25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan barîkat rakirin

Jinên ku bi bangawaziya Koma Kampanyayê ya Pêkanîna Peymana Stenbolê bi dirûşmeya “Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin, em jiyanê radiwestînin” li Tunela Taksîmê kom bûn, hemû astengî û barîkat derbas kirin û ji Kolana Îstiklalê heya Karakoyê meşiyan. Dema jin meşiyan, li Kolana Îstiklalê polîsan mudaxileyî jinan kir. Jinan jî dirûşmeyên “Em serî radikin”, “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin”, “Dê dewleta kujer hesêb bide”, “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Jinan du barîkatên polîsan ên li Kolana Îstiklalê derbas kirin û dest danîn ser mertalên polîsan.

Jinan barîkat derbas kirin û heya Karakoyê meşiyan. Welatiyên li derdorê jî bi çepikan piştgiriya jinan kirin û jin bi berzkirina dirûşmeyan, bi tilîlî û çepikan heya Karakoyê meşiyan. Li Karkoyê, polîsan cardin pêşiya jinan birîn, lê jinan barîkat derbas kirin û rê li çûn û hatinê girtin.

‘Her roj serhildan e’

Jinan, qederekê rê girtin û paşê berê xwe dan Qada Karakoyê. Jin, li qadê rûniştin û gotin: “Ji îro pê de her roj 1’ê Tîrmehê ye, her roj serîhildan e. Hê ji bo me neqediyaye. Me çawa barîkatên li van kuçeyan derbas kir, em ê bi heman awayî jî Peymana Stenbolê pêk bînin. Ne qediyaye. Berxwedana me, têkoşîna me dewam dike. Ên bi ser dikevin kuçe û qad in.”

Paşê jinan bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya xwe bi dawî kirin.