car jî welatê xwe parastine, serbilind kirine. Ji aliyê fikrî de jî bi jineolojî re êdî gihaye asteke ku pêşengtiyê ji jinên dinyayê re bike. Lê di van demên dawî de li Kurdistanê jî hêjmarên jinên tên qetilkirin ne kêmî dinyayê ne. Her roj di nûçeyan de navê jinên kurd û navê bajarên kurdan bi kuştinên jinan tên bihîstin û dibin mijara nûçeyan. Ne tenê Kurdistanê li hemû bajar û welatên kurd lê dijîn. Ji van welatan yek jî Almanya ye. Heya niha  çend jinên kurd li Almanyayê tên kuştin. Herî dawî li bajarê Dortmundê jineke şengalî ya bi navê Olanîa Çendy a ku dayika çar zarokan bû ji aliyê zilamê xwe ve hat qetilkirin. Her roj jin bi rê û rêbazên cûr bi cûr tên qetilkirin, lê vê carê tişta herî zêde bala min kişandî, şengalîbûyîna wê ango êzidîbûn û kurdbûna wê bû.

Piştî 2015’an yanî piştî fermana 73’yan a li ser gelê êzidî gelek nivîs hatin nivîsandin, gelek tişt li ser wan hatin gotin. Êzidî kî ne? Ji çi bawer dikin? hejmara wan, jinên êzidî yên di destên DAIŞ’ê de û heya zarokên ku ji tecawizkeran çêbûyîn, bûne rojev. Niha li gorî wikipediayê hêjmara êzidiyan di navbera 800000-850000 î de ne. Lê ev hejmar, li gelek welatên cûr bi cûr dijîn û piştî fermana dawîn jî piraniya wan di serî de Almanya, berê xwe dane Ewropayê. Ji ber rewşa wan gelek êzidiyan mafê mayîna li Almanyayê û Ewropayê bi dest xistin. Gelek kesan ji ber keç û jinên xwe, mafê rûniştinê wergirtin. Lê va salek e, 4 jinên êzidî li Almanyayê hatin qetilkirin. Jinên êzidî yên ji hovîtiya DAIŞ’ê bi saya jinên şervan ve hatin rizgarkirin li “navendên mafê mirovan” bi destên hevjînên xwe tên kuştin.Jinên êzidî li hemberî hemû şer, tecawiz û kolekirina di sedsala 21’an de û tîbûn, birçîbûn û derûniya ewqas giran hemlbûna ji tecawîzkeran zarokên ji wan çêbûyîn derbas kirin û sax man. Lê li welatên dinyayê yên herî ewle û parastî, bêşer û bêdijmin ji aliyê êzidiyekî ve ji aliyê bedena xwe ve tên  kuştin.Wan şervanan ji bo ku zilamê wan di mala wan de wan bikûjin rizgar nekirin.Divê demildest mezin û rûspiyên civaka êzidiyan pêşiya komkujiya jinên êzidî bigirin û bikevin liv û tevgerê. Nexwe dê ew jî ji bo çanda Ezdayetiyê bibe fermana 74’an a ku bi destên wan çêbûyî…

LÊ EFENDÎNO: NÎVÊ DINYAYÊ DIN hişê xwe bidin serê û hişyar bin; jinên kurd di têkoşîna azadiya jinan de gihane asteke bilind li hemberî zîhniyeta qirêj a DAIŞ’ê şer kir xwe pararst û serket. Qelena wan mejî reşên hov li wan çolên Sûriyeyê anîn. Li hemberî vê qirkirina jinan jî dê têbikoşin û serbikevin.