23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin û xweza xwe ji nû ve diafirînin

Meha adarê, di dîroka têkoşîna azadiya gelê kurd de her rojekî wê di nava rûpelên salnameyê de bi tîpên berxwedanê hatine nivîsîn. Nexasim jî hevrêtiya jinê, bi destpêka meha adarê re dikeve qonaxeke nû. Rûyêkî wê berxwedan, serhildan û bîrîna komkujiya Enfal û Helepçe; rûyê wê yê din jî cejn ûşahiya Newrozê ye. Weke roja nû ya demsala biharê jî tê pîrozkirin. Diherike û dibe mizgîniya jiyana azad. Bi tilîliyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê dest pê dike. Bi xemilandina kulîlkên biharê re xweza xwe nû dike û bedew dibe. Destpêka demsalê ye adar.

Xeml û rewşa xwezayê bi hemû giyanwariya xwe dibişkive. Êdî, dem dema berhemdayînê ye. Xweza xwe ji nû ve diafirîne, lewma pêwîstiya doşandina bi darê zorê, ne lazim e! Xweza bi hebûnek nû tê xemilandin. Roja nû di rûyê mirovan de dikene.

Îro jî jin, nikare bi vîn û nasnama xwe tev li siyasetê bibe. Zimanê siyaseta heyî zimanê mêrê serwer e. Helbet ne tenê jin civak jî bi her awayî dibe qurbana vê yekê. Jin, bi vê pergalê bawer nake û dizane ku ev pergal ji bo wê ne bi ewle ye. Êdî, qewlê paradîgmaya modernîtê ya kapîtalîst derbas bûye. Rêwîtiya têkoşîna jinê li hember vê zilmê her hebûû wê her tim jî hebe.

Jin, li hember vê siyaseta zayendkujer, pêl bi pêl herîkin qadên çalakiyên pîrozbahiya 8’ê Adarê. Jinan, wek her salêîsal jî, tu kelem û qedexe nasnekirin û meşiyan. Jinan, di têkoşîn û berxwedana 8’ê Adara 2020’an de, rengê xwe da jiyanê. Bi milyonan jin, li çar hewirdorên dinyayê daketin qadan û dengê xwe bilind kirin. Hêrsa jinan, textê desthilatdaran hejand. Tirs û xofek mezin xist dilê mêrê desthilatdar, nijadperest û zayendperest. Jinan, carek din bi têkoşîn û serhildana xwe nîşan dan ku di sedsala 21’emîn de pêşenga nasnameya jiyana azad e.

Jinê bi ruhê têkoşîna xwe ya nû, sînoran derbas kirin. Dîsa hat fêmkirin, têkoşîna ku jin di nav de cihê xwe negire û pêşengiya wê neke, ew têkoşîn bi ser nakeve û civakê azad nake. Bi vê rastiyê, careke din hat fêmkirin ku heyanî jin azad nebe civak jî azad nabe. Jin, bi vê sekn û hêza xwe ya têkoşînê, wê hem xwe û hem jî cîhanê biguherîne. Ji ber ku jinê ji her demê baştir xwe bi hêz û rêxistin kiriye. Tevger, kesayet, kom, komele, sazîû ‘civaka jinê’ tev bi hev re bi metodên têkoşîneke nû, di kolanên cîhanê de destên xwe dan hev û bi hev re li hember zîhîniyeta mêtingeha patrîarkal serî rakirin. Qad hemû bûn ên jinêû bi rengê jinê hatin xemilandin. Di qêrîna jinê de hêrsa hesapxwestinê dibariya. Mirov di sekna jinan de hema bêje di hemû qadên berxwedanê de, heviya ‘wê jin cîhanê biguherînîn’ didît. Em dizanin guhertina cîhanê ne karekî hêsan e lê ku jin bixwaze dikare vê ezmûnê jî derbas bike. Pêdivî bi aqil û edaleta jinê heye. Ew hêz û zanebûna ku jin, civakê bandor bike, pêş bixe û biguherîne bi xwe re ava kiriye. Jinê, biryara xwe da û got; ‘Êdî, bi vê pergala mêtinger, şerxwaz, qirker, derewîn, tecawizkar, bê exlaq û kedxwar jiyan ne gengaz e.’ Rewşa cîhanê ya halê hazir encama kiryarên serdestiya mêr e.

Jinên kurd, bi cil û xemla xwe ya neteweyî li hemû bajar -deverên Kurdistanê zend û bendên xwe badan, lê bi taybetî jî li Amedê Qada Stasyonê, li cih û warê Dayika Taybet a li Silopyayêû dîsa li Stenbolê bi meşû mîtîngan erd hejandin. Bajarê Reqqa ku DAIŞ’ê ji xwe re kiribû ‘Paytexta Xelîfetê’ û jin di bazarên wê de dihatin firotin, di 8’ê Adarê de ew hîcab û ebayên reş ji ser xwe avêtin. Bejn û bala xwe bi kiras û fîstanan xemilandin. Coşû xeyalên jinên Reqqayê, encama serketina jinên têkoşer û ruhêşoreşa gelan e. Lê em ji bo jinên Şîliyêçi bêjin? Li Şîliyê milyonek jin ku girseya herî bi heybetîbû bi dansa Laz Tesîsê re peyama azadiyê da tevahî jinên cîhanê. Ev berxwedana jinên Şîliyê, hejayî silavkirinê ye.

Wekî tê zanîn dîroka têkoşîna jinê, ne îro dest pê dike. Têkoşîna jinê, bi derketina şaristaniya dewletbûnê re dest pê kir. Jin, li hemberî feraseta newekhevî, statûya li ser koletiya jin û civakê hatiye pêşxistin, her tim di nav lêgerîn û têkoşîna jiyana azad de bû. Her lêgerînek nûbûnek e.

Tevgera jina kurd, li ser koka-axa- çanda dayika xwedawend şîn bû. Bi şîrê bedena dayika pîroz mezin bû. Tevahî berxwedan û têkoşînê dîrokî, weke nirxê têkoşîna azadiyê dîtin. Ji bo parastin, peşxistina vî mîrasî; li ser xeta rêgeza bîrdoziya rizgariya jinê têdikoşe. Bûçavkanîûîlhama têkoşîna tevahî jinên cîhanê.

Jinê, di çalakiyên 8’ê Adarê de, hêza têkoşîna gerdûnî ya li hember pergalê nîşan da. Jin, bi têkoşîn û rêxistina xwe sedsala 21’emîn bike serdem û heyama jinê. Ji ber ku jin, di azadiyê de bi israr û di têkoşînê de bi biryar e. Weke her carê jina kurd, bi coşa 8’ê Adarê bû sergovenda Cejna Newrozêû Newroz pîroz kir.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê