24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jina pêşeng a dema xwe; Hypatia

‘Dema mêrek xweşikiya laşê jinan dibîne divê bi şehwet nekeve dû lêgerîna fetihkirina wê. Şûna vê, divê fêm bike ku xweşikbûna wê, rûyê xweşikiya rasteqîn e.’

P.Z di sedsala 4’emîn de bajarê Îskenderiyeyê heybeta xwe ya berê winda kiribû. Dewlemendiya bajar bi rêveberiya Romayê re kêm bûbû; bajar ji ber pevçûnên sivîl û olî xira bûbû. Piraniya pirtûkxaneya bajar şewitîbû. Muze ketibû rewşeke bêîstîkrar û endamê wê yê dawîn jî fîlozof û matematîkvan Theon bû.  Navdariya Theon herî zêde ji ber ku bavê jineke xweşik û jîr bû dihat. Navê vê jina xweşik û jîr Hypatia ye.

Tê payîn ku Hypatia P.Z derdora sala 370’an hatiye dinê. Theon keça xwe li ser esasê ‘Mafê xwe yê fikirînê biparêzin, fikra şaş ji qet nefikirînê çêtir e’ perwerde dike, hemû mantiqa matematîk, astronomî û felsefeyê fêrî Hypatiyayê dike. Di heman demê de Hypatiya di muzeya ku hemû berhemên fîlozof û felsefevanan lê ne de alîkariyê dide bavê xwe, metnên dîrokî sererast dike û li ser hin xebatên felsefî nivîsan dinivîsîne.

Nivîsên rexneyî dinivîsîne

Di nav demeke kurt de Hypatia xebatên geometrîvanê mezin Pergeli Apollonuisus jî di nav de li ser xebatên Diyofantus ê Arîtmetîkayê nivîsên rexneyî dinivîsîne. Lê piştî demekê ji nivîsên rexneyan tetmîn nabe û dest bi xebatên xwe dike. Ji bo cihê roj û stêrkan hesab bike usturlapeke nû çêdike û gelek alavên ku di xebatên fizîk, kîmya û astronomiyê de dibin alîkar bi pêş dixe.

Hypatia derdora salên 400’î piştî bavê xwe berpirsyariya dibistanan neoplatonîst a felsefeyê digire ser milê xwe. Xwendekarên wê li dû fikrên wê diçin û piştî demekê jîrbûna Hypatiayê belavî her derê dibe û malbatên dewlemend ên împaratoriya Romayê jî zarokên xwe dişînin ba wê. Hypatia tevî ku xwedî baweriyeke pagan e jî, gelek hurmet nîşanî baweriya xiristiyanî û cihûtiyê dide. Lê mixabin tu nivîsên wê heta roja me ya îro nehatine û nivîsên ku têkildarî wê hene jî nivîsên xwendekarên wê ne.

Gel perwerde dikir

Hypatia ji jinên Îskenderiyeyê (yên ku bi tu awayî tev li jiyanê nedibûn) cudatir li navenda bajar gel perwerde dikir û li ser matematîk, astronomî, dîrok ango li ser felsefeya Platon û Aristotelesî diaxivî. Gel ji zanebûna wê bi bandor dibû.

Li aliyê din Hypatia der barê cewhera xweşikbûnê de xwendekarên xwe perwerde dikir û têkildarî cewhera xweşikbûnê wiha digot: “Dema mêrek xweşikiya laşê jinan dibîne divê bi şehwet nekeve dû lêgerîna fetihkirina wê. Ji dêvla vê divê fêm bike ku xweşikiya wê, sûretê xweşikbûna rasteqîn e. Mirov, dema carekî bikeve nav xwezaya xwe ya heywanî, wê demê nikare li ser cewhera xweşikbûnê bifikire, mehkumê jiyana di nav korîtiya xwe û derewên Hades de dibe.”

Lê piştî axaftina Hypatiayê xwendekarekî wê diçe gel wê û hezkirina xwe jê re tîne ziman. Li ser vê yekê Hypatia gotinên ku gotiye ji bo baş bê fêmkirin, ji nav tûrikê xwe paçeke ku wê demê jinan di dema reglê de bi kar dianîn, derdixe û wiha dibêje; “Tişta ku tu jê hez dikî ev e. Tu ji xweşikbûna rasteqîn hez nakî.”

Fikrên wê bi nirx dibûn

Her ku navê Hypatiayê belav dibûn, fikrên wê ji aliyê pêşengên bajar ve bi nirx dihatin dîtin. Heta waliyê împaratoriya Romayê yê bajarê Îskenderiyeyê Orestes jî ew dawetî konseyê dike û bi demê re dibin hevalên herî baş.

Lê Îskenderiye û Hypatia di destpêka sedsala 5’emîn de, di navbera rêveberê şerê otorîteya sivîl a Orestes û piskoposê xiristiyan Cyrail de dimînin. Her diçû aloziya di nav gel de mezin dibû, li dijî paganan împaratoriya Romayê dest bi qirkirinê kiribû û her ku ola xiristiyanî belav dibû li ser baweriyên cuda zext zêde dibûn.

Li hemberî wehşata ku her diçû zêde dibû, Hypatiayê ji bo rawestina vê yekê piştgirî dida Orestes. Lê piskoposê xiristiyanan Cyril ji bo bandora Hypatiayê di nav civakê de tune bike, dest bi propagandayên reş dike û gotegotên wek Hypatia pîrebok e û sêhrên xirab  dike, belav dike. Ev gotegot di nav xiristiyanan de dibe sedema hêrsê. P.Z di sala 415’an de xiristiyan êrîşî mala Hypatiayê dikin, kincên wê yê fîlozofiyê jêdikin û di kolanan de bi erdê ve kaşdikin. Piştre li dêra xiristiyanan bi keviran ew qetil dikin.

Heta ev girseya hov ku qetilkirina jineke fîlozof têr nabîne, bedana wê parçe dikin û di nav agirê şahiyê de dişewitînin. Piştî qetilkirina Hypatiayê dêra xiristiyanan ji bo nixumandina vê hovîtiyê hemû berhemên Hypatiayê tune dikin. Ji ber vê yekê di roja me ya îro de tu nivîs û berhemên wê tune ne.

Dijminatiya li dijî jinan

Kîn û hovîtiya li dijî Hypatiayê ne ji ber fîlozîfiya wê yan jî baweriya wê dihat, hovîtiya li dijî Hypatiayê herî zêde ji ber jinbûna wê bû. Ji bo tunekirina îrade, zanebûn û pêşengiya jinan û ji bo tirsandina jinên ku li ser şopa wê dimeşîn, hovîtiyeke bi vî rengî lê hat kirin. Heta ji bo navê wê li dîrokê neyê nivîsandin û bê jibîrkirin hemû nivîsên wê hatin tunekirin. Lê dîsa jî desthilatdariya mêr nedikarî rastiya jinan tune bike.

Çawa Hypatia di serdema xwe de bi zanebûna xwe li dijî ferasetên mêran ên jin biçûk didîtin sekinî, roja me ya îro jî li her derê cîhanê jin bi heman mîrasê li ber xwe didin û heqîqeta xwe derdixin holê.