Rojnameya Heftane

Çandnasî û Kurdolojî

Çandnasî wek qadeke xebatên înter-dîsîplîner piştî salên 1970’yan û bi şêlûbûna sînorên navbera qadên cîyawaz ên zanistî ket rojeva akademîk. Çandnasî îro xwedî bergeheke fireh e û ji…

Zarok lîstikên xwe bi xeyalên xwe dixemilînin

Dema zarok tê gotin, tişta ku destpêkê tê bîra mirov lîstik û paqijiya dil e. Haya zarokan ji pergala kapîtalîst tune ye û di nav wê de qirêjî nebûne; ji ber vê jî ew bedewiya jiyanê bixwe…

Jina serbixwe…

Ez ji diya xwe hîn bûme ku heval û hogirên xwe, ji dost û nasên xwe û cînarên xwe hez bikim, wan biparêzim û hevaltiyek baş bi wan re bikim. Hemû jî ji hevdu delaltir in, ez ji wan gelekî razî me, ew jî ji min.

Wexta em bixwazin, em demên pir xweş bi hev re derbas dikin, ya herî xweş jî her tim em alîkariya hev dikin û hevdu diparêzin li hemû deran. Dîsa rojek ji wan, rojên ku me xwest em bên cem hev û demeke xweş bi hev re bidomînin, min got; werin em li bin darên sincan rûnên, him bêhna darên sincan xweş e û him jî aveke zelal di ber de dikişe. Hemûyan got erê.

Bû danê nîvro, min hin xwarinên xweş çêkirin, çayê da ser agir, xulpexulpa çanîgê min, bêhna daran, bêhna çayê û bêhna gul û gupikan tevlihev bûbûn. Meriv hewas dike ku heta hetayê li ber wê bêhna xweş rûnê. Hemû hevalên min yek bi yek hatin, her yekê di destê wan de dîsa xwarinek an jî êmîşê bi destê xwe li ber tavê zuha kirine anîn danîn ser sifra min. Kêf û henekan em bi wir de û vir de birin, me xwar û bi ser de çaya xwe vexwar, her yekî ji me xwe li kêleka avê dirêj kir, lingê xwe kirin nava avê ji bona hênik bibin.

Piştî demekê Olcê got; wîî medê min diêşe, ew çi xwarin bû te çêkiriye, te çi xistiye nava wê xwarinê. Hema ez rabûm ser xwe, min jê re di nava bostanê xwe de hinek pûng û pincar çinî, di nava avê da keland. Vexwar, hinekî sekini, dîsa got; wîîî zikê min diêşe, min qeysiyên hişkirî dayê û jê re got; vana bixwe tu yê baş bibî. Navê wê Olce ye, me jê re digot Olcê, an jî carana digot Olê. Olê jineke ji xwe razî, bedew, hêja lê serbixwe ye, ew kengî dilê wê bixwaze biryara xwe û carana ya me jî dide lê ji ber hezkirina me ya jê re em dengê xwe dernaxin. Lewma em jê re dibêjin jina serbixwe.

Heta danê êvarê nehîşt ku ez qasekê li cem wan rûnêm. Na medê min, na zikê min, na serê min, na lingê min, na milê min, bi çûyîn û hatinê taqet di laşê min de nema,  lê dîsa jî min dengê xwe dernexist. Ew hevalên min ên din lingê xwe ji nava avê derxistin, vegeriyan ji Olê re gotin, hey malmîratê ew azara te xwar, me jî xwar, tu dereke me naêşe, em aciz jî nebûn, tu jî û em jî dizanin ku hemû xwarinên wê xweş in, hemû kes dixwaze xwarinên wê tam bike, çi ji te hat?

Tu çi dixwazî ka ji me re bêje?  Rabe ser xwe hêca ku hêrsa me bilintir nebûye, yanê em ê pir aciz bibin, ger kêfa te ji me re nayê rabe here mala xwe. Ji ber van gotinan, Olê got; weeey, min dizanîbû hin ji min aciz in lê min nedizanî ev acizbûna we ewqasî mezin e, ez ê rabim herim mala xwe.

Rabû û bi gotegotan ji me qetiya û çû. Dûra me bêhneke fireh girt, em li cem hev rûniştin lê dilê min û fikra min hê jî li ser Olê bû, dema ku ez rabûm û li alîyê malê fetilîm, min dî Olê li ber dîwarê mala min rûniştiye û digirî. Ez çûm cem, dema ez dîtim xwe avête himbêza min, giriya û got; min şaşitiyek mezin kir, min tu hetikand, ew dem min xwest tenê ez bala te bikişînim, lewma min cihaltiyek wisa kir lê hemû xwarinên te bi tevî te xweş in. Min bi destê wê girt anî cem hevalan, min got; ha ji we re hevala me ya serbixwe, îca niha em bi dilekî rehet ji xwe re rûnên, gilî û gazinên xwe bikin. Olê careke din di nav me de weke jineke taybet rûnişt, ew Olê ye, em jî wê wisa di nav xwe de xwedî dikin…